Peyamên piştgiriyê ji jinên Rojhilata Navîn bo YPJê: Têkoşîn wê dewam bike

Jinên ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn nameyên piştgiriyê ji YPJê re şandin. Şandeya ku ji Akademiya Jineolojiyê van peyaman gihand YPJê, behsa girîngiya azadî û hebûna parastina jinan kir.

1 deqe xwendin
Peyamên piştgiriyê ji jinên Rojhilata Navîn bo YPJê: Têkoşîn wê dewam bike

Di 26ê nîsanê de Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan dest bi kampanyaya piştgiriya YPJê kir. Jinên Rojhilata Navîn ji welatên wek Misir, Libnan, Sûdan û Yemenê, bi eşqeke mezin ji bo ku piştgirî bidin hemleya ku hat ragihandin, name nivsandin. Îro şandeyek ji Akademiya Jineolojî ya Rojhilata Navîn ku ji 6 kesan pêk tê, serdana Navenda Fermandariya YPJê kir.

Berdevka Akademiya Jineolojî ya Rojhilata Navîn Zahîde Mamo, da zanîn ku armanca serdana wan a ji fermandariya YPJê ew e ku name bigihêje cihê xwe û wiha domand: “Îro em serdana Yekîneyên Parastina Jinan dikin da ku peyamên jinên Rojhilata Navîn ku bi evîn û spasdariyê hatine nivîsandin, ji bo piştgiriya hêza YPJê bigihînin we. YPJê bi zanist û rêxistinbûyîna xwe, xwedî bandorek mezin li tevahî jinên cihanê kir. Lewma îro her kes erkekî xwe wîjdanî dibîne ku piştigirî bidê.”

Endama Fermandariya Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn, ji jinên ku piştgirî didin hêza xwe re spas kir û wiha got: ”Armanca vê şoreşê parastina giyanê demokrasiyê, wekheviya zayendî û azadiya jinan e. Şoreşa 15 salan bi navê jinan hat kirin, şoreşa yekem di dîroka Kurdistanê de ku 15 salan dom kir. Em ê nirxa vê şoreşê ji bîr nekin û em ê wê biparêzin.”

Rohilat Efrîn destnîşan kir ku YPJê ji hêla civak û raya giştî ve wekî pîvana herî bilind tê pejirandin û divê hikûmet vê yekê binirx bibîne. Rohilat Efrîn, wiha berdewam kir: “Kes şer naxwaze û xetera li ser jinan hîn bi dawî nebûye. Parastin pêwîst e. Jin beşek girîng a vê entegrasyonê ne û gavên ku têne avêtin rola wan a guncaw nadin jinan û ev nayê qebûlkirin. Derxistina me ji vê pergala nû, xeternak e. Têkoşîna me dê berdewam bike. Ger hêza jinan wekî parastin neyê naskirin, wê demê mafê jinan nayê mîsogerkirin.”

Rohilat Efrîn ragihand ku YPJê li ser mîrateyek dîrokî ya hezar salî hatiye avakirin da ku îro bibe hêza jinan a li ser rûyê erdê û wiha pê de çû: “Înkarkirina hêza jinan, înkarkirina mafên wan e. Em li welatekî dijîn ku aramî lê tune ye, ji ber vê yekê parastin pir girîng e. Armanca me ew e ku em parastina gelê xwe li herêma xwe bikin. Em hêzek parastinê ya bi tevahî ji jinan pêk tê ne. Hebûna vê hêzê dê şewqek bide Sûriyeyek nû.”

Rohilat Efrîn bal kişand ser rêxistinbûyîna jinan ku çeka herî mezin a hebûnê ye û got: “Em peyama ku we ji Rojhilata Navîn anî, pîroz dikin. Ji ber ku îro tevahiya cîhanê meraq dike ka YPJê çawa dê hebûna xwe biparêze. Rêxistinên jinan bihêz be, hevgirtî be, ew çeka herî bihêz in. Têkoşîna jinên rêxistinkirî li dijî zîhniyeta serdest divê bi hêz berdewam bike.”

Li gorî agahiyan dê YPJê di rojên pêş de bi daxuyaniyekê bersiva nameyan bide.