Piştî 31 sal û 3 mehan hate berdan ji bo kurê xwe şîn danî
Bakî Aslan ê piştî 31 sal û 3 mehan hate berdan, ji bo kurê xwe yê du sal berê jiyana xwe ji dest dabû, şîn danî.

Bakî Aslan ê li Girtîgeha Aksarayê dihat ragirtin û piştî 31 sal û 3 mehan di 10ê adarê de hate berdan, hate cem malbata xwe ya li taxa Daglioglû ya li navçeya Seyhanê ya Edeneyê. Aslan, ji bo kurê xwe yê du sal berê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, şîn danî. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) çûn serdana şînê. Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî hate serdana şînê û sersaxî ji bo malbatê xwest.
Aslan, di şînê de bi ziyaretvanan re sihbet kir û ji bo serdana wan spasî kir.


