Pîrozbahiyên Sêrt, Çewlig û Xarpêtê bi dawî bûn
Îro li Sêrt, Çewlig û Xarpêtê jî Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyên Newrozê de axaftin hatin kirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin

Îro li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dirûşma ‘Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk’ û ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’ Newroz tên pîrozkirin. Ji van bajaran Sêrt, Çewlig û Xarpêtê jî gel berê xwe da qadên ku Newroz lê tê pîroz kirin.
Sêrt
Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya qada Newrozê ya li Sêrtê bûn. Di pîrozbahiyê de pankarta bi nivîsa ‘Nasnameya me azadî ye, nefes bi nefes. Silav ji bo kesên ku rojê di dilê xwe de hildigirin. Newroza te pîroz be, ey roja me’ hat daliqandin. Di pîrozbahiyê de ji bo Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim û kesên di têkoşîna azadiyê ya kurd de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin. Pişt re girseyê dirûşma ‘Şehîd namirin’ berz kir.
‘Kurd doza nasnameya xwe û azadiya Abdullah Ocalan dikin’
Paşê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku Newroz sembola berxwedaneke dîrokî ye û got ku kurd doza zimanê xwe yê dayikê, nasnameya xwe û azadiya Abdullah Ocalan dikin.
Newroz bi gerandinê govendê bi dawî bû.
Xarpêt
Di pêşengtiya DEM Partîyê de piştî 11 salan li Qada Îstasyonê ya Xarpetê Newroz pîroz kir. Hevşaredar, parlamenter, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de bi hezaran kes tev li bernameya pîrozbahiyê bûn.
‘Agirê Newrozê sembola azadiyê ye’
Wekîla DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî Newroza girtiyan pîroz kir û wiha got: “Newroz agirê Mazluman ê li dijî zilmê ye. Ew agirê Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim hilkirî, îro jî weke sembola azadiyê dijî.”
Piştî axaftinan, Dayika Aştiyê Fatma Tosun, wekîlan û ciwanan agirê Newrozê vêxist. Piştre jî hunermend Erdogan Emîr, Koma Berçem derketin ser dikê. Pîrozbahî, bi gerandina govendê ya li ber dahol û zirneyê bi dawî bû.
Çewlig
Li Çewligê jî li rex Nexweşxaneya Dewletê ya li Taxa Sarayê pîrozbahî hat lidarxistin. Gelek kes tev li bûn. Wekîlê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku ku di pîrozbahiyê de Newroza gel pîroz kir, diyar kir ku Newroz vejîn û agirê azadiyê ye û destnîşan kir ku ev agir îro li her çar parçeyê Kurdistanê hil dibe.
Aktivîsta TJAyê Gulistan Atasoy jî îşaret bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan kir û got: “Tecrîd, nêzî çaryek sedsal e didome. Lê tevî vê jî birêz Abdullah Ocalan mizgîniya azadiya gelên Rojhilata Navîn dide. Em Newroza birêz Ocalan pîroz dikin. Ev hemû şehîdên xwe yên bi têkoşîna xwe rê li ber van rojan vekirin ku em li qadan Newroza xwe azad pîroz bikin, bi bîr tînin. Em ê bi mezinkirina têkoşînê deynê xwe yê ji bo wan bidin.”
Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.


