Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ji bo meşa sibê bang kir

Saziyên demokratîk ên li Amedê dê damezirandina platforma “Şiyar Be! Li Dijî Tiryakê Têkoşîn” sibe bi meşekê ragihîne.

1 deqe xwendin
Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ji bo meşa sibê bang kir

Saziyên demokratîk ên li Amedê dê damezirandina platforma “Şiyar Be! Li Dijî Tiryakê Têkoşîn” sibe bi meşekê ragihîne. Platform, dê sibe li Sumerparka li navçeya Yenîşehira Amedê ber bi Birca 7 Birayan a li navçeyan Sûrê ve meşê li dar bixe. Meş dê saet di 14.00yan de dest pê bike. Piştre jî Platform dê li Birca 7 Birayan bi deklarasyonekê damezirandina xwe ragihîne.

Hevberdevkê Platformê Murat Kan têkildarî mijarê got: “Pirsgirêka tiryakê birîneke xedar a civakê ye û her ku diçe mezintir dibe. Yek ji armancên girîng ên platformê jî ew e ku li dijî vê mijarê hestiyariyek were avakirin. Li dijî tiryakê gotineke her kesî heye. Rewşeke ku civaka me, gel û jinan aciz dike ye. “

Murat Kan, ji bo meşa ku dê sibe saet di 14.00yan de li Sumerparkê dest pê bike û heta Birca 7 Birayan bidome, banga tevlibûna meşê li hemû Amediyan kir.