Nediyarbûn, rîsk û civak

Heta mirov bigihîje rastî û heqîqetê divê ji her tiştî guman bike. Gumankirin, wê rîskên heyî kêm bike. Li kêleka gumanê xwerêxistinkirin û meşandina dîplomasiyê xalên alîkar in. Heke kurd bimînin li benda diyarkirina rojevê ji aliyê hêzên navneteweyî ve, dê bê rojev bimînin û bên beralîkirin. Ji bo wê divê rîskê bigirin û bixwe rojeva xwe diyar bikin.

1 deqe xwendin
Nediyarbûn, rîsk û civak

Ji destpêka mirovahiya heta roja îro, her tim mirov dixwazin dahatûyê bizanibin. Lê zanîna dahatûyê ti caran hêsan nebûye. Mirovahiyê bi texmîn û ceribînên xwe plan û proje didanîne pêşiya xwe. Bi vê yekê jiyana mirovahiyê hinekî hêsantir bûye. Mixabin di vê serdemê de hemû texmîn û ceribînên mirovan serobino bûne. Bi taybetî jî di qada siyasî de kêm kes dikarin pêşbîn bin. Ji ber ku xala sereke ya vê serdemê nediyarbûn e, ango nediyarbûn bûye parçeyek ji jiyana rojane ya pergala nû. Bi nediyarbûnê, pergala hêzên navneteweyî ya nû kontrolkirina civakan dike armanc. Li ser meselê, di hêla aboriyê de nediyarbûneke pir mezin heye, şerê bacê yê Trump dayî destpêkirin dibe sedem ku zêr, petrol û pereyên navneteweyî her zêde bibin. Bêguman ev bandorê li jiyana hemû mirovan dike û civak her xizan dibin. Nediyarbûn di nav xwe de rîskên mezin dihewîne, ango civak, dewlet û mirovahî li benda devê Trump in, ka wê şeran rawestîne an jî wê şeran bide destpêkirin. Aboriya dinyayê jî ketiye nav lapên Trumpî ku ew dikare bi jiyana bi milyonan kes bilîze. 

Di vê rewşa siyasî ya nediyar de, rêbaza herî baş a fîlozof Descartes e ku li ser gumanê avakirî ye. Ango heta mirov bigihîje rastî û heqîqetê divê ji her tiştî guman bike. Gumankirin, wê rîskên heyî kêm bike. Li kêleka gumanê xwerêxistinkirin û meşandina dîplomasiyê xalên alîkar in. Kant zanînê bi fenomenan ve sînor dike, her wiha fenomen ceribînên mirovan in. Mixabin di roja me ya îro de fenomenên ku Kant qala wan dike li ber destên me tune ne. Ango ne zanîn ne jî ceribînên mirovan têra vegotina dahatûyê dikin. Ji ber ku pergala hêzên navneteweyî bi nediyarbûnê û avakirina rîskan civakan kontrol dikin. Di vê pergalê de rastî û heqîqet valahiyê qebûl nakin. Li ser meselê, li nav civaka kurd dema valahî çêdibe, hema berê xwe didin hev li nav guhên hev dikevin. Her yek yekî/ê bi tiştekî din sucdar dike. 

Rojeva civakan bi rojeva dinyayê ve girêdayî ye. Jixwe ne pêkan e ku di vê serdema global de civakek karibe xwe ji rojeva dinyayê dûr bigire. Lewra dema li devereke dinyayê bûyerek pêk tê, bandorê li ser civakên din jî dike. Di vê çarçoveyê de hêzên navneteweyî ji bo kontrolkirin û tirsandina civakan rojeva dinyaya global li gorî berjewendiyên xwe diyar dikin. Vê yekê him di aliyê siyasî de ango bûyerên wekî revandina Maduro him jî di aliyê civakî de yên wekî bûyera Epstein bandorê li civakan dikin. Civakan bi van bûyeran ve mijûl dikin û bi vî awayî bêexlaqiyên pergala xwe di nav mirovahiyê de asayî dikin û pergala xwe ya nû ava dikin.

Li gorî fîlozofiyê dahatû bi ti awayî tam nayê zanîn, lewra divê mirov û civak li gorî zanîn û ceribînên xwe ji nav vebijêrkên berdest rê û rêbazên rastî û heqîqetê hilbijêrin. Bêguman her hilbijartin di nav xwe de rîskên mezin jî dihewîne. Lê belê midaxeleya hêzên navneteweyî ya li ser dîzaynkirin û kontrolkirina dinyaya nû rewşê kambaxtir dike. Ji ber ku hêzên navneteweyî di pêşengiya Trumpî de dinyayeke li gorî berjewendiyên xwe ava dikin, ewlehiya mirovan li ber çavan nagirin û hêzên xizmeta wan bikin, li her devera dinyayê dikarin bînin ser kar. Li ser meseleyê, Afganistan talîban anîn ser kar û pişta xwe dan civaka afgan û her wiha li Sûriyeyê jî çeteyên destûbirakên DAIŞê anîn ser kar û niha jî dixwazin pişta xwe bidin gelên li Sûriyeyê.

Jixwe li gorî  Ulrich Beck, di vê serdemê de civaka modern li ser parvekirina rîskan xwe birêxistin dike. Di civaka rîskan de pirsgirêkên sereke yên wekî krîzên ekolojîk, midaxeleyên nijadî, bûyerên nûkleerî û aborî hene, lewra civak mecbûr dimînin ku li gorî van pirsgirêkan bijîn. Ew pirsgirêk bi xwe re qedirdayîna ewlehiyê û sînorkirina azadiyê tîne. Ango civak ji bo ku di nav ewlehiyê de bijîn, mîlîtarîzmê pîroz dikin. Bêguman ev yek rasterast bi polîtîkayên dizaynkirin û kontrolkirina hêzên navneteweyî ve girêdayî ye. Bi kurtasî em di civaka rîskê de dijîn. Lewra her gav û her kêlî xetere û rîsk li pêşiya civakan hene. Bêguman dema valahî û nediyarbûn hebin, civaka ku rîskê bide ber çavên xwe û vê valahiyê dagire wê xwe ji vê nediyarbûnê bi awayekî derxîne ango wê karibe xwe ji vê nediyarbûnê biparêze. Di esasê xwe de ev rîsk çêkirî ne. Rîskên li nav civakan belav dibin, encamên polîtîkayên hêzên navneteweyî ne.

Bi qasî ku di vê rewşa nediyar de rîskên çêkirî hene, ev yek bi xwe re derfetên mezin jî tîne. Ji bo azadiyê pêwistî bi rîskan heye. Ji bo mirov an jî civakek azadiyê bi dest bixe, divê dikaribe rîska bigire. Têkiliyeke xurt di navbera rîsk û hilbijartinên mirovan de jî heye. Jixwe her hilbijartin di nav xwe de rîskên xwe jî dihewîne.  Lewra di vê rewşa nezelal a dinyayê de civakên wekî kurdan divê rîskê bigirin. Di nav vebijêrkên heyî de li gorî berjewendiyên xwe vebijêrkên herî guncav hilbijêrin. Encamên van hilbijartinan çi be jî, divê bi awayekî yekgirtî xwedî li wan derkevin.

Li gorî Hannah Arendtê azadî di qada gelemperî de derdikeve holê. Ji bo ku civakên bêstatu azadiya xwe bi dest bixin, divê li qada gelemperî dîtbariya xwe zêde bikin. Bi taybetî jî em kurd li qada gelemperî hene, lê belê çalakbûna me ya li qada gelemperî bi heman rêbazan nayê meşandin. Lewra ev dîtbariya me, li qada gelemperî kêm dike, rê û rêbaz heke bi heman awayî bin, ji hêla giştî ve ji nedîtî ve tên. Ji bo ku em dîtbariya xwe zêde bikin, divê em rê û rêbazên çalakbûn, dîplomasî û diyarkirina rojeva xwe biguherînin. Bêguman armanca her çalakiyê heye, ango proje an jî xebateke bêarmanc tune ye. Lewra divê em jî bizanibin çalakî, xebat û projeyên xwe pêk bînin. Ji bo zelalkirinê ango ji bo nediyarbûn û rîsk hindiktir bibin, divê em bikaribin armancên xwe zelaltir raber bikin. Raberkirina armancan ji bo civaka xwe û her wiha ji bo civakên din wê bibe sedema diyarkirina rojeva hêzên navneteweyî. Ji bo azadiyê çalakbûn esas e, çalakbûn jî bi armanc û projeyan pêkan e. Ji bo civak bigihîjin armancên xwe divê xwedî stratejiyên demdirêj bin. Ji bo vê jî pêwîstî bi rêxistinbûna xurt heye. 

Bêguman paradîgmayeke berfireh li ber destê kurdan heye, divê kurd di çarçoveya vê paradîgmayê de rîskan bigirin û rojevê dest nîşan bikin. Heke kurd bimînin li benda diyarkirina rojevê ji aliyê hêzên navneteweyî ve, wê demê divê li gorî rojeva van hêzan tevbigerin. Heke li gorî rojeva xwe tevbigerin wê bikaribin ji gelek aliyan ve pêşiyê li rîsk û nediyariya çêkirî bigirin.