Navê 240 kurdên ku hatin kuştin teqez bûn

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, navê 20 jê zarok 240 xwepêşanderên kurd ên di xwepêşandanan de ji aliyê rejîma Îranê ve hatîn kuştin, teqez kir.

1 deqe xwendin
Navê 240 kurdên ku hatin kuştin teqez bûn

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê bi raporekê têkildarî nasnameya xwepêşanderên ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin, belav kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê heta niha nasnameya 240 xwepêşanderên kurd ên bi destê rejîma Îranê li bajarên cuda hatine qetilkirin, hatine eşkerekirin.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê destnîşan kir ku navê xwepêşanderan li parêzgehên Kirmanşan, Îlam, Sine, Tehran, Elburz, Loristan, Xoresana Zerewî, Kerec, Meşhed, Gîlan, Qezwîn, Esfehan, Hurmuzgan, Mazenderan û Xozistanê hatine qeydkirin.

Di heman raporê de hate diyarkirin ku di nava kesên nasnameya wan hatî eşkerekirin de 20 zarok hene û 31 kes jî ji pêkhateya Yarsanî ne. Di raporê de hate ragihandin ku dezgehên ewlehiyê yên rejîma Îranê rê nadin malbatan ku miriyên xwe li goristana bajêr û cihê niştecihbûna wan bispêrin axê an jî cenazeyên wan vegerînin bajarên wan, ji ber wê malbatan neçar kirine ku hezkiriyên xwe li bajarekî an gundekî din bispêrin axê.

Tora Mafê Mirovan di rapora xwe de piştrast kir ku hêzên rejîma Îranê ji bo radestkirina cenazeyan pereyek zêde ji malbatan werdigirin û malbatan neçar dikin ku sedema mirina wan wek ‘ketina ji cihek bilind’ qeyd bikin û berpirsyartiya mirina wan bixin stûyê xwepêşanderan.

Tora Mafê Mirovan da zanîn ku nasname û agahiyên di derbarê welatiyên din ên Kurd ku di xwepêşandanan de hatine qetilkirin bidestxistine û lêkolîn hîna jî berdewam dikin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA), ji roja xwepêşandên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpêkirin heta niha 7 hezar û 8 kes hatine qetilkirin. Herwiha 53 hezar û 334 xwepêşander hatine binçavkirin û 25 hezar 845 xwepêşander jî birîndar bûne. Li gorî heman çavkaniyê ji hejmara kesên hatine qetilkirin, 6 hezar û 509 kes xwepêşanderin, di nava wan de 219 jê zarok in. Herwiha 214 kes jî ji hêzên girêdayî rejîmê mirine. Li gel vê 11 hezar û 51 kes ji bo îfadeyê hatine bangkirin.