‘Niha dema jinê ye, em ê li dora agirê Newrozê bibin xelek’

Aktivîsta TJAyê û Hevseroka DBPê Rûçem Vefa Elyakût destnîşan kir ku jinên kurd ên ku di 8ê Adarê de li dora peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn xelek, dê bi heman vîn û dirûşma "Niha Dema Jinê ye" berê xwe bidin qadên Newroza 2026an û daxwazên xwe yên azadiyê bînin ziman.

1 deqe xwendin
‘Niha dema jinê ye, em ê li dora agirê Newrozê bibin xelek’

Tevgera Jinên Azad (TJA), 8ê Adara 2026an bi dirûşma ‘Em bi berxwedanê azad bibin, civaka demokratîk dihonin’ li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê bi meş û mitîngên cihêreng pêşwazî kir. Ji mitîngên Amed, Wan, Mêrdîn û Êlihê heta mitînga fînalê ya Pirsûsê, ji bajarên Stenbol, Kocaelî, Mersîn, Edene û heta Îzmîrê jin li dora peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn xeleka azadiyê. Li qadan soz û peymana azadiyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dan û gotin ‘Niha Dema Jinê ye.’ Her wiha jinên Kurd dê bi van soz û dildariyê, bi dirûşma ‘Niha Dema Jinê ye’ dakevin qadên Newrozê.

Em derbarê çalakî û mitîngên ku di 8ê Adara derbasbûyî de li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê hatin lidarxistin, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di mitîngan de hate xwendin, jin di 8ê Adarê de gihiştin encameke çawa û dê Newroza 2026an çawa pêşwazî bikin bi aktivîsta TJAyê û Hevseroka DBPê Rûçem Vefa Elyakût re axivîn.

‘Daxwaza jinan a herî sereke azadiya Rêber Apo ye’

Aktîvîsta TJAyê Rûçem Vefa Elyakût der barê çalakî û mitîngên 8ê Adarê yên ku li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin lidarxistin û peyamên ku derketine holê de wiha got: “8ê Adarê bi coşa azadî û demokrasiyê li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê hate pîrozkirin. Jinên berxwedêr û têkoşer yek bi yek hatin bibîranîn, soza serkeftina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan û soza serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate dayîn. Her wiha tevlêbûna jinan a 8ê Adara îsal li her bajarê Kurdistanê gelek xurt û bi girseyî derbas bû. Li gelek bajarên Kurdistanê yên wekî Amed, Wan, Bilîs, Cizîr, Erzerom, Dêrsim, Agirî, Dîlok, Mereş, Mûş, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Colemêrg û Rihayê (ku mitînga fînalê li Pirsûsê bû) bi coş û xurt derbas bû. Jin bi rengên xwe, bi cil û bergên xwe yên neteweyî herikîn qadan. Bi pankart û dirûşmên xwe daxwazên xwe yên azadiyê berz kirin. Ev reng û coş ne tenê li Kurdistanê, li metropolên Tirkiyeyê jî wekî bajarên Stenbol, Kocaelî, Mersîn, Edene û Tarsusê bi girseyî hate pîrozkirin. Li metropolên Tirkiyeyê daxwaza jinan a herî sereke û peyama ku dan, azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan bû. Jixwe girîngiya 8ê adara îsal jî peyama Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bû. Ev peyam ne tenê di mitîngên ku li Kurdistanê hatin lidarxistin de hate xwendin, di heman demê de di meş û mitîngên ku li aliyên Tirkiyeyê jî hatin lidarxistin de hate xwendin.”

‘Em peyama Rêber Apo wekî nexşerêyekê dibînin’

Rûçem Vefa Elyakût got ku vîna ku di 8ê Adarê de derketiye holê, bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku li cîhanê belav bûye û bûye felsefeya azadiyê ya hemû jinên cîhanê û wiha got: “Ev peyam, li gel kelecanê, rastî û girîngiya rêxistinbûyînê danî pêşiya me. Jin wekî “Pêşengên avakarên jiyana azad a komûnê” pênase kiribû û rê û rêbazên avabûna jiyana komunal jî ji me jinan re diyar kiribû. Li gorî paradîgmaya azadiyê, jiyaneke hevpar û demokratîk bi tevlîbûn û pêşengiyê gengaz e. Em wek jinên kurd peyama Rêber Apo wekî nexşerêyekê dibînin. Ev yek di ruhê her jineke ku li qadan bû de dihate dîtin. Em di wê baweriyê de ne ku ew ruh, kelecan û vîna ku di 8ê Adarê de derketiye holê, bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku li cîhanê belav bûye û bûye felsefeya azadiyê ya hemû jinên cîhanê, dê nexşerêya çareseriyê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bixe û ew rûh dê mohra xwe li Newroza 2026an bide.”

‘Heta jin azad nebe civak jî azad nabe’

Rûçem Vefa Elyakût di axaftina xwe de bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji bo 8ê Adarê şandibû û wiha pê de çû: “Li seranserê Kurdistanê û Tirkiyeyê jin di qadan de li dora yek peyamê civiyan. Ev peyam jî peyama Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bû. Her wiha daxwaza jinan a sereke ya li qadan jî bicihanîna şert û mercên Rêberê Gelê Kurd û statûya wî ya siyasî bû. Ji bo ku pêvajoya muzakereyê bi awayekî cidî were birêvebirin û pêvajo bi ser bikeve, statûya siyasî ya Birêz Abdullah Ocalan şert e. Muzakere ancax bi guhertin û veguherîna zagonan gengaz dibe. Ji bo serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan divê jêneger be. Ango statûya Birêz Abdullah Ocalan û rewşa pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û muzakereyên ku niha tên kirin bi hev ve girêdayî ne. Mirov nikare van her duyan ji hev cuda bigire dest. Jinên Kurd bi vê mebestê daketin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan kirin û her wiha jinan diyar kir ku ew daxwaza wan dê her tim herî sereke be heta ku azadî pêk were. Çawa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aniye ziman ‘Heta jin azad nebe civak jî azad nabe’. Jinan jî di çalakî, meş û mitîngan de diyar kirin ku azadiya jinan û azadiya civakan bi azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan pêkan dibe û herwiha serkeftina pêvajoyê jî bi azadiya wî mîsoger dibe.”

‘Jin pêşengiya civaka demokratîk dike’

Rûçem Vefa Elyakût di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê Newroza 2026an bi berxwedana Semayan pîroz bikin û ev tişt anî ziman; “Sema Yûce di nameya xwe de gotibû, “Dixwazim di navbera 8ê adarê û 21ê Newrozê de bibim pirek ji agir’’. Bi wesîleya 21ê Newrozê şehîd heval Sema Yûce jî bi minet bi bîr tînim û em soz didin ku ew ê her tim di têkoşîna me de bijî û bibe ronahiya rêya me. Em wek TJA jî bi berxwedana Semayan 8ê adarê pîroz dikin. Me got êdî ‘Niha Dema Jinê ye’ û jin bi vê baweriyê daketin qadên 8ê adarê. Jina ku bi hezaran salan di bin nîrê pergala klasîk de hatiye hiştin, ew êdî pêşengiya civaka demokratîk dike. Dema ku em qala civak û neteweya demokratîk dikin, di heman demê de em qala jina azad dikin. Ji ber vê yekê em jin îsal bi dirûşma ‘Niha Dema Jinê ye’ ketin qadan.”

‘Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk’

Rûçem Vefa Elyakût herî dawî li ser Newrozê û tevlêbûna jinan a Newrozê ev tişt anî ziman: “Newroza îsal bi dirûşma ‘Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk tê pîrozkirin. Em wek jin di Newrozê de bi dirûşma xwe ya pêngava ‘Niha Dema Jinê ye’ dakevin qadan û em ê di qadên Newrozê de jî daxwazên xwe yên azadî û statûya Rêberê Apo bînin ziman. Em bi vê mebestê bang li hemû jinan dikin ku biherikin qadan û li dora agirê Newrozê bibin xelek.”