Newroz
Newroza ku xwedî wateyên sirûştî, zanistî, hebûnî, afrênerî û hwd e, bi awayekî xwezayî jî polîtîk e. Polîtîka, ku ji çandê bigre heta huner, felsefe, civak, dîrok û hwd hildide nava xwe, ji serê serî de jî dikare wekî hêmaneke bingehîn a cejna Newrozê were fikirîn.

Newroza 2026an piştî ewqas bûyer û rewşên derasayî yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn hatin û tên jiyîn, ji bo kurdan dihat meraqkirin bê ka civaka kurd dê çawa pêşwazî bike. Ji hersalan cudatir Newroz îsal di bergeheke tengtir de hat plankirin. Bandorên wekî rewşa hewayê û hwd jî pêk hatin. Lê ya girîng ew bû ku piştî berxwedana li rojavayê Kurdistanê û hewldanên yekîtiya kurdan, dê bandora xwe di çi astî de li Newrozê bikira. Peyamên piştgiriyê yên rayedar û siyasetmedarên başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên li pêvajoya aştiyê ya li bakurê Kurdistanê ku ji bo hemû kurdan xwedî risteke girîng e, rengekî erênî da pîrozbahiyên îsal. Dîsa dirûşm û hewldanên yekîtiya kurdan hêvî da pîrozbahiyan. Lê dîsa jî ji aliyê hewldanên yekîtiyê de kêmasî derketin holê. Hîna zêde hewldanên meriyetî pêwîst in.
Dirûşma “yek e yek e yek e Kurdistan yek e” bû nîşaneya Newroza îsal. Lê gelê kurd li benda yekîtiyeke pêşdetir û zelaltir e. Li hemberî xwedîderketin û coşa gel, provokasyona li Wanê ya ji aliyê polîsên tirk ve li hemberî hevserokê DEMê pêk hat, tişteke ji rêzê nebû. Wekî nêzîkatiyeke ji binî ve ya dewletê dixuya. Yan jî hin aliyên di nava dewletê de. Ev Newroz, xwedî risteke balkêş jî bû. Wekî pîrozbahiyên bakurê Kurdistanê, Newroza Bonnê, beriya Newrozê hin rewşên provokatîf ên li rojavayê Kurdistanê, pîrozbahiyên hin aliyên netewperestên kurd ên li Pira Malabadê, hewldanên bi yekdengî û yekrengî ya hemû kurdan pîrozkirina Newrozê, hin peyam û rexneyên li siyaset û siyasetmedarên bi taybet li bakurê Kurdistanê yên birêz Çetîn Arkaş, peyamên siyasetmedarên kurd ên ji bo yekîtiya kurdan, peyamên Devlet Bahçelî yên der barê Newrozê de û hwd.
Bes di vê Newrozê de mijara herî dihat meraqkirin, peyamên Birêz Ocalan bûn. Bi taybet peyamên birêz Ocalan ên di kesayetiya gelê kurd de Newrozê wekî cejna gelên Rojhilata Navîn a berxwedan, vejîn, xweza û hwd. xwedî dîrokeke bi hezaran salî diyarkirin, di nava hin aliyên Netewperest de bû rojev. Hin aliyên çapemeniya kurd jî dîroka Newrozê wekî berxwedana Kawayê Hesinkar a li hemberî Dehaq rave kirin ku vê mîtolojiyê bi berxwedana Medan a li hemberî Asûran re dikin yek. Rastiyekê heye ku kurdên demê yên agirperest, wekî Medan li hemberî zilma Asûran serî rakirin û ew têk birin. Dibe ku vê serkeftinê bi vêxistina agir ku tê wateya zanîn, ronahî, azadî û hwd. pîroz kiribin. Lê dîroka vê raperîn û serkeftinê ji aliyê giraniya dîrokzanan ve ne wekî 21ê Adarê, mehên tîrmeh û tebax tên diyarkirin.
Dîsa mîtolojiya Kawayê Hesinkar û Mîrê Medan Keyakser çiqas bi hev re heye, mijara nîqaşan e. Di vê dema ku li pêşiya gelê kurd bi qasî xetereyên girîng, derfetên dîrokî jî hene de, civaka kurd di sazûmankariya dîrokî, çandî, siyasî û hwd de divê ku neşibe hemberî xwe, ango dewleta tirk. Dewleta tirk, sed sal berê ji bo dewletekê ava bike, li ser gotegotan, nerastiyê, berovajîkirina bûyer û hwd dîrokekê ava kir. Xwe negirtin, ji gelê kurd, Ahmedê Xanî, Selahedînê Eyûbî, Sumeran, ji hemû zimanan û hwd re gotin tirk. Lê piştî ku teknolojî û zanist pêş ket, derewên wan ên fermî yek bi yek aşkera bûn. Vê yekê civaka tirk wekî civakeke çilvirîn li holê hîşt. Îro li hemberî tu tiştî qidûm, hêz û refleksên wan nemaye. Desthilatdarî wan çawa dajo wisa diçin. Bi tenê netewperestiyeke provokatîf û dirûşmeyî li holê maye. Lewma divê ku kurd, di vê pêvajoya avabûnê de baldartir bin. Bi taybet hin aliyên ku xwe wekî netewperestên kurd bi nav dikin li hemberî peyamên birêz Ocalan ên der barê dîrok û çawaniya Newrozê de zimandirêjiyê pêk tînin.
Dîroka Newrozê jî wekî raperîna Medan a li hemberî Asûran diyar dikin. Dîroka Newrozê ji aliyê destpêkê ve kînga ye, ev mijara lêkolînan e. Lê van aliyên ku xwe wekî netewperestên kurd binav dikin, di zanebûnê de nîn in ku ji aliyê hişmendî ve wekî pêvekên netewperestên tirk ên li nava kurdan digihîjin. Ne li gorî rewş, rist, dîrok, çand û civaka kurd xwe ava dikin, çav didin netewperestiya nerast, derewîn, berovajî, qirker û hwd a sed salî ya tirkan û wisa hewl didin xwe ava bikin. Helbet netewhezî yan jî netewperestiya kurdî ya ne li gorî hişmendiya netewperestiya tirk a berovajîker, derewîn û hwd, ku ji welatê xwe hez bike, biparêze, pêş bixe, azad bike, hêja ye. Vana li dervayê nirxandin û rexneyên di vê nivîsê de ne. Lê birêz Ocalan gava ku ji Newrozê re bi hezaran sal dem pêşniyar dike, bi heman awayî hişê dîrokî yê civaka kurd jî hewl dide kûrtir bike qada lêkolînê û civakeke zanatir derbikeve holê. Dîsa Newroz, ne bi tenê ya kurdan e, ya giraniya ariyên li Rojhilata Navîn e jî. Dibe ku kurdan di dîrokê de pêşengiya wê kiribe. Lê kurd îro jî Newrozê wekî ‘Newroza Arî’ binav dikin. Ji ber bandora çand, bawerî û dîroka ariyan a li herêmê, hin gel û çandên din jî Newroz pîroz kirine.
Divê ku nirxandinên birêz Ocalan ên wekî “Newroza gelên Rojhilata Navîn” wisa werin şîrovekirin. Newroz çiqas cejneke polîtîk e çiqas xwezayî ye, ev mijara nîqaşan e. Çi dibe bila bibe, ji dîroka mijara gotinê pê de Newroz wekî nîşaneya agir, ronahî, zanîn, azadî, vejîn û hwd bi berxwedana Medan a li hemberî zilma Asûrên demê wekî cejneke polîtîk hatiye pîrozkirin. Arastekirina birêz Ocalan a wekî cejna gelên Rojhilata Navîn (di pêşengiya gelê kurd de) a vejîn, berxwedan û xwezayê bi rista wê ya dîrokî ya polîtîkî re tê cem hev û wekî risteke ku herêmê ji qeyranên îro yên heyî rizgar bike derdikeve holê. Polîtîkbûna Newrozê ya (ku lê tê barkirin) nêzî 620 sal berê zayînê ku bû nîşaneya azadiya di pêşengiya Medan de li hemberî hegemonyaya demê Asûran, îro jî heman rist lê tê barkirin. Bi gelê kurd re gelên Rojhilata Navîn ku bi vê rist û wateyê Newrozê pîroz bikin, baştir nîn e? Bi taybet roja me ya îro ku rejîmên herêmî û navneteweyî bûne Dehaqên hemdem û bi Rojhilata Navîn re hemû dinyayê ber bi xetereyeke mezin ve dajon, Newroz dikare rista xwe ya dîrokî cardin pêk bîne. Lê ji bo vê beriyê yekîtiya kurdan pêwîst e. Bendewariya Newroza îsal ev bû ku têr bi dilê kurdan pêk nehat, divê ku ji aliyê yekîtiyê ve hîna were pêşxistin.
Ji aliyê mîtolojiyê, dîrok û wateyê ve jî Newroz, bi ristên xwe yên polîtîkî ku li jor heta astekê hatin vekirin re, divê ku hîna dûr û kûr bê lêkolînkirin. Ji aliyê mîtolojiyê ve, derketina du maran a ji pişt an jî sermilên Dehaq, dibe ku kevneşopeke giyaneweran be. Lewre pişt, rabirdûyê nîşan dide. Di giyaneweran de rabirdû, wekê kêmasî hatiye dîtin û ev jî tê hemberî gunehan. Ji ber wê ji salên an jî sersalên ku li para diman re qurban dihatin dayîn. Bi wî awayî dewrekê ku wekî kêmasî dihat dîtin li para dima û dewra, sersala nû jî wekî vejîn dihat pîrozkirin. Ji cendekê mirovan wêdetir, qurbankirina mejiyê ciwanan, divê ku bi baweriya agir ve jî têkildar be. Lewre di agirperestan de serî û mejî, nîşaneya rojê, ronahiyê, zanînê û hwd in. Lê dibe ku nakokî ji ber hin sedeman derketibin. Lewre di civakên giyanewer de mîr an jî pêşeng di sersalan de yan bi rastî yan jî nîşaneyî tên qurbankirin. Lê paşê bi binemalan re mîr li cihê xwe disekinin, li cihê wan ji gel an jî kole tên qurbankirin.
Di mîtolojiya Kawayê Hesinkar de Dehaq dema borî ya ku wekî nebaşî tê dîtin e yan jî bi rastî mîr û binemalan tîne ziman? mijara nîqaşan e. Wekî ku Gilgamêş û Enkîdû Gayê Heyvê dikujin, Mûsa Fîravûn têk dibe, Îbrahîm Nemrût û hwd, Kawayê Hesinkar jî dibe ku nemûşeke wisa be. Lê ev wisa ji ber xwe jî pêk nayê. Di Newrozê de zanebûneke girîng a demê heye. 21ê Adarê, şev û roj dibin yek ku di vir de zanebûneke kozmolojiyê heye. Ev jî ji aliyê dîrokê ve Newrozê dêrîntir dike. Dibe ku dîroka Newrozê wekî raman û rêgez here serdemên ku mirovan demê li gorî xwe sererast kirine. Dîsa agir, ji hingiya ku hatiye venêrandin ve ji bo mirovahiyê xwedî girîngiyeke hebûnî, afrênerî, jiyanî û hwd e. Dibe ku li dervayê hişê mirovî, wekî hişê gerdûnî jî xwedî wateyeke bi vî awayî be ku bi zanista îroyîn re ev her ku diçe bêhtir dertê pêş. Di gelek çeşnên wêjeya devkî ya kurdî de jî der heqê venêrandina agir de qal hene.
Piranî agir ji hêla dêwan (gund, kom, kesên cûda)ve hatiye venêrandin. Venêrandina agir, li dora agir kombûn, destpêka wargeh û dîsa gundên pêşîn e. Bi heman awayî nêçîra pêşketî û berhevkarî jî divê ku bi vê re pêştir ketibe. Têkiliya wateya Newrozê û agir bi awayê nerasterast dikare heta nêzî van serdeman bê dirêjkirin. Bi vî awayî bingeha çanda heyberî jî tê avêtin. Ji baweriyan bigre heta çanda heyberî, felsefeya hebûn û jiyanê ku bixwe jî dikare wekî ramana azadiyê were destnîşankirin, dikare wekî rist, wate û dîroka Newrozê were fikirîn.
Newroza ku destpêkê xwedî van wateyên sirûştî, zanistî, hebûnî, afrênerî û hwd e, bi awayekî xwezayî jî polîtîk e. Polîtîka, ku ji çandê bigre heta huner, felsefe, civak, dîrok û hwd hildide nava xwe, ji serê serî de jî dikare wekî hêmaneke bingehîn a cejna Newrozê were fikirîn. Bi vî awayî her çi qas dîrokên wan ên destpêkî û nava salê ji hev cuda werin nirxandin jî, bi destan an jî mîtolojiya Kawayê Hesinkar re kirina yek a Newrozê ji rist û wateya rastiya Newrozê dûr nîn e ku polîtîzekirina îro jî li ser heman xîmî didome.
Newroz, bi vî awayî ji aliyê dîrokî ve wekî rêgez dikare ne bi hezaran, bi dehan hezar sal jî were dêrîn û dirêjkirin. Li gorî vê rist û wateyî, ji xwezayê bigre heta hebûn û jiyanê, ji çandê bigre heta felsefe û civakê di kîjan serdem û qonaxî de pêwîstiya civakî bi çi hebe, têkoşîna Newrozê arasteyî wê dibe. Çawa ku li destana Kawayê Hesinkar a azadiya ji zilma Dehaq tê barkirin, wekî ku îro jî xwedî heman rist û wateya azadiyê ye, Newroz di nava civaka kurd de bi awayê polîtîkî rizgarbûna ji Dehaqên hemdem de xwedî heman wate û ristî ye. Bi vî awayî careke din li ser şopa xwe ya dîrokî ya çandî, hunerî, polîtîkî û heqîqetî, Newroz li gelê kurd û hemû gelên ku pêwîstiya wan bi azadî û demokrasiyê heye pîroz be.


