Nobeta li ser sînorê Kobanê dest pê kir

Li dijî êrişên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM...

1 deqe xwendin
Nobeta li ser sînorê Kobanê dest pê kir

Li dijî êrişên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li sînorê navçeya Pirsûsê ya Rihayê û Kobanê dest bi çalakiya nobetê kirin.

Parlamenterên DEM Partiyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li çalakiyê bûn.