Peyman îhlal kirin û 2 ciwanên Kobanê revandin
Çeteyên girêdayî HTŞê peyman îhlal kirin û li gundê Korikê yê Kobanê 2 ciwanên kurd revandin.

Çeteyên girêdayî HTŞê li gel ku peyman îmze kirine jî îro saet di 14:00an de li gundê Korikê ya girêdayî Kobanê ciwanên Kurd Casim Neqşî Ibrahîm û Mervan Mihemed Mehmûd revandin û girtin.
Dema 2 ciwanên Kobanê ji bo nan û xwarin bikirin ji gûndê Korikê ya girêdayî Kobanê derketin û çûn gûndê Zinarê Kurdan, li vir rastî çeteyên girêdayî HTŞ û dewleta tirk ve hatin. Çeteyan telefonên ciwanên kurd girtin û îşkence li wan kirin. Çeteyên girêdayî HTŞê piştî îşkence li ciwanan kir, ew girtin û birin Girê Spî.


