‘Newroza 2026an qonaxa nû ya aştiyê ye’
Aktivîsta TJAyê Fatma Ablay destnîşan kir ku Newroza 2026an ji bo kurdan qonaxeke nû ya pêvajoya aştî û yekîtiya neteweyî ye. Fatma Ablay diyar kir ku qadên Newrozê dê bibin dengê civaka demokratîk û daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan; û bang li hemû ciwan, jin û gelan kir ku ji bo serfiraziya yekîtiyê û çareseriyê, li dora agirê azadiyê bibin yek.

Koordînasyona Navendî ya Newrozê di 9ê adarê de bi dirûşma ‘Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk’ deklerasyona Newroza 2026an li Amedê aşkere kir. Di deklerasyona Newrozê de pêvajoya dîrokî ya banga Aştî û Civaka Demokratîk, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê aibata 2025an de da destpêkirin û niha jî bi têkoşîneke bêhempa didome, misogerkirina azadiya fîzîkî û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, avakirina civaka demokratîk wek peywîreke sereke destnîşan kiriye. Her wiha agirê Newrozê wek ruhê berxwedana honandî ya jinên kurd û yekîtiya neteweyî ya kurdî ya demokratîk pênase kiriye.
Em li ser deklerasyona Newroza 2026an ku di 9ê adarê de li Amedê hat dayîn, armanca Newrozê, plansaziya çalakî û mitîngên ku dê di Newroza 2026an li bajaran werin lidarxistin, têkiliya Newrozê û yekîtiya neteweyî ya gelê kurd bi hev re çi ye, bi aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fatma Albay re axivîn.
We di 9ê adarê de bi dirûşma ‘Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk’ li Amedê deklerasyona Newroza 2026an da. Têkiliya Newroz û yekîtiyê bi hev re çi ye?
Newroz yan jî Nûroj çîroka vejîn û berxwedana dîrokî ya Kawayê Hesinkar a li hemberî Dehaqê zordar û zilimkar e. Newroz ji bo têkoşîna kurdan a azadiyê jî dîroka destana berxwedan û têkoşîna 50 salên dawî ye ku bûye bingeha guherîn û veguherîna polîtîk a têkoşîna azadiya civakê.
Yekîtiya Demokratîk;
Di nîvê sedsala 21ê de kaos kûrtir bû. Bi vê ve girêdayî netewe-dewletan armanc kir ku di Rojhilata Navîn de plana dîzaynkirinê pêk bînin. Hegemonyayên ku dixwestin destkeftiyên jinên kurd û gelê kurd ku li rojavayê Kurdistanê bi bedelên mezin hatine bidestxistin, di nav xwe de parve bikin. Ango çawa ku 27 sal berê xwestin gelê kurd di şexsê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan de tenê bihêlin, îro jî dixwazin heman komployê di kesayeta Rojava de dîsa bimeşînin û kurdan bêbandor bikin û kurdan bi înkar, îmha, asîmîlasyonê û bi qirkirinê re rû bi rû bihêlin. Ango hêzên komploger xwest dîrok xwe dubare bike... Lê rastiyeke kurdan û bi taybetî jî ya jinên kurd heye û hêzên hegemonîk vê rastiyê ji bîr dikin. Ne jinên kurd ne jî gelê kurd wek jinên berê yan jî gelê kurd ê berê nîn e! Hêza kurdan û rastiya heqîqeta jinên kurd destûr neda û li derdora rojavayê Kurdistanê bûn xelek û bi keziyên xwe berxwedan honandin û ruhê yekîtiya neteweyî ya kurdan afirandin. Ev ruhê berxwedana rûmetê hemû lîstikên ku li ser gelê kurd hatin meşandin pûç kirin. Gelê kurd peyamek girîng ji bo feraseta hegemonîk da, ku ev peyama yekîtiya neteweyî bû. Fikra yekîtiya neteweyî jî komên etnîkî, zimanî, dînî û cinsî yên cuda li ser modela neteweya demokratîk anî ba hev. Di vir de bi taybetî dixwazim balê bikişînim ser babeta di navbera Konfederasyona Med û neteweya demokratîk de ku hebûna girêdana pratîk û fikrî ye.
Newroz di bingeha xwe de azadî, yekîtiya demokratîk û hişmendiya azadiyê ya têkoşîna polîtîk û demokratîkbûnê ye. Demokratîk yan jî demokratîkbûn jî şêweyeke jiyanê ye. Şîara îsal a Newrozê kurteya sala borî ye û navê avakirina pêşerojê ye.
Wateya Newrozê ji bo kurdan çi ye, divê di serdema nû de çawa were nirxandin û di Newrozê de peyameke çawa were dayîn?
Wateya Newrozê pir giranbuha ye û mirov nikare Newrozê bi yek tiştî pênase bike. Newroz têgîneke pirwate, kûr û hûr e. Newroz ji bo kurdan, ne tenê hatina biharê ye, di heman demê de sembola berxwedana dîrokî, şiyarbûna neteweyî, ji nû ve zayîn, afirandina vejîn û bilindkirina ala têkoşîna azadiyê ye. Ew sembola agirê azadî û berxwedanê ya li dijî zilma Dehaqan e ku ji hêla Kawayê Hesinkar ve hatiye pêxistin û bûye xaleke werçerxanê ya dîrokî ku têkoşîna azadiya kurdan temsîl dike. Ew agirê vejînê ye ku bi laşê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce û Ronahî ve hatiye geşkirin. Bêguman ev agir bi pêşengiya jinên kurd zayîn û vejîn, jînde bûye. Ev agirê Newrozê di heman demê de ji hêla kurdan ve wekî sembola nasnameya siyasî, yekîtiya neteweyî, guhertin, veguherîna civakê û lêgerîna heqîqeta azadiyê hatiye pênasekirin û her sal ev ji aliyê bi milyonan kurdan ve tê pîrozkirin. Bi taybetî jî girîngiya Newroza îsal jî ev e ku peyamên wê bi perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan a civaka demokratîk û yekîtiya neteweyî ya demokratîk in. Pêşdebirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk, avêtina gavên siyasî û qanûnî, peydakirina şert û mercên fîzîkî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di çarçoveya prensîba mafê hêviyê de ne, misogerkirina mafê zagonî yê gelê kurd, çareseriya demokratîk û peymana wekheviyê ya hemwelatiyeke azad, li ser esasê komara demokratîk mayîndekirina aştiyê peywira me hemûyan a sereke ye. Ev xalên sereke yên peyamê ne ku dê di roja Newrozê de werin dayîn. Ev peyam ne tenê ji bo gelê kurd, di heman demê de dê ji bo gelê Tirkiyeyê jî were dayîn.
We di deklerasyonê de bal kişandibû ser qonaxa nû ya civaka demokratîk û îradeya agirê Newrozê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Tu dikarî vê mijarê vebikî?
Pêvajoya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ salek xwe temam kir. Di vê demê de, Tevgera Azadiya Kurd û serokatiya wê gavên pratîkî yên yekalî avêtin. Ev heyam girtina serdema siyaseta tundûtûjiyê û destpêka avakirina civaka demokratîk û siyaseta demokratîk e. Ev qonax wek qonaxa duyemîn tê binavkirin. Ango qonaxa yekemîn a serdema negatîf temam kiriye û derbasî serdema nû ya pozîtîf a entegrasyona demokratîk bûye. Ev qonax gavên demokratîk ên sazûmanî yên berbiçav in ku di çarçoveya qanûnî û siyasî de ne. Wek ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan diyar kiriye, "Veguhastina ji bo Entegrasyona Demokratîk Qanûnên Aştiyê Pêwîst dike." Li ser vê yekê, pêdivî bi danîna rêziknameyên qanûnî yên wekî qanûnên azadiyê an qanûnên veguhêz, Mafê Hêviyê û biryarên DMMEyê heye. Mijareke din demokrasiya herêmî, rêveberiya herêmî û azadiya rêxistinbûnê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kiriye ku divê di vê qonaxê de "Entegrasyona Demokratîk" were nîqaşkirin û bi awayekî zagonî bikeve meriyetê. Ango qonaxa duyemîn a serdema pozîtîf tê wateya bi her awayî qebûlkirina mafê hebûnê, mafê azadiyê, mafê têkoşîna polîtîk û siyaseta demokratîk. Îradeya li pişt agirê Newrozê jî biryardariyeke dîrokî temsîl dike. Li dijî neheqî, zilm û koledariyê, ji bo serxwebûnê serî rakiriye, ji bo azadiyê bi rûmet têkoşiyaye û jiyana ku di bin tarîtiyê de mabû û gelê ku bi qirkirinê re rû bi rû mabû, ew jiyan û ew gel ji bin tarîtiyê rizgar kir û ber bi ronahiyê ve bir.
Hûn ê wek TJAyê Newroza 2026an bi kîjan dirûşmê pêşwazî bikin û plansaziya we ya ji bo Newrozê çi ye?
Em wek jinên kurd, xwe wek hêza sereke ya vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dibînin û avakirina yekîtiya komunên civaka demokratîk jî bi her awayî didin meşandin. Em bi her awayî bi pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bawer in û ji bo serkeftinê jî em ê heta dawiyê têbikoşin. Em bi vê baweriyê û bi hişmendiyeke ku ji felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' kok berdaye, Newroza 2026an pêşwazî dikin. Newroza 2026an ne tenê ji bo têkoşînên jinên kurd û gelê kurd e, ne tenê li Tirkiyeyê û Kurdistanê ye, di heman demê de li her çar aliyên Kurdistanê, Îran, Efxanistan, Amerîkaya Latîn û gelek deverên din ên cîhanê nexşerêyeke berxwedana gelê mazlûm e ku hatiye plankirin. Me 8ê adarê bi ruhê berxwedana keziyên honandî yên jinên kurd pêşwazî kirin û bû sembola têkoşîna me ya rêxistinkirî. Em ê Newroza 2026an a Azadî û Yekîtiya Demokratîk bi dirûşma ‘Niha Dema Jinan e’ peşwazî bikin.
Plansaziya Newrozê ya TJA'yê: Agirê Newrozê dê li Sûra Amedê, di şexsê Zekiye Alkan de ku teslîmiyet red kir û bi hemû ruhê xwe pêşwaziya Newrozê kir, hat vêxistin. Agirê Newrozê li Kadîfekaleyê jî, di kesayetiya Rahşan Demîrel de, ku got, ‘Ez xwe li Kadîfekaleyê dikim Newroz. Divê ez bersiva Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê bidim,’ bi jinên Kadîfekaleyê re hat pêxistin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê, gelek bajar dîtin ku jin yekemîn kes in ku bi meşaleyan agirê Newrozê pêşwazî dikin. Ez dikarim bibêjim ku di mîtîng û çalakiyan de, jin dê di pozîsyoneke pêşeng de bin û ji bo Azadî û Yekîtiya Demokratîk pêşengiya Newrozê bikin.
Herî dawî peyama we ya ji bo Newrozê çi ye?
Newroza 2026an dê bibe navê mezinbûna berxwedanê, daxwaza azadiyê ya herî berfireh, wesîleya avakirina civakek demokratîk û îradeya ku yekîtiya neteweyî derxistiye holê. Em bang li hemû jin, ciwan, karker û mirovan dikin ku ji azadiyê hez dikin û dixwazin aştî pêk were ku ji bo serkeftina yekîtiya neteweyî li qadên Newrozê bicivin; têkoşîna yekîtî, azadî, demokrasî û wekheviyê xurt bikin; û qadên Newrozê bi hemû reng û dengên xwe tijî bikin. Ez careke din bi boneya Newrozê, ji biçûkan bigire heta mezinan, cejna Newrozê ya her kesê ku bi biryardariyeke mezin têkoşîna azadiyê xurt dike û bi taybetî jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan têkoşîna azadiyê dide, dubare pîroz dikim.


