Nobeta xwezayê didome
Nobeta xweza û jiyanê ya li Newala Havaçorê destpê kiriye didome.

Nobeta “Xweza û jiyanê” ya di pêşengiya Komeleya Gundê Havaçorê li ya navçeya Pulurê ya Dêrsimê hatiye destpêkirin di roja 4emîn de berdewam kir. Li cihê ku çalakiyê pankarta “Em ji bo xwezayên di nobetê de ne, ji bo pêşerojê li ser pêya ne” û “Xweza paşeroj e, ji bo pereyan paşeroja xwe nefiroşe” hatin vekirin.
Rêveberê Navenda Lêkolînan a Dêrsimê (DAM) Sabrî Aslan ê nobet dewr girt, destnîşan kir ku li cihê nobetê piştevanî zêde dibe û dê bi tevlibûn nobetê ya ji gundên derdorê nobet mezintir bibe.


