Tamer Tanrikûlû piştî 32 salan hat berdan

Tamer Tanrikûlû yê piştî 32 salan ji Girtîgeha Aksarayê hate berdan li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin.Tamer Tanrikûlû got: “Ji bo azadiya Serokatiyê em ê têkoşîna xwe bêrawestan bidomînin.”

1 deqe xwendin
Tamer Tanrikûlû piştî 32 salan hat berdan

Di pêşengtiya MED TUHAD-FEDê de Tamer Tanrikûlû yê piştî 32 salan ji Girtîgeha Aksarayê hate berdan li Amedê bi coş û kêfxweş hat pêşwazîkirin. Tamer Tanrikûlû ku di Sibata 1994an de hatibû binçavkirin di Adara 1999an de cezayê muebedê lê hatibû birîn. Tamer Tanrikûlû piştî cezayê muhebedê lê hate birîn bi rêzê li Girtîgehên Bergama, Çankiri, Yozgat, Çewlig, Bûrsa, Elbistan û herî dawî jî li Tîpa Tyê ya Aksarayê hate ragirtin. Cezayê ku li Tamer Tanrikûlû hatibû birîn di 3yê Sibata 2024an de qediya bû û diviyabû bihata berdan. lê Lijneya Çavderiyê ya Girtîgeha Aksarayê bi awayekî kêfî berdana Tamer Tanrikûlû du salan taloq kir.

‘Azadî bextewariyeke mezin e’

Tamer Tanrikûlû piştî pêşwaziyê axivî û wiha got: “Bêguman piştî 32 salan, gihîştina derfetên azadiyê bextewariyeke mezin e. Lê min heval û hogirên xwe li pey xwe hiştin. Dil û cîgera min li pey min man. Ji ber vê yekê aliyekî min jî xemgîn e. Hêvîdar im di serî de Serok Apo û hemû hevalên di zindanan de, rojeke zû bigihîjin azadiya fîzîkî. Ji roja ku me gav avêtiye nav têkoşînê, me çi soz dabe gelê xwe, heta nefesa xwe ya dawî em ê xwedî li soza xwe derkevin. Serokatiyê bi rastî jî ji bo me pêvajoyeke pir nû da destpêkirin. Ev pêvajo ji her demê zêdetir hem peywirên me girantir dike, hem jî baldariyeke mezin dixwaze. Her tim bi berxwedanê gihişt encamê. Vê carê jî tevî gelê xwe em ê bigihin encamê. Têkoşîna ku heta niha hat meşandin, nasnameya gelê kurd û hebûna gelê kurd bi hemû cîhanê da qebûlkirin. Ji îro pê ve, di pêvajoya nû de, têkoşîna pêvajoya nû wê statuya gelê kurd jî bi cîhanê bide qebûlkirin. Em di vê baweriyê de ne û heta nefesa xwe ya dawî jî em ê li pey Serokatiya xwe bimeşin. Ji bo azadiya Serokatiyê em ê têkoşîna xwe bêrawestan bidomînin.”

Piştî axaftinê girseyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kir.