Polîsan belavkara Yenî Yaşamê binçav kir

Polîsan serê sibehê bi ser mala belavkara Rojnameya Yenî Yaşamê Zîlan Gul de girt û ew li malê binçav kir.

1 deqe xwendin
Polîsan belavkara Yenî Yaşamê binçav kir

Polisan li Amedê serê sibehê bi ser mala belavkara Rojnameya Yenî Yaşamê Zîlan Gul de girtin û li mala wê ya Amedê lêgerîn kirin. Polîsan piştî lêgerînê Zîlan Gul binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.