Numan Kurtulmuş bi Ozgur Ozel re civiya
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş piştî bi dawîbûna xebatên Komîsyona Meclisê û amadekirina rapora hevpar dest bi serdana partiyên siyasî kir. Numan Kurtulmuş piştî Serokê Giştî yê MHPê, bi Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel re civiya.

Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş piştî bi dawîbûna xebatên Komîsyona Meclise û rapora hevpar a partiyên siyasî yên tev li xebatên komîsyonê bûne, dest bi serdana partiyên siyasî kir. Numan Kurtulmuş piştî Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, bi Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel re li Koma Meclise ya CHPê civiya.
Numan Kurtulmuş dê di seat 16.30an de jî serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bike.


