Parlementoya Avrupayê pêşnûmaya Rojava digire dest

Pêşnûmaya di encama nîqaşên di 10ê sibatê de li Parlementoya Avrupayê li ser êrişên hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û rewşa Rojavayê Kurdistanê pêk hatîn dê îro bikeve dengdanê. Pêşnûma pêşniyar dike ku hemû alîkariyên Yekîtiya Avrupayê dide Sûriyeyê bi şertê dayîna mafên zagonî yên kurdan û kêmneteweyên din ve bê girêdan.

1 deqe xwendin
Parlementoya Avrupayê pêşnûmaya Rojava digire dest

Parlementoya Avrupayê di 10ê sibatê de têkildarî geşedanên li Sûriyeyê û êrişên komên hikumeta Demkî yên li ser Rojavayê Kurdistanê rûniştinek pêk anî bû. Di rûniştinê de êrişên ji 6ê çile heta niha pêk tên, hatibûn nirxandin û rexneyên tund li rayedarên Yekîtiya Avrupayê hatibûn kirin. 

Parlementera bi eslê xwe Ereb Abber Al-Sahlanî kincên kurdan li xwe kiribûn û li dirûniştinê de balkişandibû ser bedelên giran ên kurdan kişandî. Al-Sahlanî bi gotina, “Niha rol guherîn, kurdên demekê azadiya me diparastin hila li benda alîkariyê ne” bang li parlementoyê kiribû. Her wiha parlementerên axivîn balkişandibûn ser mafên gelê kurd û kêmaran, xwestibûn ku dorpêça li ser Kobaniyê demildest bê rakirin, mafên kurdan û kêmaran di makezagonê de bên misogerkirin. Parlementeran di heman demê de xwestin ku heta ev gav pêk bên divê hemû alîkariyên didin Hikumeta Demkî yên Yekîtiya Avrupayê bi vî şertî ve bên girêdan.

Pêşniyarên parlementeran dikevin dengdanê

Wekî encma civîn û nîqaşê pêşniyarên hatin kirin ji hêla komek parlementeran re mîna pêşnûmayekê pêşkêşî Parlementoya Avrupayê hate kirin. Di pêşnûmayê de tê pêşniyar kirin ku divê alîkariyên ji bo hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ji hêla Yekîtiya Avrupayê ve tên kirin, bi şertê parastina mafên zagona bingehîn yên kurd û kêmarên li Sûriyeyê, aştî û agirbesta mayîn de ve bê girêdan û her wiha alîkariyên mirovîn ji bo Rojava bên şandin.