Pîrozbahiyên Newrozê didomin

Li Mûşê û li navçeya Hezex a Şirnexê bi dirûşma ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê/ Newroza Azadî û Yekitiya Demorkatîk’ Newroz tê pîrozkirin.

1 deqe xwendin
Pîrozbahiyên Newrozê didomin

Li Mûşê li Qada Îstasyonê bi dirûşma ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê/ Newroza Azadî û Yekitiya Demorkatîk’ pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Dê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sumeyye Bozê wek axêver beşdarî pîrozbahiyê bibin. 

Li taxa Atakent a navçeya Hezex a Şirnexê jî pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxitinên civakî gelek kes bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatî tevî baranê herikîn qada pîrozbahiyê ya ku bi rengên kes, sor û zer ve hatiye xemilandin û bi gerandina govendê Newrozê pîroz dikin.