Newroz ronahî û azadî ye

Di çand û dîroka gelê Kurd de gelek rojên girîng û taybet hene. Yek ji wan rojan jî Newroz e.

1 deqe xwendin
Newroz ronahî û azadî ye

Di çand û dîroka gelê Kurd de gelek rojên girîng û taybet hene. Yek ji wan rojan jî Newroz e. Di warê dîrokî, mîdolojî, bawerî û etîmolojîk de Newroz çi ye û tê çi wateyê, gelekî li ser hatiye nivîsîn û şîrovekirin. Bê guman Newroz tenê tigehek bi serê xwe nîne. Gelek weteyên girîng ên xwezayî, civakî, çandî û bawerî di nav xwe de dihewîn e. Lewma jî wekî rojeke dîrokî û pîroz tê dîtin û wekî cejnekê tê pîrozkirin. Newroz yan jî Cejna Newrozê, cejneke çandî û dîrokî ye ku ji aliyê gelê Kurd û gelek gelên din ên herêmê ve her sal di meha Adarê de li seranserê cihanê tê pîrozkirin. Di pîrozbahiyên Newrozê de tevlibûneke xurt pêş dikeve. Giyan û manewiyata ku ava dibe xwe digihîne hestên hezaran salan ên berxwedana li dijî zilmê. Di serdema nûjen de cejna Newrozê di çanda Kurdan de wekî cejna azadî û vejînê li seranserê Kurdistanê tê pîrozkirin. Bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê bi salan pîrozbahiyên newrozê qedexe bû. Rexmî vê yekê jî gelê Kurd ji ya xwe danekitin xwerê û ligel bedelên giran ew qedexe û zextên li ser pîrozbahiyên Newrêz rakirin.

Bi taybetî jî ji ber ku gelê Kurd bi salan e têkoşîna azadiyê dimeşîn e ev Roja Nû (Newroz) hestekî mezin ê azadîxwaziyê ava dike. Gelê Kurd li seranserê cîhanê di 21ê Adarê de dadikevin qadan û vê rojê pîroz dikin. Bêguman civak û netewên din ên xwedî vê baweriya kevnar jî li seranserê cîhanê Newrozê pîroz dikin. Tê texmînkirin ku li seranserê cihanê ji aliyê 300 milyon kesan ve her sal Newroz tê pîrozkirin. Lê belê herî zêde tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê li Amedê pêk tê. Bi taybetî jî ji destpêka sedsala 21an û vir ve beşdarbûna pîrozbahiyên Newroza Amedê milyonan kes derbas dike û dibe Newroza herî bi heybet.

Belê dema rewş wiha be bê guman bala her kesî, netewî, sazî û dewletî jî dikişîne ser xwe. Li ser vê yekê roja 21ê Adarê ji aliyê lijneya giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve di 23ê sibata sala 2010an de bi biryara madeya 64/253an wekê Roja Newrozê ya Cîhanê hatiye îlan kirin.

Etîmolojiya peyva Newrozê

Belê ev rojeke wiha ku ji aliyê milyonan ve tê pîrozkirin aliyekî wê yê mîtolojîk û etîmolojîk jî heye. Heke em hinekî ji hev veçirin û pê dakevên dê baştirê bê fêhmkirin û watedar bibe. Belê "Nava Roaca" li gor zimanê qedîm yê Avestayî Newroz e. Lê di pirtûka Avestayê de ev têgeh “Nava Roaca” derbas nabe lê li gorî zimanasan dibe ku ev peyv guherîbe; ew jî wiha çêbûye: Nava->new: nû û Roaca->roz: roj. Di zaravayê kirdkî de bi vî awayî Nava wek Newe û Roaaca jî wek Ruec hatiye guherîn. Di zaravayê kurmancî û soranî de bi vî awayî Nava wek Nû û Roaca jî wek Roc(j) hatiye guherîn. Ji ber vê yekê di zimanê aryenî de dengên z-c-j bi hev diguherin. Bi maneya xwe jî ev peyv wiha tê watedarkirin: Roja nû. Hinek gel vê wekî “sala nû” watedar dikin lê dibe ku tenê ev li gor nirxandina demsalî be. Ev peyv pêşî bi du peyvan “Nava Roaca” pêk hatiye lê piştre di demeke dirêj de li gor xwezaya zimên û civakê guheriye bûye peyvek; pêşî di pehlewî de bûye wek Noroz, piştre jî di kurdî de bûye Newroz.

Ekînoks û 21ê Adarê

Di gerdûnê de pergala hevsengiyê û guherînên diafire rê li ber guherîn û hevsengiyeke nû ya xwzayê jî dike. Ew rojên diyarker bandorên xwe zêde ne. Bi bi aweyekî berbiçav guherînên di xweza û zindîwaran de tê dîtin. Ekînos jî yek ji wan rojan e (21ê Adarê). Ekînoks tê wateya salê du caran hevsengiyekî demê di navbera roj û şevê de pêk tê. Di roja ekînoksê de ji aliyê rojê ve ronahî kirina dinyayê. Roja Newrozê roja yekem a biharê ye ku di vê rojê de li nîvqada bakur ekînoksa biharê pêk tê. Di heman demê di roja ekînoksê de li her du kuyeyên bakur û başûr ku li ser xeta rojhilatinê ne ronahiya rojê di navbera her du nîvqadan de bi awayekî wekhev tê belavkirin.

Wateya roja nû

Di dîroka gelê Kurd de Newroz xwedî nirx û pîroziyên taybet e. Di wateya çandî, bawerî, dîrokî û civakî de ristên girîng dihewîn e. Di warê dualîtî de xwedî taybetmendiyên xwezer e. Newroz li dijî xirabiyê başî, li dijî tarîtiyê ronahî, li dijî teslîmiyetê berxwedan, li dijî koledariyê serhildêrî û azadî ye. Ji xeynî wateya roja nû, wateyên din li Newrozê bên barkirin, dê ji çand, reng û ruhê wê bê qetkirin. Lewra ev wate bi serê xwe gelekî berfireh e. Di wateya jiyaneke nû, rojeke nû, rizgariya ji bindestiyê, girtina serdemek terîtî û destpêka serdemeke nû de, di wateya afirîneriya giyanekî nû, nûjeniya xwezayê, xwe afirandin û azadiyê de dikare bê berfirehkirin. Roja nû ji bo Kurdan; Roja zayînê, roja destpêkeke nû, roja Xweda, dîlgirtina kesê nebaş(ehrîmen), girtina heyameke tarî, destpêk, berxwedan, têkoşîn û roja azadiyê ye. Piştî van nirxan mirov dikare bibêje destpêka sala nû ye jî. Her wiha di wateya bidawîkirina nebaşî û despêka başiyê de jî dikare bê bikaranîn û wate lê bê barkirin. Bi taybetî jî ev şerê başî û nebaşiyê ye. Roja nû baş e û dê her dem roja nebaş bitemirîne. Çimkî roja 21ê Adarê li gor baweriya Newrozê Ehrîmen (nebaşî) li pêşberî Ahûra Mazdayê (başî) têk diçe. Ev tenê di çanda Newrozê de