Nûredîn Îsa Parêzgarê Hesekê yê fermî hat ragihandin
Li ser bingeha lihevkirina di navbera HSDê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ji bo pêşxistina hevkariya îdarî û siyasî biryarnameyek hat derxistin ku Nûredîn Ehmed Îsa wek Parêzgarê Hesekê hat tayînkirin.

Nûredîn Ehmed Îsa li gorî biryarnameya serokatiyê ya bi hejmara (30) ya sala 2026an ku îro hatiye weşandin, ji bo Parêzgarê Hesekê hat tayînkirin.
Ev tayînkirin li ser bingeha lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ji bo pêşxistina hevkariya îdarî û siyasî ye.


