Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtinê bikin çûn Girava Îmraliyê.

1 deqe xwendin
Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtinê bikin çûn Girava Îmraliyê. Şandeya ku ji parêzer Mazlûm Dînç, Rêzan Sarica, Sûzan Akîpa û Emran Emekçî pêk dihat, piştî çûn Îmraliyê û bi muwekilên xwe re hevdîtin kirin ji Girava Îmraliyê vegeriyan.

Buroya Hiqûqê ya Asrînê li ser hesabê medya dijîtal daxuyanî da û diyar kir ku parêzeran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li giravê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Mahmut Yamalak û Ergîn Atabey re hevdîtin kirine.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk û Îbrahîm Bîlmez herî dawî di 15ê îlonê de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtin kiribûn.