Peyama qadên Newrozê

Çawa ku mirovahî li pey berdewamiya hebûna xwe ye, civak û netewe jî bi heman awayî li pey berdewamiya hebûna xwe ne. Berdewamiya neteweyan bi çand, ziman, dîrok û bîrê pêkan e. Newroz di dîroka kurdan de xwedî cihekî domdar û berdewam e.

1 deqe xwendin
Peyama qadên Newrozê

Me îsal jî Newrozeke têr û tijî li pey xwe hişt. Newroza îsal jî weke salên din bi girseyeke xwedî vîn, têkoşîn û berxwedan hate pîrozkirin û  mohra xwe careke din li nav rûyê dagirkeriyê da. Di bingeha xwe de her Newroz li hemberî neheqî, zilimkarî û dagirkeriyê helwestek e. Lewra ji bo ku kurd jî helwesta xwe nîşan bidin, li her deverê berê xwe didin agirê Newrozê û li dora agirê Newrozê bi tililî û dirûşman hebûna xwe berz dikin. Di Newroza îsal de jî bi sedhezaran kurdan li hemberî her cureya înkarê bi dirûşmên xwe helwesta xwe nîşan da. Di heman demê de Newroz li hemberî bişaftina çanda kurdî berxwedan e. Kurd bi cil û bergên xwe, bi stran û klamên xwe, bi bîr û baweriya xwe qadên Newrozê tijî dikin. Qadên Newrozê dibin qadên ziman, çand, dîrok û hebûna kurdan. Lewra her kurd dixwaze li vê qadê hebûn û xwebûna nîşan bide.

Her heybera li qada Newrozê nîşaneya helwesta kurdan e. Ji agir bigirin heta performansa li ser dikê ji wir heta gotinên ji devê beşdaran, al û sembolên li qada Newrozê hetanî govendên qadên Newrozê bixwe jî helwest in. Jixwe agir heybera sereke ya Newrozê ye. Ango Newroz bê agir nabe. Bi agirê Newrozê kurd bîra xwe nû dikin û careke din çanda pîroz bi agirê Newrozê ji nû ve vedijînin. Kurd bi al û sembolên xwe, bi cil û bergên xwe careke din dîroka xwe tînin bîra xwe. Bi vî awayî li pêşiya bişaftinê benda Newrozê tê avakirin. Bi kurt û kurmancî Newroz li hemberî bişaftina li ser kurdan jî qada herî mezin û bendava her sal e.

Çawa ku mirovahî li pey berdewamiya hebûna xwe ye, civak û netewe jî bi heman awayî li pey berdewamiya hebûna xwe ne. Berdewamiya neteweyan bi çand, ziman, dîrok û bîrê pêkan e. Newroz di dîroka kurdan de xwedî cihekî domdar û berdewam e. Ango kurd bi dewla serê newrozê çand û dîroka xwe tînin bîra xwe û didin berdewamkirin. 

Qadên newrozê mala hebûna kurdan e. Kurd li van qadan, xwe, çand û dîroka xwe şênber dikin. Bi her awayî bersiva pirsa “ez kî me?” li van qadên Newrozê didin. Bi heman awayî hiş û bîra xwe ji nû ve vedijînin û berdewamiya hiş û bîra xwe li van qadan pêk tînin. Ji ber ku qadên Newrozê, qadên herî bikêrhatî ne ku kurd dîtbariya xwe nîşan didin. Qadên newrozê di heman demê de mekanên peyamên siyasî ne ku kurd di van peyaman de daxwazên xwe yên li ser pêşeroja xwe bi lêv dikin. Bi piranî peyamên qadên Newrozê li dijî dagirkeriyê ne û her wiha li dijî parçebûna kurd û Kurdistanê ne. Ango peyamên qadên Newrozê ji bo dost û dijminan e. Di van peyaman de, ji kurd û rêxistinên kurdan tê xwestin ku ala yekîtiyê bilind bikin. Ji dijminan re jî tê gotin ku wê her kurd û Kurdistan hebin û berdewam bin. Lewra dagirkeran her tim xwestiye ku van qadan li kurdan qedexe û asteng bikin. Lê heta niha ti qedexe û astengiyan nekiriye ku kurd ji qadên Newrozê dûr bikevin. Kurdan her tim deverek peyda kiriye ku Newrozê lê pîroz bikin. Ango pîrozkirina Newrozê ne bi mekanê Newrozê ve girêdayî ye. Newroz ji xwe re qad û mekanan ava dike. 

Di pîrozkirina Newrozê de ya girîng ew e ku civak, agir, çand û dîrok bigihijîn hev. Heke ev bên gel hev jixwe her der dikare bibe qad û mekanê Newrozê. Jixwe mekan têgihek e ku ji gelek hêlan ve hatiye pênasekirin û nirxandin. Pênasekirina mekanê di çarçoveya derdora civakî û fîzîkî ya têkilî, tevgerîn û avakirina wateyê de tê kirin. Lê Henrî Lefebvre mekanê tenê ne di çarçoveya vê pênaseyê de dinirxîne, her wiha li gorî wî mekan bi awayekî civakî tê avakirin û di navbera civak û mekanê de têkiliyeke hestiyar heye. Di navbera qadên Newrozê û kurdan de jî têkiliyeke pir xurt û hestiyar heye, civaka kurd van qadan ava dike, lewra çi dibe bila bibe, kurd roja Newrozê xwe digihînin van qadan. Ev qadên Newrozê malên hebûn û xwebûna kurdan in ku li van qadan rastî û heqîqeta kurd û Kurdistanê olan dide. Ji bo vê jî salê carekê be jî kurd li hebûn û xwebûna xwe rast tên. 

Kurd qadên Newrozê wekî qadên polîtîk dibînin û di vê çarçoveyê de qadên Newrozê bûne cihên berzkirina daxwazên kurdan. Peyamên zelal li qadên Newrozê ji bo raya giştî tên dayîn. Ev qad polîtîk in û lewra peyamên li ser bingeha nasnameya kurdî û mafên kurdan tên dayîn. Polîtîkbûna qadan ji diyalektîka di navbera mekan û civakê de tê ku di nav xwe de çand, ziman, dîrok, nasname û bîra kurdî dihewîne. Lewra qadên Newrozê êdî ne tenê cihê kombûna mirovan, her wiha ev qad bûne mekanên têkoşîn û berxwedanê. Qadên Newrozê hem di encama têkoşîn û berxwedaneke bêhempa de hatine bidestxistin û hem jî têkoşîn û berxwedana kurdan di van qadan de têgihije asta herî jor. Polîtîkbûna van qadan desthilatan ditirsînin, lewra dixwazin ku ev qadên Newrozê lawaz bin. Lê berevajiyê vê, heta ji kurdan tê van qadan bihêz dikin. Bêguman tevî hemû hewldanên desthilatan jî qadên Newrozê mezintir dibin. Bi heman awayî di qada navneteweyî de dîtbarî û hebûna kurdan zelal, şênber û rewatir dibe.

Qadên Newrozê mekanên sereke yên bîra dîrokî ne. Li van qadan dîroka kurdan derdikeve û bîra kurdan xwe careke din nû dike. Dibe ku cih ango mekanên Newrozê bên guhertin, lê devera agirê Newrozê bilind dibe, ew dever polîtîk e, û ew qad xwedî peyam, têkoşîn û berxwedan ye. Ji bo vê jî bi hêviya ku qadên Newrozê zêdetir bibin û heta ku kurd berê xwe bidin agirê Newrozê wê her kurd û Kurdistan jî hebin. Kurd bê Newroz û Newroz jî bê kurd nabe.