OHDê banga lezgînî li 300 saziyên navnetweyî kir

OHDê diyar kir ku HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li ber çavê cîhanê sûcên mirovî dikin û ji bo erişên ser Rojava bê rawestandin û statuya wê ya hiqûqî, siyasî bê naskirin bangî zêdetirî 300 saziyên navneteweyî kir.

1 deqe xwendin
OHDê banga lezgînî li 300 saziyên navnetweyî kir

Komelaya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), di 15ê çileyê de ji bo rawestandina êrişên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava bê rawestandin, qetlîam bên rawestandin û kiryarên dermirovî bên lêpirsînkirin û koridora alîkariya mirovî bê vekirin bangî Komîteya Mafên Mirovan, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyan, Serokatiya Konseya Ewropyaê, Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê kir. Piştî bê encambûna bangê OHDê, ji bo rawestandina êrişên li ser Rojava carekî din bangî zêdetirî 300 saziyên navnetweyî kir.

OHDê di 23yê çileyê de di banga duyemîn de destnîşan kir ku bêdengiya mekanîzmayên navnetweyî li dijî êrişên li ser Rojava dê bibe sedema qetlîaman. Di bangê de hat diyarkirin ku êriş li ser cihên DAIŞ’î dihatin ragirtin hatine kirin û bi berdana wan dê li ser herêmê xeteriyek mezin çêbike.

Di bangê de hate diyakirin ku di encama êrişan de sûcên li dijî mirovî hatine kirin û ev tişt hate gotin: “Di êrişan de sivîl hatine qetilkirin, bi sedhezaran kes neçarî koçberkirinê bûne û demografî hatiye guhertin, bi rêbazên îşkenceyê mirov hatine qetilkirin, jin wekî xenîmeta şer hatine dîtin. Herwiha ceyran û av hatiye birîn û hatiye tomarkirin ku gel nikare xûrek û kelûpelên bijîşkiyê dabîn bikin. Bi awayekî aşkera gelê Kurd û gelê li Rojava bi xetereya qirkirinê re rû bi rû ne.”

 OHDê ji bo êriş bên rawestandin û statuya siyasî û hiqûqî ya Rojava bê naskirin, bangî Komîteya Mafên Mirovan a NYê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyan, Serokatiya Konseya Ewropyaê, Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û zêdetirî 300 saziyan kir û daxwazên xwe rêz kirin: 

“* Ji bo êrişên li ser Rojava tavilê bidawî bibin û ewlehiya gelên li Rojava divê midaxileyên lezgîn bên kirin,

* Ji bo Hikûmeta Demkî ya Rojava êrişan bi dawî bikin û divê civaka navnetweyî bikeve nava tevgerê,

* Ji bo lêpirsîna sûcan Dadgeha Ceza ya Navnetweyî ya Konseya Ewlehiyê ya NYê divê hemû mekanîzmayan bikar bîne.

 

* Ji bo parastina sivîlên herêmê divê herêmên ewle bên avakirin û korîdorên ji bo alîkariya mirovî bê vekirin,

* Li gorî hiqûqa navnetweyî ji bo parastin û naskirina statuya siyasî û hiqûqî ya Rojava em bang dikin. Ji bo rawestandine vê qetlîamê û yên li tevahiya Rojhilata Navîn em bangî hemû sazî û kesan dikin.”