Pejder Altan: Li ser qaxiz aşitî, di qadê de şer
Rojnameger Pejder Altan ku bi salan e li Rojavayê Kurdistanê rojnamegeriyê dike diyar kir ku di navbera Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta Şamê de di 10ê Adara 2025an de hempeymana ku ji 8 xalan pêkdihat hat îmzakirin tune hatiye hesibandin û got: “Dema gel û civak li ser maseyên muzakereyê tune bê hesibandin, wê bibe qurbanê yekemîn a şer.”

Di navbera Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur Sûriyeyê û hikûmeta Şamê de di 10ê Adara 2025an de hempeymaneke ku ji 8 xalan pêkdihat hat îmzekirin. Armanca hempeymanê pêkanîna entegrasyonê û rawestandina şerê di navbera HTŞ û HSDê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk bû. Di vê çarcoveyê de di 4ê çileyê de Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta Şamê bi hev re li ser entegrasyonê civînekî pêkanîn. Li gorî agahiyan di civînê de encameke erênî derneketiyê holê û dawî bi civînê anîne. Gelo di civînê de çi qewimî? Lewra piştî civînê jî, çeteyên HTŞê di 6ê çileyê de li dijî gelê kurd êrişî bir ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Reqa, Hesekê, Kobanê û bi giştî şoreşa jinan, pergala konfederal a komunal û vîna gel girtin û di encamê de li ser gelê kurd û hêzên demokratîk komkujiyeke mezin pêkhat. Bêgûman ev êrişên çeteyên HTŞê bi hevkarên hêzên hegemonîk tên kirin. Di encaman vî şerî de xuya kirin ku hem peymana 10ê Adarê û hem jî peymana 1ê Nîsanê ku ji bo her du taxên kurdan ên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku hatibû îmzekirin têk çû û li şûna aştiyê qadên şer ava bûn.
Em der barê Hempeymana 10ê Adarê, Hempeymana 1ê Nîsanê, civîna 4ê çileyê, êrişên HTŞê, dewleta tirk û hêzên hegemonîk ku li rojavayê Kurdistanê pêktînin, bi rojnameger Pejder Altan re axivîn.
Di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta Veguhûz a Sûriyeyê de Peymana 10ê Adarê hatibû îmzekirin. Niha hevdîtinên vê peymanê di çi astê de agahiyek di destê we de heye gelo?
Peymana ku di 10ê Adara 2025an de hat îmzekirin, wekî lihevhatinek dîrokî di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikumeta Demkî ya Şamê de hat pesinandin. Xalên wê agirbest, naskirina mafên destûrî yên hemû gel, civak û baweriyan, vegera koçberan û entegrekirina saziyan dihewîne. Herî dawî bi çûna şendeya Rêveberiya Xweser a Şamê re, bi sererastkirina hin kîteyên peymanê re ber îmzekirinê bû, ji aliyê dewleta Tirk ve bi taybetî şandeya MÎTê ya ku bi serkêşiya Nûh Yilmaz a berê cigirê Serokê MÎTê Hakan Fîdan bû nehiştin ku şandeya Şamê peymanê îmze bike. Li ser vê esasî jixwe êrişên li ser taxên kurdan a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku ji mêj ve amadekariya wê hatibû kirin, dan destpêkirin. Bi van êrişan hem peymana 10ê Adarê û hem jî peymana 1ê Nîsanê ku ji bo van her du taxan hatibû îmzekirin bi temamî hatin binpêkirin.
Jixwe di encama van êrişan de ku ji xwe re wek e serkeftinekê dîtin, biryarnameyekê ku Colanî 6 roj ji holê winda bibû û di encamê de li Enqere hatibû dîtin û nivisandin hate xwendin. Bi vê biryarnameyê awayek xwezayî peymana 10ê adarê ji holê rakir. Lewra madeyên di biryarnameyê de hatin nîşandan jixwe ev 14 sal in kurdan bi têkoşîn û bi xwîna hezaran şehîdan bidest xistibû. Ango ev biryarname hêj di dema rejîma Esad de jî bi zorê be jî hatibûn qebûlkirin, heta em dikarin bêjin ev biryarname pir li paş a dema rejîma Esad de maye.
Çima Peymana 10ê Adarê di hêla hiqûqî de neket meriyetê û astengiyên navxweyî û navdewletî yên pêşiya wê çi ne?
Hikûmeta Demkî ya Şamê ji ber nebûna baweriyê di hundir de, zexta derve ya Tirkiyeyê û nakokiyên berjewendiyan li ser erdê, di bicîhanîna peymanê de bi ser neketiye. Derketina holê ya nakokiyên nû li şûna vegera vegera koçberan a heremên xwe, hem bi lêgerîna hikûmetê ya ji bo kontrolê û hem jî bi zextên dînamîkên hêzên herêmî ve tê ravekirin.
Sedemeke din jî ku li gor min a herî girîng e, Hikûmeta Demkî ya Şamê gotin di cih de be “Ji nîvê pirtûkê dest bi xwendinê kir”. Ango şûna ku ji madeya yekemîn a ku dibêje “maf û vîna hemû gel, pêkhate û baweriyan di makezagonê de were naskirin û pergalek e nenavendî were avakirin” dest pê bike, bi şeş gavî, wan madeyên din derbas kir û li ser daxwaza dewleta tirk xwest HSD dev ji çek berde û ne bi girseyî bi awayek kesayet tevli nava Artêşa Sûriyeyê ku hêj jî hebûna artêşê heye yan na di nîqaşê de ye. Li ser vê esasî nakokî derketin û her ku çû nîqaş dirêj bûn. Hikûmeta Şamê bi lez û bez bi weşandina ‘Danezaneke Destûrî’ ku raste rast madeya yekemîn binpê dike, kir. Pêve girêdayê jixwe di başûrê Sûriyeyê de ku civaka dûrzî dixwestin rêveberiyekê xweser an jî federasyonî dixwestin, hikûmeta Şamê bi komkirina çeteyên DAIŞê re di bin navê hêzên eşiran de êrişê Suwêdayê kirin û komkujî pêkanîn. Herwiha ji aliyekê din ve jî di herêma peravê an go Lazkiyê heta Helebê komkujiya ewiyan jî pêk hatin.
Piştre peyde pey, sedemên wekî (ku jixwe ev hemû hincetên dewleta tirk bûn ku li ser Şamê ferz dikir), derxistin pêş; Rêveberiya Xweser û HSD jixwe yekbûna Sûriyê naxwaze, fermandarên ji Qendîlê bandora wan li ser heye nahêlin peyman pêk werin, her wiha nakokiyên berjewendiyan li ser dahatên petrol û gazê pêvajoyê rawestand.
Ligel ku hikûmeta veguhêz a Şamê Paymana 10ê Adarê îmzakiribû û xaleke wê peymanê jî vegera xwecihan ên warê xwe bû. Lê Hikûmeta Şamê berevajiyê wê pêvajoyeke nû ya şer da destpêkirin. Li gorî we sedemên wê çi ne?
Bêguman hem wek e bersiva vê pirsî û hem jî wek berdewamiya pirsa ya berî vê jî, em dikarin bibêjin du sedemên bingehîn; heremî û navneteweyî heye û di nava wan de jî sedemên xwe beş bi beş hene.
Ji bo sedemên heremî em dikarin bêjin; Tirkiye dixwaze tevli hevkêşiya (denklem) xetên enerjiyê ku tê xwestin bi destê Îsraîlê bidin avakirin, jixwe êdî navê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin kirine Projeya Îsraîla Mezin, bibe. Ji bo wê jî pêwîste hinceta xwe ya ketina Sûriyeyê ku wek e têkbirina deskeftiyên kurdan dibîne, derxîne pêş û ev Peyman jî li hesaba wê nayê. Zextên Tirkiye û nêzîkatiya bitirs a Îranê hişt ku Şam serî li rêya leşkerî bide. Berjewendiyên aborî, ji bo qadên petrol û xazê bidest bixin, êrişên komkujiyê, ji ber gelek caran binpêkirina agirbestan baweriya di navbêra aliyan şikand. Jixwe komên cîhadîst ên herî radîkal ên di nava HTŞê de bi boneya Colanî pir nerm e ango ji xeta armanca selefîtiyê derketiye zextkirin û peyama ger wilo biçe ew dê neyên kontrolkirin dan.
Sedema din a ku me got bi geşedan, plan û projeyên navdewletî ve girêdayê em wisa dikarin rêz bikin;
Hegemonyaya Îsraîlê li ser bingeha hevpeymaniya Ereb-Îsraîl tê pêşxistin. Çavkanî û kontrola enerjiyê esasê hegemonyaya gerdûnî ye. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Almanyaya Hitler dixwest hegemonyayek wisa ava bike, lê serkeftî nebû. Bêguman êrişa Hitler a li ser Sovyetan û şerê wî bi esasî armanc dikir ku rêyekê ji bo Hindistanê veke. Çawa ku rêya Kayser dixwest rêya Hindistanê bi rêya Stenbolê veke, Hitler jî dixwest rêya Hindistanê bi rêya Sovyetan veke, lê li wir têk çû. Ji ber vê yekê Şerê Cîhanê yê Duyemîn jî şerê ava kirina hegemonyayê li ser rêyên enerjiyê bû. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî li ser vê pêş dikeve. Bi hilweşîna Sovyetan re şer ji Kuweytê dest pê kir. Di encamê de Amerîka anîn Kendavê. Erebistana Siûdî kir navenda leşkerî. Sedam Huseyn jî wisa bi kar anîn, beralî kirin. Paşê di 2001ê de gava êrişa dualî ya tê gotin El-Qaîdeyê li ikîzkule dest pê kir, Amerîka êrişa li ser Afganistan û Iraqê da destpêkirin û hewl da ku kontrola li Kendavê xurtir bike. Ev pir zelal e. Wan ev bi awayekî girîng bidest xistin.
Paşê di pêvajoya bi navê Biharên Ereban de peymana Ereb-Îsraîl derxistin holê. Ketin şerê girtina Deryaya Rojhilatê Navîn. Demek dirêj şerê lêgerîna petrolê meşandin. Ji bakurê Afrîkayê heta Sûriyeyê şer fireh kirin û berdewam kirin. Di dawiyê de jî di 7ê cotmeha 2023yan de şerê kontrolkirina Deryaya Rojhilatê Navîn meşandin. Li vir jî rola esasî Tayyip Erdogan lîst. Tayyip Erdogan jî rola ku ji Sedam Huseyn re hat lîstin, rola wisa lîst. Sedam di 1991ê de dikaribûn hilweşînin, lê heta 2003yan ew nekirin. Heta wê demê Sedam bi hêza xwe ne rawestiya bû, hêzên pergalê ew ji bo bi kar anînê girtin. El-Qaîdeyê, êrişa ikizkuleyan ji bo ketina Afganistanê bi kar anîn. Afganistan ji El-Qaîdeyê re, Şamê jî ji Colaniyê ku berê ji El-Qaîdeyê veqetiyabû re dan. Ji van daneyan qey nayê fêmkirin ku El-Qaîde rêxistina kî ye? Ji ber vê yekê divê ev bê zanîn, ger Seddam neketiba Kuweytê, Amerîka nikaribû bikeve Siûdiyê. Ger El-Qaîde êrişî Ikizkuleyan nekira, nediket Afganistanê. Ji bo êrişên Amerîkayê ewqas zeviyên xurt hatin afirandin ku her kes neçar ma ku van êrişan rewa û mafdar bibîne. Ji bo êrişên Amerîkayê bingeha rewayê hat afirandin.
Hêzên hegemonîk Hamas jî dan êrişkirin, wê jî wekî hincetê êrişa Îsraîlê ya li ser Hamasê û hêzên din danîn. Ger ne wisa bûya, Îsraîl dikaribû ewqas êriş bike? Tiştên ku Hamasê kiriye, bersivên li hember Îsraîlê kêm dike. Di encamê de Xeza wêran bû, bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn, bi deh hezaran jî jiyana xwe ji dest dan, Hizbullah hilweşandin, berê Baasê li Iraqê hilweşandibûn, li Sûriyeyê hilweşandin. Bi vî awayî Sykes-Picot jî vala derxistin. Bi êrişa li ser Yemenê jî hilala Şîe tune kirin; bandora Hizbullah, Hûsî û Îranê şikandin. Dîsa ji bilî Qatar û AKPê, Îxwan jî hilweşandin. Bi cihkirina El Qaîdeyê li Afganistan û Şamê, wan bêtir bi xwe ve girêdan û li hember xwe tu tevgerek nehîştin.
Bi itifaqa Ereb-Îsraîlî dixwazin rêya enerjiyê ya ji Hindistanê dest pê dike heta Yewnanistan û Ewropayê bi bandor bikin. Kontrola Kendavê girtin destê xwe. Îsraîl bendera bingehîn e. Rojhilata Deryaya Spî di destê wan de ye. Qibris û Yewnanistan di destê wan de ye. Rojhilata Deryaya Spî bi temamî ketiye bin kontrola wan, girtine destê xwe. Tirkiyeyê berê digot "Deryaya Spî ya min e, ezê çend petrol bigirim, lêgerînên gaza xwezayî bikim", lê niha nikare keştiyek jî derxe Rojhilata Deryaya Spî. Çend roj in Qibrisa Başûr, Yewnanistan û Îsraîl civîn û hevdîtin pêk tînin. Ewlehiya hewayî ya Qibrisê Îsraîl peyda dike. Li kêleka van pêşveçûnan, balafira serfermandariya giştî ya ku têkiliya Lîbyayê bi Tirkiyeyê re heye ket. Deryaya Spî bi temamî ji destê dewleta tirk derket û çû. Îsraîl riya enerjiyê, ji ser û binê deryayê girt destê xwe.
Di vê karê de Misir jî heye. Dixwazin Rojhilata Navîn a bi Misir, Suûdî û Îsraîlê ve girêdayî şekil bidin. Hemû Ewropa tê de ye. Pênc sal berê Almanyayê çû Misirê û peymana pênc salî çêkir. Rûsya rejîma Esed hişt û ji Sûriyeyê vekişiya, bi vî awayî nîşan da ku di vê proje û peymanê de ye. Li Sûriyeyê Îran jî hêz bû, lê gefaa esasî Rûsya bû. Bi Rûsyayê ewqas li hev kirin ku Esed jî bi xwe re birin. Gava wisa bû, Qibrisa Bakur jî ket bin gefê.
Dewlet Bahçelî piştî hilbijartinên li Qibrisê bersiveke tund da, lê Tayyip Erdogan nirxandinên pir nerm kir. Çima? Ji ber ku Tayyip Erdogan difiroşe. Hêzên hegemonîk Sadam çawa û ji bo çi digirtin, Erdogan jî ji bo wê digirin. Li Tirkiyê mixabin hişekî siyasî û stratejik ku vê bibîne tune ye. Gotinên tûj ên Bahçelî, nakokiya wî ya sexte bi Îsraîlê re, lîstika danûstandinê ya hevbeş li vê tê.
Divê rastiya Tayyip Erdogan baş bê fêmkirin. Ew ne dijberê Îsraîlê ye. Tiştên ku ji serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu re gotiye, divê mirov lê nenêre. DAIŞê jî ger Tayyip Erdogan nebûya, kes nikaribû rêve bibe. Di hilbijartinên dawî de Tayyip têk çûbû jî lê neguherandin. Sedema neguhertina wî ev e. Niha Sûriye maye. Ger wisa be, helwesta Hatayê û ereban li wir wê çi be nayê zanîn. Tirkiye ev dîtiye, bazariyê dike. Dibêje 'temam tiştên ku hûn dixwazin li wir bikim, lê hûn jî ji kurdan re li Rojava tu maf nedin' ya esasî ev e, ya ku wekî nakokî xuya dike lê wekî bazarî tê pêşkêşkirin ev e.
Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû qiyamet li Iraqê wê rabe. Li Iraqê hilbijartin çêbûn, aliyên alîgirê Îranê hinekî bêtir bi bandor bûn. Hêza leşkerî Heşdî Şabî heye. Îsraîl û Amerîka Îranê ji hewayê lêdan. Ya ku ji hewayê bikin ev qas bû, zêdetir nikaribûn bikin. Tirkiye dixwaze bêçareseriya li Sûriyeyê û ji bo bazariyeke baştir li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşê binirxîne. Tê gotin ku Tayyip Erdogan çend roj şûnde wê here Tehranê. Ew bi xwe jî nikarin daxuyaniyekê bidin. Bêguman dixwazin bi Îranê re hin bazariyan bikin. Dibe ku wê evê zorê bikin û bixwazin; yasaya ku me behs kir derxin, bibêjin yên ku sûc nekirine dikarin werin, ger bersiv çêbibe jî wê li ser wê helwesta li çiya vala derxin. Îhtimala bazarkirina vê bi Îranê re jî heye. Dibe ku wekî 2011an li ser Îranê lêgerîna pêşxistina êrişê li hember Tevgera Azadiyê bikin jî hebe.
Îsraîl û Amerîkayê, Îranê lêdan, lê nikarîbûn wê hilweşînin. Tê gotin ku li Iraqê şer derkeve. Pirsgirêka avê ya Iraqê heye. Dibe ku bi soza dayîna avê lê bidin an jî wekî sala 2011an bibêjin "Em piştgiriyê bidin we, hûn êriş bikin". Bi kurtî, divê mirov îhtîmala ku sala 2026an ne wekî 2025an derbas bibe di ber çavan re derbas bike û paşguh neke.
Bê bîra me; Colanî du hefte berî êrişa ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bike hevdîtinê bi Bexdayê re kiribû û peyama ew dê tevlî şerê ku li Iraqê derkeve nebin, ango xwest hemû hêzên xwe bi taybet ya Haşdî Şabî ji sînorê Sûriyeyê vekişîne da ku xeteriyek li ser wan çênebe. Di encama êrişên ser her du taxan Colanî spasî ji 5 dewlet û Serokê Giştî ya PDKê Mesud Barzanî kiribû. Ji ber ku Navenda Iraqê di vê mijarî de Barzanî jî hişyar kiribûn ku xwe tevlî vê meseleyî ya ku li ser Rojava bide destpêkirin nekin.
Li gorî we ev êriş tenê bi biryara hikûmeta Şamê pêk hat an jî di şerî de erêkirina dewletên din jî heye?
Jixwe çawa ku me li jor anî ziman, ger were gotin hikumeta demkî ya Şamê bi tena serê xwe vê êrişî daye destpêkirin, safitî ye. De rastiyê kêm bihêle. Tu êriş an jî operasyonek mezin a di Sûriyeyê de were kirin, bê erêkirina bêdeng a hêzên navneteweyî û heremî nabe. Ji ber ku koalisyona ku serkêşiya wê Amerîka dike, ji bo plansaziya xwe ya di heremê de pêk bîne kîjan hêz re berdewam bike dixwaze zelal bike. Amerîka ya ku li dijî DAIŞê bi HSDê re hevkariyê dikir, niha berovajî bi DAIŞê re di şexsê hikumeta demkî ya Şamê de bûye hevkarê wî. Lewra ji êrişên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bigire heya Dêr Hafir, Meskenê û piştre jî Tebqa, Reqa û Dêrazorê de di nava êrişkarên herî pêş de hemû DAIŞiyên ku ji aliyê MÎTê ve hatine bicihkirin bûn. Û vê yekî jî Amerîka baş dizanibû, lewra bi dehan rapor û lîsteyên navên DAIŞiyên ku di nava komên çete yên girêdayên dewleta Tirkiyeyê û HTŞê ango Wezareta Parastinê ya Şamê de radestê wan hatibûn kirin.
Jibilî zextên dewleta Tirkiyeyê, hesabên berjewendiyê ya Îranê, bêdengiya stratejîk a Rûsyayê jî, îmzeyên nayên dîtin ên li pişt van êrişan e. Biryara Şamê, tenê îradeyek ku ziviriye taşerontiya berjewendiyên heremî ye.
Di 4ê çileye de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta veguhêz li ser entekrasyonê bi hev re civînek pêk anîn. Lê li gorî agahiyan di civînê de encamek derneketiye û civîn qediyaye. Li gorî we di civînê de çi qewimî?
Ji ber sedemên ku me li jor anî ziman, dewleta Tirkiyeyê ji bo jixwe re wext qezanc bike, gelek caran bi awayek fiîlî peymana ku sererastkirina dawî hatibû kirin didan taloqkirin, herî dawî bi zexta Fransayê bi neçarî di 4ê çileyê de hatin ser masê. Jixwe tam dihat îmzekirin, Colanî ku ji aliyê MÎTê ve ew biribûn Enqereyê ku 6 roj li wir mabû, ji aliyê Enqereyê ve hem biryarnameya ku xwend û hem jî 14 xalên ku heya niha (dema me vê roportajî dinivisand jî hevdîtin dewam dikir) pê dabûn amadekirin. Li ser vê esasî jî jixwe bi talîmatê MÎTê şandeya li Şamê ku bi şandeya Rêveberiya Xweser re dikir, ji civînê hatin derxistin û nehiştin peyman were îmzekirin.
Jixwe bi vê awayî hem Peymana 10 Adarê û hem jî ya 1ê Nîsanê bi temamî ji holê rakirin û 6ê çileyê de êrişê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin.
Piştî civîna 4ê çileyê HTŞ di 6ê çileyê de êrişê taxên kurdan ên li Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir û ev êriş li Tebqa, bejahiya başûr a Reqayê û Dêrazorê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye tu wek rojnamegerekî vê çawa dinirxînî?
Piştî civîn têk çû, êrişa HTŞê, DAIŞ û komên çete yên girêdayên Dewleta Tirkieyê li ser du taxên kurdan ên Helebê ne tesadufî bû. Bêguman îsraîl û Şamê li Parîsê lihevkirinek pêkanîn û ji Girên Golan, Quneyitra, Suweyda heya sînorê Dêrazorê ango başûrê Sûriyeyê firotibûn îsraîlê. Ji bo ku hem bertekên mislimanên sûnî û nakokiyên navxweyî mezin nebin divê rojevekê mezin derxin holê. Vê yekî jî kirin. Lewra niha ji dewletên ereban bigire, Tirkiye ya ku xwe weke dijberê îsraîlê nîşan dide heya hemû cîhan kes behsa firotina başûrê Sûriyeyê nake. Pê re jî jixwe wek e me diyar kir berdewamiya planê êrişan ji Dêrhafir bigire, Tebqa, Reqqa, Dêrazor aliyê din jî heta Kobanê belav kirin. Peyam pir vekirî bû: “Maseya aştiyê hilweşiya, şer di qadê de berdewam dike.”
Wek e rojnamegerek jî vê tabloyî wiha dixwînim; Dema gel-civak li ser maseyên muzakereyê tune bê hesibandin, wê bibe qurbanê yekemîn a şer. Êrişên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk ne tenê leşkerî ye, di heman demî de çavtirsandineke civakê ye. Armanca jî jixwe civakan berdin hev û li hemberê hev komkujiyan pêk bînin.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî banga seferberiyê kir. Di vir de rola ku dikeve ser milê gel çi ye?
Banga seferberiyê ya Fermandarê Giştî ya HSDê Mazlum Abdî, bêguman bangek e ku gel ne tenê barê şer hilgirin di heman demî de gel bibe cewhera berxwedanê. Ango rola gel nebe temaşevanek pasîf; bibe berxwederek aktîf û parazvanê paşeroja xwe. Mixabin rastiyeke bi êş a vê bangewaziyê jî heye; aşitî tunebe gel dibe aktorê neçar a şer.
Li gorî we di êrişa vê pêvajoyê de çapemeniya ereban û tirkan roleke çawa lîst û ji bo kur kirina şer zimaneke çawa bipêşxistin?
Mixabin çapemeniya ereb û tirk, di vê pêvajoyî de propagandaya şer a desthiladariyan adeta ji nû ve afirandin. Daxwazên di serî de gelê kurd, civakên dûrzî û elewiyan krîmînalîze kirin, ‘Xweseriyê’ wek e gef û xeteriyê pêşkeş kirin. Weşangeriyeke ku şûna aşitiyê biparêze, zimanê şer rewa kir. Zimanê weşanê ku divê şer bide dawîkirin be, ango zimanê ku divê vîna gel naskiribûya, rastiyan bide nîşandan û yê aşitiyê bûya. Lê li şûna vê zimanî, zimanê derew û civakan li hember hev dike dijmin bijartin. Niha tiştê li Dêrazor, Reqa, Tebqa û Helebê dibe ev e. Ereb ji ber van zimanê manîpulatîf a ragihandinê kolan bi kolan li Kurdan digerin da ku komkujiyan pêk bînin.
Di vê pêvajoyê de divê çapemeniyê de divê roleke çawa bilîze û zimaneke çawa bipêşbêxe?
Ragihandin-Çapemenî, di vê pêvajoyî de divê ne hêmana propagandayê be, bibe dengê gel. Bibe zimanê heqîqatê; ne berovajîkirin an jî manîpulasyonê, rastiyê ragihîne. Ne şer, divê riya çareseriyê bide nîşandan. Ne bibe berdevkê desthiladaran, daxwazên gelan hilde navenda xwe. Çapemenî, divê nebe gurkeriya şer, bibe alîgirê aşitiyê.
Rewşa herî dawî ya Rojava çi ye û divê ev pêvajo çawa were xwendin?
Rewşa Dawî ya Rojava; berxwedanî û ne zelalî ye. Îro Rojava, hem di nîvê êrişên leşkerî û hem jî jêderneketinên dîplomatîk de ye. Gel, ji aliyekê ve bi koçberiyê û hilweşînan ve şer dike; li aliyekê din ve jî ji bo xweseriya xwe biparêze berxwe dide. Divê ev pêvajo, ne wek e aşitî, sazîbûna pêvçûneke dirêj dibe bê nirxandin. Rewşa dawî ya Rojava; wêneyekî şereke dijwar a di navbêra vîna gel-civakek û berjewendiyên hêzên desthiladar ên heremî û navdewletî de ye.
Em wek e encam jî dikarin vê bibêjin; Peymana 10ê Adarê û geşedanên piştre, bûye şanoyeke aştiyê ya sixte ku hêviyên gel tarûmar dike. Hikumeta Demkî ya Şamê, hêzên heremê û navdewletî, ne vîna gel, berjewendiyên xwe dan pêş. Êrişên HTŞ, DAIŞ, Tirkiyeyê, hilweşîna civînan, manîpulasyonên çapemeniyê... Ev hemû heman rastiyê nîşan dide: Aşiti nîne, şerên berjewendiyan heye.
Ev pêvajo, senaryoyeke ku ne gel, desthiladaran nivisandiye. Û di vê senaryoyî de gel neçar hiştin ku ji bo nebin qurbanî, berxwedaniyê hilbijêrin.
Pêşder Altan Kî Ye?
Di 1978an de li gundê Dêrșiwan a navçeya Hezo ya Êlihê ji dayîk bûye. Ew di 1997an de li rojnameya Azadiya Welat dest bi belavkarî, ragihandina azad kiriye û wî demeke dirêj di Ajansa Dîcle (DÎHA) nuçegihantiya beşa kurdî kiriye. Ew wek rojnameger li rojavayê Kurdistanê şopîneriya gelek hemleyan şopandiye û niha jî di nav ragihandina azad de a li rojavayê Kurdistanê kar dike.


