Li Stenbolê Newroza Azadiyê bi dawî bû

Li Qada Yenîkoyê ya Stenbolê bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û bi dirûşma “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin.

1 deqe xwendin
Li Stenbolê Newroza Azadiyê bi dawî bû

Li Qada Yenîkoyê ya Stenbolê bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û bi dirûşma “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Piştî axaftinan, hunermend Kadîr Çat derket ser dikê. Piştre jî koma dahol û zirneyê derket ser dikê. Govendên li qadê hatin gerandin rê li ber dîmenên rengîn vekir. Pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.