OHD: Divê Meclis kurdî nas bike
Şax û nûnertiyên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Amed, Wan, Dîlok, Riha, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Colemêrg û Stenbol, Enqere, Bûrsa, Îzmîr, Mêrsînê û her wiha nûnertiyên bajarên; Semsûr, Mûş, Edene, Antalya di çarçoveya 21ê Sibatê de ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê bi awayekî hemwext daxuyanî dan çapemeniyê.

Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê li gelek bajaran xebatên ji bo kurdî bibe mafê perwerdehiyê gelek bajaran daxuyanî tên dayîn. OHD ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê li gelek şax û nûnertiyan daxayaniyên hevpar dide û banga pêkanîn mafê ziman ê civakê dike.
Amed
Şaxa OHDa Amedê li ber avahiya Edliyeya Amedê daxuyanî da. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nunerên saziyên sivîl û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hat vekirin. Daxuyanî bi zaravayên kurmancî û kirmanckî hat xwendin. Kurmanciya metna daxuyaniyê Gulbahar Ateş kirmancki ya wê jî Mehmet Emîn Gokdemîr xwend.
Êlih
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li pêşiya Edliyeya Êlihê daxuyanî da çapemeneyê. Di daxuyaniyê de endamên OHDê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê û gelek parêzer û welatî amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji aliyê rêveberê OHDê Kenan Bîlben ve hat xwendin.
Wan
Şaxa OHDê ya Wanê di çerçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî de li pêşiya baroya Wanê daxuyanî da çapemeniyê. Parêzerên OHDyî, Baroya Wanê, Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ) tev li daxuyanîyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê” hat vekirin. Metna daxuyaniyê ya kurmancî parêzer Zinar Kef, ya kirmanckî jî Leyla Kaplan Kertîş xwend. Daxuyanî bi dirûşma “Zimanê me rûmeta me ye” û bi çepikan bi dawî bû.
Colemerg
Şaxa OHDê ya Colemêrgê li avahiya xwe ya li Kargeha Zagrosê ya Geverê daxuyanî da. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nunerên saziyên sivîl û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hat vekirin. Daxuyanî bi kurmancî ji aliyê hevserokê Şaxa OHDê ya Colemêrgê Abdullah Aktaş ve hat xwendin.
Îzmîr
Şaxa OHDa Îzmîrê li ber avahiya Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nunerên saziyên sivîl û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hat vekirin. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Kurdiya metna daxuyaniyê Abdulmecît Yildirim tirkî ya wê jî Mehmet Selahattîn Timûr xwend. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
Daxuyaniya hevpar bi vî rengî ye: “Hemû ziman nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne û xwedî heman mafan in. Zimanê kurdî nirxekî bingehîn ê mirovahiyê û yek ji sedemên sereke yên hebûna kurdan e. Ji ber vê yekê; tunehesibandin, qedexekirin, çewisandin, dorpêçkirin, bisînorkirin û hewildana ji bo ji holê rakirin û tunekirina zimanê kurdî ya bi rê û rêbaz û amûrên cihêreng sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ne. Ji ber vê rastiyê divê zimanê kurdî di serî de ji aliyê dewleta tirk ve û ji aliyê hemû sazî û dezgehên fermî û navneteweyî ve bi fermî bê naskirin. Bikaranîna wî di hemû qadên civakî û jiyanî de azad û serbest be.
Kurdî ne tenê amûreke ragihandinê ya rojane ye. Di heman demê de nirxekî jiyanî ye ku cîhana hestiyar, hilberîna ramanî û bîra civakî ya gelekî hildigire. Naskirin û parastina ziman di qada giştî de pêdiviya piralîbûna çandî, pergala civaka demokratîk û mafên mirovan e.
‘Zimanê kurdî jî divê xwedî maf û statû be’
Wekî tê zanîn di sala 1999an de ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve bi armanca piştgirîkirina cihêrengiya çandî û pirzimaniye roja 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hatiye qebûlkirin û mafê zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê hatiye mîsogerkirin. Rêgeza ku hemû zimanên cîhanê li pêşberî hiqûqê xwedî mafên wekhev in divê ji bo zimanê kurdî jî pêk bê. Li ser vî esasî di pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiyeyê pêş dikeve de li ser encama daxwazên li jêr hatine nivîsandin, mecbûriyeta dabînkirin û parastina hiqûqî ya van daxwazên ku Komeleya OHDê di dîroka 15.08.2025an de daye destpêkirin. Û ji bo îmzeya hemû hiqûqnasên li Tirkiyeyê vekirî ye, ji aliyê zêdetirî 2000 hiqûqnasan ve hatiye îmzekirin û anîn ziman.
Di vê çarçoveyê de:
1- Divê zimanê kurdî bi fermî were naskirin û bibe xwedî statûyekê.
2- Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê divê bibe zimanê perwerdehiyê.
3- Hemû astengiyên hiqûqî û pratîkî yên li pêşiya bikaranîna zimanê kurdî divê werin rakirin ji bo ku kurdî azad û serbest be, gavên qanûnî û destûrî yên pêwîst divê bêyî derengketin ji aliyê TBMMê ve werin avêtin.
Em wekî hiqûqnasên ku îmzeya me li binê vê nivîsê heye bang li Meclisê dikin ku daxwazên li jor hatine kirin li ber çavan bigire û ji bo ku kurdî bibe xwedî Statûya Fermî û bibe Zimanê Perwerdehiyê. Divê demildest xebat û sererastkirinên qanûnî yên pêwîst jî bike.”


