NY: Ji bo rewşa Kobanê em di nava dan û standinan de ne
Nivîsgeha Hemahengiyê ya Kar û Barên Mirovî ya NYyê der barê dorpêça li ser Kobanê de diyar kir ku tîma NYyê bi rayedarên li Helebê re di nava dan û standinan de ye da ku rêyên peydakirina piştgiriya lezgîn ji bajêr re bibîn.

Çeteyên hikûmeta demkî yên ku dewleta tirk a dagirker piştgiriya wan dike, piştî ku gundewarên başûrê Kobanê dorpêç kirine, nêzî hefteyekê ye dorpêçeke giran daniye ser bajarê Kobanê û tevahî rêyên diçin bajar birîne.
Nivîsegha Hemahengiyê ya Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekîbûyê (OCHA) der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.
Nivîsgehê bi bîr xist ku tevkarên wê yên li Kobanê dixebitin, fikarên xwe yên zêde ji ber rewşa mirovî anîne ser ziman.
Nivîsgehê diyar kir ku li Kobanê enerjî, av û ceyran qut in, ev yek xizmetên bingehîn asteng dike. Nivîsgehê da zanîn ku li gorî raporan xurek, derman û pêdiviyên din kêm in.
OCHAyê da zanîn ku ekîba Neteweyên Yekbûyî ji bo dîtina rêbazên piştgiriya lezgîn bo Kobanê bi desthilata li Helebê re di nava dan û standinan de ye.


