Newroz û zarok

Heta niha Newroz ku wateya wê roja nû ye bi gelemperî bi çavên mezinan hatiye vegotin.

1 deqe xwendin
Newroz û zarok

Heta niha Newroz ku wateya wê roja nû ye bi gelemperî bi çavên mezinan hatiye vegotin. Lê li her derê Kurdistanê, ji bilî mezinan bi hezaran zarok jî Newrozê bi ruhê xwe yê zarokatiyê, bi cil û bergên xwe, bi deng û rengê xwe, bi lîstik û reqsa xwe pîroz dikin, dibin xeml û nexşa Newrozê. Mirov dema wan temaşe dike dizane ku di dilê zarokên kurdan de jî agirê Newrozê, agirê azadiyê hatiye vêxistin.

Roja Newrozê zarok li her derê belav dibin û Newrozê bi ya dilê xwe pîroz dikin. Carna, dikevin nava ciwan û mezinan jî û hewl didin ku wek wan bireqisin. Mezin, ji bo zarok bibihîsin û hîn bibin ji wan re wiha dibêjin:

21’ê Adarê

Mizgîniya biharê

Berfê da guliya darê

Nema heta êvarê

Hat sersal û roja nû

Berf heliya zû bi zû

Agirê sor gur û geş bû

Dilê me hemûyan xweş bû

Li gel van gotinan dilê zarokan jî xweş dibe, baweriya wan a ji bo xwe zêde dibe, bi dengekî bilind stranan dibêjin û helbestan dixwînin û li ber wan dilîzin:

Em zarok in, zarok in

Wek xodîk û neynûk in

Carna gul û şemamok in

Carna kulîlk û bihok in

Em çevbelek û çavreş in

Lîstikên me pir xweş in

Em radibin dimeşin

Wek tîrêjên rojê geş in

Li kûçe û kolanan

Li ber derî û ser banan

Li zevî û meydanan

Kom dibin li her deran

Dayik û bavên zarokan gava ku dibînin zarok ji bi dilxweşî û rûgeşî Newrozê pîroz dikin ji hev re wiha dibêjin:

Ev zarok zarokên me ne

Ji can û rehên me ne

Ronahiya çavên me ne

Pêşeroj û sibehên me ne

Agirê nûrojê geş dikin

Dilê xwe pê xweş dikin

Xwe li ser agir davêjin

Gotinên şîrîn dibêjin

Zarok carna jî, ji xweh, kek û cîran û nasên xwe yên ku ji wan mezintirîn gotinên li ser Newrozê dibihîsin û bi vê yekê gelek bextewar dibin:

Serê salê binê salê

Pîroz be Newroza malê

Bilind bike vê alê

Tiştekî bavê vê desmalê

Em in neviyên Medan

Nûroj e, cejna me kurdan

Pîroz dikin li qadan

Bi kêf û şahî û seyran

Dilê zarokan jî wek agirê Newrozê geş e. Ew li cihê xwe nasekinin. Carinan bi serê xwe, carinam jî li gel yên ji xwe mezintir, bi kêf û şahiyeke mezin wê roja pîroz cejna kurdan Newrozê bi dilekî herî xweş û bi coş û kelecaneke mezin pîroz dikin û qet naxwazin ew roj xelas bibe.

Di serî de li zarokan, Newroz li me hemûyan pîroz be û ji me re azadî û xweşiyê bîne...