PJAK: Kurdî beşek girîng a têkoşîna me ye

PJAKê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihand ku gelê kurd bi paqijkirina çandî re rû bi rû maye û got: “Parastina ziman û nasnameya neteweyî ya kurdî beşek girîng a têkoşîna me ye.”

1 deqe xwendin
PJAK: Kurdî beşek girîng a têkoşîna me ye

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya PJAKê wiha ye: “Di hemwextê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê 21ê Sibatê de neteweya kurd bi tunekirina çandî ya berdewam re rû bi rû ye, ji ber şerê dewletên serdest li her çar parçeyên Kurdistanê hebûn û çanda neteweya kurd di bin gefê de ye. Di vê rewşê de, parastina ziman û nasnameya neteweyî ya kurdî beşek girîng a têkoşîna demokratîk û azadiyê ya neteweya me ye ku dê heta bidestxistina armancan berdewam bike.

Axaftin û perwerdekirina bi zimanê dayikê di tevahiya jiyanê de mafekî rewa yê mirove, heta di nebûna peymanek an qanûnek nivîskî de jî. Ji ber ku ew mafekî xwezayî û rewaye. Mixabin, em di serdemekê wiha de jiyan dikin ku ji ber astengiyên jiyana bi zimanê dayikê û parastina mafên zimanî, tenê rojek hatiye veqetandin.

Wek Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) vê rojê pîroz dikin û tekez dikin ku pêwîste li ser bingeha baweriyên xwe bi zimanê dayikê were jiyan kirin.

Zêdetirî sed sal in ku li dijî gelê me qirkirina çandî tê kirin. Di heman demê de, têkoşîna parastina zimanê kurdî ji bo parastina hebûna wê û pûçkirina siyaseta qirkirina çandî tê kirin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, ku navenda wê Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye, berdewam dike û ev dewlet hewl didin ku qonaxa dawî ya şerên xwe yên qirkirinê bimeşînin. Dewletên serdest ên her çar beşên Kurdistanê siyasetek înkarkirinê wisa pêşxistibûn ku di sedsala borî de, Kurdistan bû cihê şerekî berdewam û jenosîdek berfireh.

Nexşerêya gelê me ya li dijî vê êrişa hovane, demokrasiya li dijî faşîzmê ye. Îro, Rêber Apo di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi aqilane karekterek siyasî û rêxistinî girtiye û bi rêya prosedûra siyasî ya entegrasyona demokratîk ew formule kiriye. Di vê pêvajoyê de daxwaza naskirina fermî ya zimanê dayikê ji bo gelê me û hemû neteweyên din yek ji armancên serekene. Hêzên înkarker nikarin bi gefên şer û çavtirsandinê, herwiha bi polîtîkayên nû yên tunekirinê, neteweya kurd ji têkoşîna wan dûr bixin.

Bêguman, xeterî bi temamî bi dawî nebûne, divê têkoşîna çandî ya neteweya me bi têkoşîna siyasî re were yek kirin da ku bigihîje armancên azadîxwaziyê. Bidestxistina mafên siyasî rêbazek bingehîne ji bo misogerkirina mafên çandî û zimanî yên neteweya kurd.

Niha hikûmetên Îran û Tirkiyeyê, wekî du sîstemên înkara çandî û zimanî, bi werçerxanek dîrokî re rû bi rû ne. Divê pêvajoyeke nû destpê bike û mafên siyasî û çandî yên kurdan bi fermî werin naskirin. Gelê me divê di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de li gel neteweyên din statuyek siyasî bi dest bixe.

Piştî Şoreşa sala 57an de, mafên kurdan bi taybetî mafê jiyan, perwerde û bikaranîna zimanê xwe yê dayikê hatin bêparkirin. Beşek girîng ji enerjiya neteweya me, ku divabû ji bo pêşketinên din xizmet bikira, ji bo şerê li dijî siyaseta înkarê hat bikaranîn. Gelê me bi rêya rêxistin û navendên sivîl û çandî li rojhilatê Kurdistanê ji bo perwerde, pêşxistin û parastina zimanê kurdî têkoşîneke girîng daye. Em van çalakiyan wekî têkoşînên çandî yên hêja dibînin û rêzê li wan digirin ku di encamê de zimanê me tê parastin.

Kurdan pira siratê ya çandî derbas kirine û gihîştine qonaxa bicihkirina mafên xwe yên siyasî û çandî. Îro, hewl û têkoşîna neteweya me di rêya bicihkirina mafan di destûrên bingehîn de ye. Guman tune ku afirandina cîhanek demokratîk bêyî mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ne gengaze. Bêparkirina kurdan ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê li ser bingeha siyaseta hilweşandinê nîşana hilweşîna mafên herêmî û navneteweyî ye.

Wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li hemû neteweyên bindest, bi taybetî neteweya kurd pîroz dikin û bang li neteweya xwe dikin ku hewlên xwe yên ji bo parastina zimanê kurdî zêdetir bike. Divê her mal û her der bibe dibistanek ji bo perwerde û parastina zimanê kurdî. Ev erk û berpirsyartiya me hemûyane. Bi parastina zimanê kurdî, em dikarin mafên çandî pêşbixin û biparêzin. Parastina zimanê kurdî beşek ji azadiyên me ye. Bijî civakeke azad.”