Pêrêzger Nûredîn Ehmed li Hesekê ye
Parêzger Nûredîn Îsa Ehmed piştî ji bo parêzgeriyê Hesekê hat tayînkirin, derbasî Hesekê bû. Nûredîn Îsa li Hesekê bi coşek mezin li Çerxerêya Kevokê hat pêşwazîkirin. Gel di pêşwazîkirinê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

Nûredîn Îsa Ehmed di sala 1969an de li Qamişloyê ji dayik bûye, dîplomata endazyariya mekanîk û elektrîkê ji Zanîngeha Şamê wergirtiye. Ji sala 1993yan heta 2012yan wekî endazyar di Gerînendetiya Têl û Bêtêlê ya Hesekê û Qamişlolyê de xebitiye. Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyeyê ji ber beşdarbûna wî di xwepêşandanên li dijî rejîma Baasê de û ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên rejîmê ve dihat xwestin, ji karê xwe hate bê dûrxistin. Ji wê demê ve, Nûredîn Ehmed di warê leşkerî û parastina herêmê de beşdar bûye, di pileya leşkerî de bilind bûye, di Cotmeha 2015an dema damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, berpirsiyariya têkiliyên giştî girtiye û endamê Fermandariya Giştî ya HSDê jî bûye.
Parêzger Nûredîn Ehmed peyamek da çepemeniyê û got: “Em vê kêliyê û vê dema niha dijîn li tevahî gelê hazir, malbatên şehîdan, hevalên me yên birîndar û yên di mewziyan de pîroz dikin, vê destkeftiyê li tevahiyan pîroz dikin. Ev cara yekemîn e parêzgerê parêzgeha Hesekê kesekî Kurd e. Ev jî bi keda şehîdan, welatparêz, gelê me yên hundirîn û yê li derve ku bi salan e ked ji bo vê rojê da pêk hat. Em dîsa vê rojê li tevahî malbatên şehîdan, gelê me, tevahî pêkhateyên di parêzgeha Hesekê de, bi Kurd, Ereb, Suryan, Xiristiyan û Êzidiyên wê ku 14 sal e ked da, pîroz dikin. Em ê li ser yekitiyê û hevgirtina pêkhateyan bixebitin. Saziyên xwe ji bo xizmeta gel xurt bikin.”
Piştî parêzger peyam da derbasî cihê xwe yê li bajêr bû.


