Newroza Nisêbînê: Divê Rêberê aştiyê azad be
Li navçeya Nisêbînê bi beşdariya hezaran kes pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Siyasetmedar Gultan Kişanak di pîrozbahiyê de got: “Eger têkoşînên ku li çaraliyê cîhanê tên meşandin bi aştiyê bi dawî bibin, wê demê mîmarê wê aştiyê, rêberê wê aştiyê, divê azad be.”

Li navçeya Nisêbînê a Mêrdînê, pîrozbahiya Cejna Newrozê bi dirûşmeyên “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û “Newroza Azadî û Demokrasiyê” hat lidarxistin. Welatiyan ku cilên xwe yên kurdî û neteweyî li xwe kirin, ji danê sibehê ve dest bi herikîna qada Newrozê kirin. Welatiyan, bi alayên kes û sor û zer ketin qadê û li ber stranan govend gerandin
Posterên cangoriyan hatin hildan
Tevî barana zêde ya li bajêr, welatiyan pîrozbahiya xwe ya Newrozê li meydanê berdewam kirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêberên damezrîner ên PKKê Mazlum Dogan, Haki Karer, Sakîne Cansiz û gelekên din bilind kirin. Girseyê gelek caran dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan berz kirin.
Ciwan bi posterên Ocalan derketin ser dikê
Bi hezaran kesan bi nîşaneya serketinê dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ berz kirin. Piştî rêzgirtinê, endamên komîteya amadekar a Newrozê û yên di protokolê de ji bo axaftinan hatin vexwendin ser dikê. Dema ku axaftin berdewam dikirin, dirûşmeya ‘Bijî Rêber Apo’ bênavber hat berzkirin. Li vê derê, komek ciwanan bariyerên polîsan derbas kirin û derketin ser dikê. Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKKê vekirin û dirûşme berz kirin. Dema ku ciwanan posteran nîşan dan, girseya li qadê bi coşeke mezin qîr kir û kelecan qet kêm nebû.
Salih Muslim hate bibîranîn
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan di pîrozbahiyê de axivî û bi bîranîna endamê Konseya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim ku jiyana xwe ji dest da, dest bi axaftina xwe kir. Tanhan pîrozbahiyên Newroza 1992yan û komkujiyên piştî wê bi bîr anî û diyar kir ku gelê Kurd piştî dayîna bedelên giran gihîştiye vê astê. Tanhan navên rêberên şoreşger ên ku jiyana xwe ji dest dane rêz kir û got ku ew ê bîranîn û têkoşîna wan zindî bihêlin.
Piştre siyasetmedar Gultan Kişanak axivî û gel û berxwedana Rojavay û Rojhilatê silav kir û Salih Muslim bi bîr anî.
Gultan Kişanakê destnîşan kir ku Kurd bi salan e têdikoşin û diyar kir ku ew ji bo wekhevî, perwerdehiya bi zimanê dayikê û îradeya gel têdikoşin. Gultan Kişanakê got: “Ev sedemên têkoşîna me ne, ev armancên me ne.”
Gultan Kişanakê diyar kir ku ew bi salan e ji bo azadî, wekhevî û aştiyê têdikoşin û got ku rêya berfirehkirina têkoşînê bi yekîtî û rêxistinbûna gel pêkan e.
‘Divê mîmarê aştiyê azad be’
Gultan Kişanakê ku got “Em dixwazin ev Newroz bibe Newrozeke aştiyê, bibe Newrozeke yekîtiya gelê me, bibe Newrozeke azadiyê” wiha got: “Em careke din bi awayekî pir zelal daxwaza xwe ya ji bo azadiya birêz Ocalan, mîmarê aştiyê, tînin ziman. Ger têkoşînên ku li çaraliyê cîhanê tên meşandin bi aştiyê bi dawî bibin, wê demê mîmarê wê aştiyê, rêberê wê aştiyê, divê azad be. Em vê daxwazê dikin.”
Gultan Kişanakê wiha domand: “Deriyên girtîgehan wê werin vekirin, yên li çiyayan wê werin, yên li sirgûnê wê werin. Ev gel wê mafê xwe yê siyaseta demokratîk bê astengî bi kar bîne.”
Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi pêşengiya ciwan û jinan hat vêxistin. Gava agir hat vêxistin girseyê bi hev re dirûşmeya ‘Newroz pîroz be’ berz kir.
Piştî axaftinan, Babetna derket ser dikê,û bi hezaran kes li ber stranan govend gerandin.


