Perwîn Yûsif: Rêz ji yekrêziyê re negirtin

Hevseroka Şandeya Kurdî Perwîn Yûsif diyar kir ku şandeya ENKSê bêyî agahiya Şandeya Kurdî çûye serdana Şamê û daxuyand ku ev helwesta yekalî zerarê dide yekrêziya kurdî

1 deqe xwendin
Perwîn Yûsif: Rêz ji yekrêziyê re negirtin

Hevseroka Şandeya Kurdî Perwîn Yûsif têkildarî serdana şandeya ENKSê ji bo Şamê de axivî û anî ziman ku Şandeya kurdî ku di encama Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de hate avakirin derbarê vê serdanê de nehatiye agahdarkirin. Perwîn Yûsif diyar kir ku şandeya ENKSê bêyî agahiya şandeya kurdî çû Şamê û ev gav jî wekî “Helwesteke neyinî ku bandorê li yekrêzî û yekhelwesta kurdî” nirxand.

Rêz ji yekrêziyê re negirtin

Perwîn Yûsif derbirî ku rojek beriya şandeya ENKSê biçe Şamê, Şandeya Kurdî bi Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî (KNK) re civiyabû û ev agahî parve kirin: “Di civînê de mijarên der barê yekrêzî û yekhelwesta kurdî de hatin nîqaşkirin. Lê ENKSê agahî li ser niyeta xwe ya çûna Şamê parve nekir. Biryar bû ku roja din karekî hevbeş bê kirin, lê em matmayî man ku şandeya ENKSê çû Hewlêrê piştre çû Şamê.”

‘Serdan dema êriş çê dibin de pêk hat’

Perwîn Yûsif diyar kir ku çûna şandeya ENKSê ya Şamê di demeke hesas de ku Rojava tê re derbas dibin pêk hat û ev li gotinên xwe zêde kirin: “Ev serdan di demek êrîş zêdebûyîn de pêk hat.


Di wextekî de ku gelê kurd li çar aliyên Kurdistanê û li diasporayê û piştevaniya siyasî û manewî da Rojava pêk hat.” Perwîn Yûsif di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku helwesta gelên başûr, bakur, rojhilat û Avrupa û deverên din ên cîhanê bû çavkaniya hêz û serbilindahiyê bo doza kurd û hişt ku guhertin di qada siyasî de çêbibin. Her wiha anî ziman ku Şandeya kurdî bi pêkanîna daxwaza gelê kurd, di serî de yekrêziya kurd de eleqedar e.

Perwîn Yûsif anî ziman ku ev helwest bandoreke neyinî li yekrêziya gelê Kurd dike û dikeve xizmeta hewldanên parçekirina yekrêziya kurdî. Perwîn Yûsif bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ji destpêka diyaloga Murdî-Kurdî ve diyar kir ku dozên girêdayî yekrêziya kurdî divê di çarçoveya Şandeya kurdî de were nîqaşkirin û da zanîn ku wan di rêya medya de agahiya çûna şandeya ENKSê ya Şamê bihîst.