Partiya Yekitiya Ermenî: Pêdivî bi rakirina berpirsiyariya dîrokî heye

Partiya Yekitiya Ermenî bang li gelê ermen kir ku tev li seferberiya giştî bibin û di çarçoveya parastina rewa ya destkeftiyên HSDê û mafên pêkhateyan de li ser pêyan bin.

1 deqe xwendin
Partiya Yekitiya Ermenî: Pêdivî bi rakirina berpirsiyariya dîrokî heye

Partiya Yekitiya Ermenî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew hewldanên qirkirina pêkhateyan an jî gefên li dijî ewlehiyê bi tundî red dikin û bang li tevahî pêkhateya ermen kir ku tev li seferberiya giştî bibe û destkeftiyên herêmê biparêze.

Di daxuyaniya Partiya Yekitiya Ermenî de hat gotin: "Li gel şert û mercên çarenûsî ku Sûriye tevahî, Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet, tê re derbas dibe, li gel berdewama binpêkirina peymanan ji hêla hikûmeta Şamê ve, metirsiyên li ser siyasetên hedefgirtina hebûna gelan û mafên wan zêde dibin. Ew derî li pêş pêkanînên dûrxistin, çewisandin û qirkirina irqî vedikin.

Ji prensîba berxwedan û parastina hebûnê, partî diyar dike ku ew hewldanên bi armanca jiholêrakirina pêkhateyan an jî gefên ewlehiyê bi tundî red dike û bang dike ku bi ruhê biratiya ku gelên herêmê bi salan bi hev re dijîn, parastinê bikin.

HSDê bi lehengî û fedakariyên xwe îsbat kir ku dikare parastina herêmê bike û xeternaktirîn hêza terorîst ‘rêxistina DAIŞê ku cîhanê di serdema nûjen de dît, têk bibe û bêyî cudahî pêkhateyan biparêze. Destkeftiyên bi fedakariyên şehîdan pêk hatine, milkê tevahî gelan in ku di oxira azadî û rûmetê de têkoşiyane.

Em Partiyên Yekitiya Demokratîk bang li gelê xwe yê ermen ê li her deverê dikin ku tev li seferberiya giştî bibe, destkeftiyên HSDê û mafên pêkhateyên ku rûbirûyî xetereya hebûnê ne, biparêze.

Em bangeke biratiyê li gelê kurd ê li tevahî cîhanê dikin ku di vê qonaxa krîtîk de yek be û bang li fermandarên kurd, di serî de serok Mesûd Barzanî û birêz Bafil Talebanî dikin ku bi gelê Rojava re bin, parastina pêkhateyên rûbirûyî qirkirinê ne, bikin.

Pêdiviya qonaxê bi yekrêziyê, rakirina berpirsiyariya dîrokî heye û wek misogeriya parastina xakê û mirovan û berevaniya pirrengiyê ku jêdera hêza gelê me ye, bi vebijêrka berxwedanê ve girêdayî bin."