PJAKê peyama sersaxiyê ji bo Salih Muslim da
PJAKê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê weşand û ragihand ku Salih Muslim welatparêzekî rasteqîn bû.

Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) ji bo şehîd Salih Muslim peyama sersaxiyê weşand. Peyama PJAKê bi vî rengî ye: "Me bi xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya têkoşerê dêrîn û diyarê kurd Salih Muslim endamê Desteya Hevserokatiya PYDê bihîst. Wefata hevrê Salih Musilm ji bo gelê me yê her çar beşên Kurdistanê xisarek mezin bû, bi taybetî rojavayê Kurdistan û tevgra azadîxwaz a kurd.
Ew yek ji wan kesayetên herî diyar û têkoşer ku westanê nedizanî û ti carî şikestin û bêhêvîbûna li beramberî dijminên gelê kurd qebûl nedikir. Hertim di hemû rewşan de, di dema zehmetiyan de û di dema êrişên qirker yên dijmin de li cem gelê xwe cih girtiye.
Ew yek ji piştevanên bihêz bû ji bo têkoşer û azadîxwazan. Ew yek ji stûnên sereke yên şoreşa kurdî bû di pêvajoya ronesansa kurdî ya di deh salên borî de. Cihek wî yê diyar di bidestxistina destkeftiyên şoreşa rojavayê Kurdistanê de heye. Di dema êrişên hovane yên rejîma Baas û çeteyên DAIŞê de hertim li kêleka gelê xwe cih girtiye.
Ew mînaka kesayetek têkoşer û siyasetmedarek navdar bû ku dizanî wê çawan li ser rêya azadiyê bi rûmet û serbilindî pêngavan bavêje. Ew bavê şehîdekî bû ku welatparêzî gihandibû lûtkeya şoreşgerî û fedekariyê. Têkoşerên kurd wane ji wî werdigirtin û rêz li pêşengtiya wî ya di rêzên têkoşînê de digirtin.
Hevrê Muslim ji bo azadîxwazan nîşan da ku li ser rêya azadiya gelekî wek gelê kurd zilm lê hatî kirin pêwîstî bi çi hişmendî, kesayet û ruhekî fedayî heye. Bêguman wê navê wî bi başî di dîrok û bîranîna hemû gelê me de bi zindî bimîne. Bi şopandina rêya wî û ketina li ser rêya wî ya rast a têkoşînê, her kesayetek azad yê kurd dikare şêwazê welatparêzî û başiyê bigihîne asta herî bilind. Ti gumanek têde nîn e ku Kurdistan pêwîstî bi rêbaza fikrî û kesayetan heye daku ji zincîrên zilmê rizgar bibe.
Wek meclîsa PJAKê ji ber koça dawî ya têkoşerê mezin û endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim, em sersaxiyê ji gelê kurd bi taybetî gelê me yê rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê, PYDê, têkoşerên rêya azadiyê û malbatên şehîdan re dixwazîn.
Bêguman ew welatparêz û têkoşerek fedekar yê bêhempa bû ku baweriyek xurt bi dibistana fikrê Rêber Apo û gelê me hebû. Jiyana xwe di vê rêyê de derbaz kir. Ji bo bîranîna wî û azadiya gelê me ku ew hertim xemxwerê wê bû, em ê bi armanc û xeyalên wî yên pak ve girêdayî bimînin. Wê bîranîna wî di dîroka me de nemir bibe."


