OHDê banga tevlibûna meşê kirin
OHD dê di 27ê sibatê de li Amedê bi daxwaza bicihanîna “Mafê hêviyê” meşekê li dar bixe.

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) dê di 27ê sibatê de li Amedê bi daxwaza bicihanîna “Mafê hêviyê” meşekê li dar bixe. Meş dê saet di 14.00an de li pêşiya Mizgefta Mezin a navçeya Sûrê dest pê bike û heta pêşiya Edliyeya Amedê bidome. Piştî meşê jî dê ji bo bicihanîna “Mafê hêviyê” ji Wezareta Dadê, Komîsyona Meclisê û Serokatiya Meclisê re name bên şandin.
Banga tevlibûna meşê kirin
OHDê, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Biryara DMMEyê ya têkildarî ‘mafê hêviyê’ zelal e, divê were bicihanîn û neyê taloqkirin. Di çarçoveya serweriya hiqûqê û rêzgiriya ji bo mafên mirovan de hewceye ev biryar demildest bê bicihanîn. Di 27ê sibata 2026an de em ê li Amedê ‘Meşa Mafê Hêviyê’ li dar bixin. Bang li hemû hiqûqnas, endamên xwe, baro û rêxistinên hiqûqê dikin ku ji bo bicihanîna biryarên DMMEyê û ‘mafê hêviyê’ tev li meşê bibin.”


