Nergîs Muhammedî krîza dil derbas kir
Nergîs Muhammedî piştî ku di Girtîgeha Zencanê ya Îranê de krîza dil kir, rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî Weqfa Nergîs Muhammedî, çalakvan Nergîs Muhammedî piştî ku du caran di Zindana Zencanê de ji ser hişê xwe çû û krîza dil derbas kir, rakirin nexweşxaneyê.
Parêzerê wê Mustafa Nîlî, bi rêya Xê diyar kir ku muwekîla wî 30ê nîsanê ji ser hişê xwe çûye û ew rakirine nexweşxaneyê. Parêzer got di rojên dawîn de tansiyona wê bilind bûye û sîngê wê êşiyaye. Her wiha destnîşan kir ku rewşa wê paşê xirabtir bûye û ev yek bûye sedem ku norolog wê li girtîgehê muayene bike.
Berê jî malbata Nergîs Muhammadî hişyarî li ser xirabûna tenduristiya wê dabû û gotibû rayedarên Îranê tevî raporên bijîşkî yên fermî ku hewcedariya wê ya krîtîk ji bo lênêrînê piştrast dikin, dermankirina wê red dikin.


