Newroza 2026an: Kirmanckî li ku ye?
Eger em maf û statuya ziman daxwaz dikin, divê em di pratîkê de jî cih bidin wan zimanan. Ev yek ji komîteyên amadekar, ji sazî û dezgehan û ji tevgera civakî dest pê dike. Duzimanî an jî pirzimanî ne tenê peyvên teorîk in; ew divê di îcrakirinê de, di axaftinê de û di ragihandinê de jî bin.

Newroz, her sal, ne tenê cejna biharê ye; ew di heman demê de sahne ye ku nîşan dide, kurd li ser vê axê hene! Newroza 2026an jî bi heman wateyê, bi hêviya demokrasî, aştiyê û azadiyê hat pêşwazîkirin. Bi mehan amadekarî hat kirin; tevger û siyaseta sivîl û saziyên cihêreng di vê pêvajoyê de rol girtin.
Baran, teyrok û coş
Roja Newrozê, te di got qey esman qelişiye û dixwaze bi me re biaxive. Bi baran, teyrok û zipîk em hem di rewşeke xweşik û hem jî dijwar de bûn. Tevî şert û mercên hewayê, qada Newrozê bi rengûdengê xwe nîşan da: bi poster, fotograf… Û ala rengîn li her qincukê qadê bilind dibûn. Ev, bêguman, cihê serbilindiyê bû.
Di nav vê kel û coşê de, gelek kêlî hebûn ku hestên serbilindî û xîretê bi mirov didan hîskirin. Gelek dîmen hebûn ku mirov pê xwe “He” hîs dikir.
Hêvî, peyam û pêvajo
Li ser dikê, navên qedirbilind berz dibûn; têkoşîn û berdelên ku hatine dayin, di şexsê wan navan de xwe didan der. Peyamên ku hatin xwendin (çi navxweyî çi ji derveyî) hêviya me geş kirin, sebir û qinaeta me zêdetir kirin. Loma em ji aliyê xwe ve misoger in. Lê aliyê din çi dike?
Bi gotinên Tuncer Bakirhan, em li benda gavên şênber yên dewletê ne. Pêvajo dimeşe û em çi ji destên me tê, dikin. Lê divê dewlet jî êdî gavên xwe biavêje û erkên xwe bi cih bîne. Lê di vê navberê de, pirsêk giring dikeve ber me: Gelo em di rastiyê de erk û berpirsiyariyên xwe bi cih tînin?
Ziman: bîr, nasname, hebûn
Pêvajo ne tenê siyasî û îdeolojîk e, loma nirx û sincên civaka kurdan, çand û zimanê kurdan ku aliyên bingehîn ên vê pêvajoyê ne. Ziman, ne tenê amûrek ragihandinê ye; ew bîr, nasname û hebûna civakê ye. Ji ber vê yekê, daxwaza maf û statuya ziman ne tenê daxwazeke siyasî ye, daxwazeke civakî û çandî ye.
Berpirsiyariya me: Ji nav xwe dest pê bikin
Ev daxwaz ne tenê ji dewletê tê kirin. Berî her tiştî, divê em şûjinê di xwe re bikin. Eger em dixwazin zimanê xwe biparêzin û bidin xuyakirin, divê em ji nav xwe dest pê bikin.
Kurmancî heye… lê kirmanckî li ku ye?
Li Newroza 2026an, pêşkeşî bi giranî bi kurmancî hat kirin. Ev pêşketinek girîng e, lê hîn têr nake. Name û vîdeopeyam jî bi kurmancî û soranî bûn; ev jî bi qîmet e, lê kêm e.
Rastiya me ew e ku em civakeke pirzimanî ne. Li bakurê Kurdistanê, li gel zimanê serdest (tirkî), hem kurmancî hem jî kirmanckî hene. Lê di qada Newrozê de, kirmanckî bi qasî zimanên din xwe nîşan neda. Ew bi tenê di devê hin hunermendan de, li gel çend gotinên zimanên din yên wekî îngilîzî, ermenî, erebî hat bilêvkirin, wekî ku zimanekî derveyî ye.
Ev ne tenê kêmanî ye, ev nêrîn e
Eger em maf û statuya ziman daxwaz dikin, divê em di pratîkê de jî cih bidin wan zimanan. Ev yek ji komîteyên amadekar, ji sazî û dezgehan û ji tevgera civakî dest pê dike. Duzimanî an jî pirzimanî ne tenê peyvên teorîk in; ew divê di îcrakirinê de, di axaftinê de û di ragihandinê de jî bin.
Her gav tirkî û kurmancî wekî du zimanên paralel hatine danîn. Belê, li gelek welatên duzimanî ev rewş wisa dibe, lê li bakurê Kurdistanê ji bo kurdî (kurmancî û kirmanckî) divê ev model ne bi vî awayî were berdewamkirin. Di nava zimanên kurdî de jî divê hevsengî û naskirin hebe.
Ev rewş, ne tenê kêmaniyeke teknîkî ye; ew nîşaneya nêrînê ye.
Pirsa ku her gav bê kirin
Ji ber vê yekê, pirsa “kirmanckî li ku ye?” ne tenê li Newrozê ye. Ev pirs, li ser nêrîna me ya bi xwe re ye.
Loma divê her tim em bipirsin. Kirmanckî li ku ye?


