Oguz kî ne?

Di nivîsa `Turkmen kî ne` de jî hatibû ziman ku di navbera oxuz û turkemenan de tekîliyeka rasteqînî heye yan herdu jî yek in.

1 deqe xwendin
Oguz kî ne?

Di nivîsa `Turkmen kî ne` de jî hatibû ziman ku di navbera oxuz û turkemenan de tekîliyeka rasteqînî heye yan herdu jî yek in. Li gorî lêkolînên min kirî, oxuz kalên kurdên koçberin! Kurdên ku îro ji Xorasanê bigire heta Anatoliya Navîn, dora çemê Firat, Kobanê û Efrînê dijîn e. Dema ew li Xorasanê dijîn, bi destpêka îslamê re, di navbera wan de li ser îslamê qebûl kirine de nakokî derdikevin; şerê hev dikin û di dawî de ew dibin du beş. Beşa ku misilmantî qebûl kirî wek `turkmen` di lîteratûra dîrokê hatiye nivîsîn. Bi gotineke din, ew ê ku ji ola xwe derketî, wek tirkan bûnî/manî ji alî miletên din ve wek turkmen hatin dîtin. Lê oxuz, di wateya kurden li Xorasanê jiyanî hemûyan de ye; piştre beşek ji wan wek turkmen hat bilêvkirin. Ew navê oxuz îhtîmaleke mezine ku miletên din li wan kiribe. Lewra wek nûnerê van kurdan, mîrêmîrekî bi navê Boxdûz Xan, bi şandeyekê ve li ser dawetnama Hz. Muhammed ten cem ku dînê nû niqaş bike. Wekî tê zanîn bi vî mîrê kurd re girêdayî jî gelek çîrokênbê bingeh hene…

Bi dîtina min, mîrêmîran Boxdûz Xan ji bo ku serok/nûnerê kurdên li Xorasanê bû, ereb û tirkan navê wî dan ser hemû koman û ew wek oxuz derbasî dîrokê kirin. Bi vî awayî navê Boxdûz kirin oxuz ku tirk di vî warî de gelek jêhatî ne. Îro, di nava reşiyên li bakurê Kurdistanê, kurdên li Xorasanê dijîn de êleka bi navê Boxreşan heye. Ne dûre ku ew neviyên wî Boxdûz Xanî bin an navê wî ye rast ne Buxdûz, Boxreş Xan bû jî lewra ew xwedî hema rabirdûyê ne. Dîtinên Bakir jî hêjayî gotinê ne: ”Mirov dikarê bibêje ku koka sumeran û gutîyan yekê; dîtina ku qewmê gutî yan gutan ji oxuzan ê niha hîn zêde tê pêjirandin.”

Peyva şad jî balkêş e

Li ser babeta nav û koka oxuzan, di qada navneteweyî de jî niqaşên mezin hene; hem dîrokzanê tirk, hem jî yên biyanî hîna jî li ser wateya wî navî neketina qawekê. Her kes li gorî xwe şîrove dike. Dr. Demîr dibêje; ”Kevirên li Yenîseyê ku B.Z. VI û VII an de hatine nivîsîn de peyvan oxuz derbas dibe.” Bavê dîroka tirkan Prof. Faruk Sumer ku hemû dîroknasên wan wî wek çavkaniya bingehîn dibînin, dibêje; ”Di berhemên kevn de li ser wateya oxuz (guzz) mirov tiştekî peyda nake. Di destana Oxuz Kaxan e ku di serdema hakîmê Îlxaniyan Gazan Xan (1295-1304) an Olceytû (1304-1316) de hatî nivisîn de tê wateya şîrê ewil; ku em bi kurdî je re dibêjin `firo`. Hema nivîskar ji Îstişarî radigihîne ku navê wan `El-Guzziyyê` û leqeba wan jî `Şad` in.” Firo, di zimanê tirkî de `axiz` e. Axiz û oxuz du peyvên ne di wateyê de di alî deng û alfebetîk de nêzikî hev in û nivîskarên tirk dixwazin bi vêe yekê bigirin û înkarkirina kurdan/oxuzan ji vir bidin destpêkirin. Dema mirov çavkaniyên wan dixwîne, dibînê ku tirk vê rêbazê pir zêde bikar tînin. Peyva şad jî balkêş e, kurdî ye û di heman demê de ew ê ku mîrîtiya kurdan ê bi navê Şadiyan damezirandî jî ew kurdên wek oxuz dihatin binavkirin bûn.

Nîqaşên li ser wateya oxuzan

Prof. Sumer, ji lêkolînerên biyanî jî van mînakan dide: ”J. Marquart dibêje peyva oxuz ji ok (-tîr) + uz (-zilam) pêk hatiye ku tê wateya mirovê xwedî tîr. Lê ew ji alî dîrokzanên din ve nehat pejirandin, lewra uz di tirkî de ne di wateya mirov de ye. Denis Sinor jî bi `öküz-ga` ya bi zimanê Yakutî ve girê dide. L. Bazin jî dibêje, ew tê wateya tosun-canegê. Gyula Nemeth ê macar jî dibêje, ew ji ok+z derketiyê ku `ok` di wateya êl, `z` jî di wateya piranî de ye û tê wateya qebîleyan.” Di cihêkî din de Sumeran xwe aşkera dike: ”Peyva oxuz ne wateya zendeka tirkan e taybet-diyarde ye, ew rasteqîn tê wateya koma zendan”. Tirkî de zend (federasyon) `boy` ê lê kurd îl ê jî bikar tînin.

Kurdên li Xoresana mezin

Şîrova me li ser rîşa navê oxuz jî wiha ye, wekî piranî êl û komên kurd tênî bi navkirin, navê oxuz ne ji firo, ne ji tîr e, ne ji ga, ne jî ji tiştekî din tê, ew rasteqîn ji navê mîrê kurd Boxdûz Xan tê! Wekî çîroka wî tê qalkirin Boxdûz/Bûxdûz-Aman wek nûnerê oxuzan-kurdan diçe cem Hz. Muhammed. Di hinek çavkaniyan de ew wek hûtekî hatiye pênasekirin û jêre ”Simbel bixwîn” jî tê gotin. Seferoxlu dibêje: ”Oxuzan, di sala 632’an de mîrekî bi navê Boxdûz Amanê ji Uç-Okan î girêdayî zenda Dengîz Xan şandin cem pêxember. Ew serokê zenda kurmancan û ji komxişê Amanuan û nûnerê wan bû. Kurd, ji Boht-an/Boxd-Uz û Becen (Becene-Peçenek) oxuzayên Uçokan zêde bûne.” Bi Amanuan re girêdayî bêjim di nava êlên kurdê Sorqadirî de êlêka bi navê Emar/Amarlû heye û îro li Gîlanê dijîn. Parçê wan jî îro li dora çemê Hals/Kizilirmak e. Ji ber nav-deng, temsîlî û hêza wî xanê kurd, tirkan an jî miletên din va koma kurd bi wî xanî hatiye binavkirin. Yanî ew kesên girêdayî Boxdûz Xan. Lê nivîskarên tirk li ser nêv lîstin ew kirin oxuz ku dîroka xwe li ser wan hilçinin. Va yeka pir xwezayî ye lewra êlên kurd piranî navên xwe ji mîrêkî xwe yî bi nav û deng digirin. Kurdên li Xorasana mezin jiyane ji alî miletên din wek oxuz hatine binavkirin û bi vî awayî ketiye nava dîrokê. Di esasê xwe de ew bi navê zend û êlên xwe tên xwendin lê