Nirxandinên Abdullah Ocalan ên ji bo rojhilatê Kurdistanê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dewleta tirk re pêvajoyekê dimeşîne. Hewl dide ku rêyên çareseriyê bi dewleta tirk re peyda bike. Ji bo vê yekê gelek rêbazên çareseriyê û zimanê herî dewlemend ê dîplomasiyê bi kar tîne.

1 deqe xwendin
Nirxandinên Abdullah Ocalan ên ji bo rojhilatê Kurdistanê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dewleta tirk re pêvajoyekê dimeşîne. Hewl dide ku rêyên çareseriyê bi dewleta tirk re peyda bike. Ji bo vê yekê gelek rêbazên çareseriyê û zimanê herî dewlemend ê dîplomasiyê bi kar tîne. Li ser vê mijarê gelek nîqaş jî tên kirin. Hin kes bi zanebûn berevajî dikin û hin kes jî nikarin têr watayê bidin. Ew zimanê ji bo pêwîstiya diyalektîka muzakereyê bi kar tîne. 

Ji bo kes û derdorên ku bi zanebûn nirxandin, gotin û zimanê Abdullah Ocalan berevajî dikin, tiştekî ku em bêjin tune ye. Ji ber ku ew karê xwe dikin. Ji ber ku wî ji bo xwe wekî talûke dibînin, van êrişan dikin. Ev kes ji wan derdoran bador dibin ku diyalektîka siyaset û muzakereyan, nirxandin, ziman û terzê siyaseta Abdullah Ocalan berevajî dikin. Ji bo wê ev nivîs ji bo wan kesan e ku ji ber agahiyên kêm, baş neşopandina kuliyata Abdullah Ocalan an jî aşînanebûna terzê siyaseta Abdullah Ocalan hatiye nivîsandin. 

Birêz Abdullah Ocalan rêberek e ku bandor li ser tevahiya gelê kurd kiriye û teşe daye jiyana wan. Helbet gotinên wî girîng e û hêjayî nîqaş û nirxandinên berfireh in. Ocalan bandorê li ser çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê dike. Ne tenê teşe dide siyaset, sosyolojî û pêşeroja kurdan bandorek diyarker li siyaseta dewletên dagirker ên Kurdistanê û hêzên navnetewî jî dike. 

Bi vê boneyê ji meraqkirina nirxandin û gotinên Abdullah Ocalan mafê her kurdî ye. Lê rastiyên siyasetê jî hene. Ev ji bo hemû rêxistin, pêkhate û dewletên siyasetê dikin derbasdar e. Zimanê muzakere, şer û aştiyê ji hev cuda ne. Divê hemû gotin, nêrîn û nirxandinên Abdullah Ocalan di vê çarçoveyê de bên nirxandin. Terzê birêz Abdullah Ocalan ê siyasetê, kuliyata wî ya li ser siyaset, sosyolojî, çand, dîrok û pergalên cîhanê bê zanîn. Hingê dê bê fêmkirin ka Ocalan dixwaze çi û çawa bike. 

Li ser vê bingehê niha nêrînên Abdullah Ocalan ên der barê rojhilatê Kurdistanê de tên meraqkirin. Gelo ji bo Rojhilat çi got, çi dibêje û dixwaze Tevgera Azadiya Kurdistanê, gelê kurd û partiyên Rojhilat çawa tevbigerin? Wekî kesek bi qasî ji dest tê kuliyata Abdullah Ocalan şopandî, hewil dide terzê siyaseta fêm dike, her wiha pêvajoya dawî dişopîne û hevdîtinên Abdullah Ocalan ji nêz ve dişopîne, dixwazim nêrînên rêzdar Abdullah Ocalan bi çend xalan bînim ziman. 

Yek, Abdullah Ocalan barê giran ê gelê kurd li ser milên xwe hîs dike. Ji bo gotinekê bîne ziman bi sedan caran difikire. Bi gotina wî, “Bi qasî azadiya gelê kurd, li ewlehiya gelê kurd jî difikire.”  

Dudu, ev tê wê wateyê ku Abdullah Ocalan realîst tevdigere. Ji siyaseta ku kurd tê de bi ser nakevin û zirarê bide kurdan dûr disekine. Xîtabî hestan nake, xîtabî mêjî dike. Naxwaze kurd jî li gorî daxwazên ji hêza wan mezintir bixwazin û wenda bikin an jî zirarê bibînin. 

Sê, Abdullah Ocalan bênavber gotina, “îhtîmal heye ku pêncî Xezayan bînin serê kurdan” dubare dike. Ev hişyariyek girîng e. Ji ber ku Abdullah Ocalan dibîne ku pergala cîhanê têk diçe, pîvan û saziyên navneteweyî bêwate bûne. Çawa ku li dijî tiştên li Xezayê qewimîn ji bilî, “çend şermezarkirinan” ti dewletê tiştek nekir, heman tişt dema hatin serê kurdan jî ti dewlet dengê xwe nake. Herî zêde dikarin bêjin “em bi fikar in, em şermezar dikin” û bêdeng bimînin. Ev yek berî Xezayê di êrişên li Sûr, Cizîr, Kerkûk, Şengal, Efrîn û Serêkaniyê hat dîtin. 

Çar, Abdullah Ocalan li ser têkiliyên bi hêzên ji derve re jî gelek zelal e. Dibêje, “Ku hêzek ji we alîkariyê bixwaze hîç texsîr nekin. Heta herin têkiliyan deynin û tifaqan çêbikin. Lê şiyar bin. Tifaqên stratejîk bikin. Sibe du sibe dema êrişî we kirin, bikaribin xwe biparêzin. Bila tifaqên we di rojên giran de sûdê bidin we.” Abdullah Ocalan herî zêde jî di mijara rojavayê Kurdistanê de ev hişyarî kirin. Dema mijara Îsraîlê vedibe her tim hişyar dike, “Bi Îsraîlê re tifaq çêbikin. Lê qelsiya we ya herî mezin parastina hewayî ye. Ku Îsraîl soza parastina hewayî bide, hîç nesekinin û tifaqa stratejîk çêbikin.”

Pênc, Abdulah Ocalan dibêje ku gelê kurd li Rojhilata Navîn bi tirk, fars û ereban re cîran e. Ev dewlet jî rikeber û dijminên Îsraîlê ne. Ku kurd bi Îsraîlê re tifaqê bikin dê bi neçarî dijminiyan van gel û dewetên wan re rû bi rû bimînin. Ku parastina wan nebe dê kurd bên fetisandin. Ji bo wê tifaqa stratejîk nebe, têkiliyên taktîk ji bo kurdan felaket e. Pêşketinên li Rojava ev gotin û siyaseta Abdullah Ocalan jî piştrast kirin. Îsraîl, DYA û Ewropayê kurd wekî kartekê li dijî tirkan bi kar anîn, tawîzên dixwestin wergirtin û piştre bêdeng man. 

Şeş, li ser mijara Rojhilat jî Abdullah Ocalan wekî rewşa Rojava difikire. Cardin dibêje ku hêza we hebe qet nesekinin li Rojhilat bikevin nav liv û tevgerê û mafên xwe bi dest bixin. Lê di heman demê de hişyar dike, “Ku hêza we têrî têkbirina dijminê we neke, dest ji siyaseta blofan, xwe mezinkirinê jî berdin”. Abdullah Ocalan serhildanên kurdan ên têkçûyî bi bîr dixe û dibêje ku heta hûn bi hêza xwe bawer nebin, bi îhtîmala hêzên derveyî nekevin nav liv û tevgerê. Her wiha dibêje, “Dê sibe careke din li hev bikin gelê kurd dê bi komkujiyên nû re rû bi rû bimîne, wekî mînaka Peymana Cezayîrê”. 

Bi kurtasî siyaseta Abdullah Ocalan ji faktorên derveyî zêdetir bi esasî li ser bingeha hêza cewherî ye. Dibêje bi qasî hêza xwe ti dikarî siyasetê bikî. Ku tu gotinên ji hêza xwe zêde û blofan bikî tu dê wenda bikî û gel jî bi komkujiyan re rû bi rû bihêlî. Ji bo wê her tim dubare dike ku bi qasî azadiya gelê kurd li ewlehiya gelê kurd jî difikere. Abdullah Ocalan di hevdîtinên meha cotmehê de got ku hewildanên li pêşiya Îranê dê mezin bin û li gorî wê amadekariyên xwe bikin. Naxwaze siyaseta kurd firsetên çêdibin bi hêsanî xerc bike. Niha şerek mezin li dijî Îranê hat destpêkirin. Nêrînên Abdullah Ocalan jî wekî li jor hatin gotin in. Êdî bar û berpirsyarî li ser milê siyaseta kurdî ye. 

Divê kurd hûr bifikirin, kûr bifikirin û dûr bifikirin; ne fersendên heyî ji dest bidin û ne jî bi hestan tevbigerin û bi zirarên nayên telafîkirin re rû bi rû bimînin.