‘Ne ji bo mirinê ji bo xwendinê Yusuf Tekin îstifa bike’

Xwendekarên lîseyê yên Îzmîrê li dijî êrişên li Riha û Mereşê ku li ser dibistanan pêk hatin daxuyaniyek dan û xwestin Wezirê Perwerdehiyê Yusuf Tekin îstifa bike.

1 deqe xwendin
‘Ne ji bo mirinê ji bo xwendinê Yusuf Tekin îstifa bike’

Xwendekarên Lîseyê derbarê êrişên li ser dibistanên li Riha û Mereşê pêk hatin li pêşiya Avahiya Navenda OSYMê ya li Alsancakê yê Îzmîrê daxuyanî dan. Xwendekaran pankarta “Em naxwazin li dibistanan bimrin, bila pergala tundiyê bi dawî bibe” vekirin û dirûşmên “Em ne ji bo mirinê, ji bo xwendinê hatine”, “Yusuf Tekin ê wezîrê patronan îstifa bike” û “Em bêdeng namînin, natirsin û serî natewînin” berz kirin. Gelek xwendekarên lîseyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Xwendekara lîseyê Leyla Mercan daxuyanî xwend. Leyla Mercan diyar kir ku tiştên li Riha û Mereşê di dibistanan de qewimîne ne ji rêzê û tesadufî ne û got: “Ev encama pergala tundiyê ye. Ev bûyer; encama xizaniya kûr, neyeksanî, bêpaşerojî, bêcezahiştin û çanda tundiyê ye ku li her qada civakê belav bûye. Yên ku berpirsiyar in zarok û ciwanan biparêzin, ev wezîfeya xwe bi cih neanîne, berevajî vê yekê zemîn ji bo van şert û mercan amade kirine. Di salên dawî de em dibînin ku ji taxan heta dibistanan li her derê çeteperestî zêde bûye û pergala mafyayê di nav ciwanan de tê hovkirin. Di rêzefîlm, fîlm û muzîkan de nîşandana tundî, sûc û têkiliyên mafyayî wekî ‘hêz’ û ‘rûmet’; parçeyek ji hînkirina ciwanan a ji bo vê pergala tarî ye. Tundî ne tenê li kolanan, di ekranan de û di nav guharkên me de jî ji nû ve tê hilberandin û asayîkirin. Ev tablo ne tesaduf e, encama pêvajoyekê ye.”

Leyla Mercan anî ziman ku ew ê heval û mamosteyên xwe yên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane ji bîr nekin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Riya zindîhiştina bîranîna wan; mezinirina têkoşîna ji bo guhertina vê pergala tarî ye. Ji bo parastina jiyanê, ji bo parastina paşeroja me, niha dema têkoşîna bi hev re ye. Em ê teslîmî tarî û tirsê nebin.”

Xwendekarên lîseyê piştî daxuyaniyê, ji pêşiya avahiya OSYMê heta Navenda Çanda Turkan Saylanê bi dirûşman meşiyan.