Platforma Jinên Enqereyê: Mirov di şertê giran de dijîn

Platforma Jinan a Enqereyê bi wesîleya salvegera erdheja 6ê Sibatê li Kolana Yukselê kom bûn û diyar kirin ku sê sal borîn lê hîna bi sedan kes di konteynir û konan de di şertê xerab de dijîn.

1 deqe xwendin
Platforma Jinên Enqereyê: Mirov di şertê giran de dijîn

Platforma Jinan a Enqereyê bi wesîleya salvegera erdheja 6ê Sibatê ya ku li 11 bajaran pêk hat, li kolana Yukselê çalakî pêk anîn. Jinan zincîra mirovahiyê avakirin û heta Kolana Sakaryayê meşiyan. 

Sîbel Sari li ser navê platformê daxuyanî xwend û got: “Tevî ku 3 sal der bas bûye hîna bi sedan kes di konteynir, konan de di bin şert û mercên xerab de dijîn. Ki bajarên konteyniran mahremiyet hatiye tunekirin, hîjyen tuneye, tundî û destdirêjî heye. Ev şertê jinan bê parastin dihêlin. Em ê bi jinan re piştevaniya xwe bidomînin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Jinan daxwaz wiha rêz kirin:

“*Divê demildest ji bo jinên herêma erdhejê derfetên ewle yên starbûnê bên avakirin!

*Divê yekîneyên pêşîgirtina tundiyê bên xurtkirin, divê ev yekîne çalak û bandor  bin!

*Divê li hemû bajarên ji erdhejê bandor bûne stargehên jinan bên avakirin!

*Divê qadên bi ewle bê avakirin, mekanîzmayên serlêdanê bên vekirin!

*Divê mafê xizmeta tenduristî, zayendî, civakî û hiqûqî ya jinan bikeve bin ewlehiyê!”

Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.