Nobeta bêdem a li Draguignanê jinan dewr girt

Konê berxwedanê yê bêdem a ku ji bo piştgiriya Rojava li Draguignan a Fransayê hatibû danîn, di roja 9an de ye. Jinên ku nobet dewr girtinbanga hevgirtinê kirin.

1 deqe xwendin
Nobeta bêdem a li Draguignanê jinan dewr girt

Konê berxwedanê yê bêdem a ku ji bo piştgiriya Rojava li ber avahiya Waliyê Draguignan a Fransayê hatibû danîn, di roja 9an de berdewam dike. Jinan nobet dewr girt û jinên ji Partiya Sosyalîst a Fransayê jî ji bo nîşandana hevgirtinê beşdarî çalakiyê bûn.

Li ser navê jinan Melîce Dînç axivî û diyar kir ku ew daxuyaniyên HSD, YPG û YPJê li ber çavan digirin. Melîce Dînç got, “Heta ku statuya fermî were naskirin wê çalakî û xwepêşandan berdewam bikin."

Konê berxwedanê ji bo xurtkirina hevgirtinê li dijî êrîşên li Rojava  bi pêşengiya ciwanan û jinan de berdewam dike. Beşdaran ji bo bidawîkirina zexta li ser gelê kurd daxwaza piştgiriya navneteweyî kirin.