Pîrozbahiya Newroza Stenbolê bi stranên Koma Amed bi dawî bû

Koma Amed li Newroza Stenbolê derket ser dikê. Pîrozbahiya Newroza azadî û yekîtiyê li ber stranên Koma Amed bi coşeke mezin bi dawî bû

1 deqe xwendin
Pîrozbahiya Newroza Stenbolê bi stranên Koma Amed bi dawî bû

Îro li Stenbolê bi sed hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Piştî axaftinan Koma Amed derket ser dikê. Koma Amedê piştî 30 salî herî dawî di meha Cotmeha 2025an de li Amedê konserek li dar xistibû. Koma Amed li Newroza Stenbolê jî derket ser dikê. Newroza ‘Azadî û Yekîtiya Demokratîk’ a Stenbolê ku li Qada Yenîkapiyê bi coşeke mezin hat pîrozkirin, bi sed hezaran kes tevî hewaya sar û baranê jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Tevî şertên hewayê jî coş û kelecanek mezin renge xwe li qadê da. Bi derketina ser dikê ya Koma Amed re coşa girseyê derket asta herî jor.

Koma Amed bi stranên xwe yên navdar bi sed hezaran kes rakir govendê û coşand. Girseyê bi gerandina govend û berzkirina dirûşmeyan Newroz pîroz kir. Pîrozbahî li ber stranên Koma Amed û gerandina govend û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.