Partiya Kamînîst a Kurdistanê: Yekrêzî bingeha serkeftinê ye
Partiya Komunîst a Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekitiya Netewî’ û got; “Yekrêzî, bingeha sereke ya serkeftinê; parastina maf, azadiyan û temamkirina pêvajoya rizgarî ya netewî ye.”

Zêdetirî 200 kesayetan di 19ê Adarê de bi dirûşmeya ‘Yek e yek e yek e, gelê Kurd yeke’ projeyek netewî ji bo yekitiya gelê kurd dan detpêkirin. Zêdetirî 200 kesayetên cûda yên Başûrê Kurdistanê, ji bo yekitiya gelê Kurd projeyek netewî hate destpêkirin. Ev xebata netewî bi daxuyaniyek nivîskî hate ragihandin. Piştgiriya kesayet, sazî, rêxistin û partiyan ji bo vê pêngava yekitiya netewî her roj zêde dibe.
Di vê çarçoveyê de Partiya Komunîst a Kurdistanê jî, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekitiya Netewî’ re, nîşan da. Partiya Komînîst a Kurdistanê diyar kir ku ji ber baweriya wan a bi çarenûs û têkoşîna hevpar, piştgiriyê didin banga ‘Projeya Yekitiya Netewî’ û got: “Yekitî prensîba sereke ya serkeftinê, parastina maf û azadiyên me û temamkirina qonaxa rizgariya netewî ye; Ev yek gelek erk û berpirsyariyên hevpar yên berfireh dixe ser milê her kesî.
Em weke Partiya Komunîst a Kurdistanê bi temamî piştgiriyê didin kampanyaya ‘Projeya Yekitiya Netewî. Di heman demê de, ev daxwazek ji bo her welatiyekî Kurd û her kesê ku baweriya wî bi azadiya neteweyan heye li her deverê ku ew lê be ye; piştgiriya xwe ji bo ‘Projeya Yekitiya Netewî’ ya Kurdistanê ku ji hêla zêdetirî du sed kesayetên siyasî û çandî yên Kurd ve hatî pêşkêş kirin, ragihîne.
Em piştgiriya peyama siyasetmedar û rewşenbîrên çar parçeyên Kurdistanê dikin. Lê em pêwîste dibînin ku divê gelê Kurd ji bo Kurdistaneke azad, gelekî bextewar, xurtkirina aştî û ewlehiyê di van guhertinan de roleke çalak bileyîze.”


