Polîsan êrişî karkerên madenê kir

Karkerên Madenê ji bo heqdestê xwe li Enqereyê çalakiya greva birçîbûnê didomînin. Karkeran dema ku xwestin bimeşin ber Wezareta Enerjiyê rastî êrişa polîsan hatin. Karker di bin dorpêça de çalakiya xwe didomînin.

1 deqe xwendin
Polîsan êrişî karkerên madenê kir

Karkerên Madenê yên giredayî Sendîqaya Xweser a Karkerên Madenê yên di şîrketa madenê ya bi navê Dorukê de dixebitîn ji bo heqdestê xwe dest bi greva birçîbûnê kiribûn 5 roj in li Parka Kurtuluşê ya navçeya Çankayê ya Enqereyê çalakiya xwe didomînin. Di roja 5emîn de karkeran xwest bimeşin ber Wezareta Enerjiyê lê bi êrişa polîsan re rû bi rû man. Karkeran li dijî êrişa polîsan dirûşmeyên, “Mirin heye lê veger tune ye” berz kir û bertek nîşanî êrişa polîsan da. Di êrişa polîsan de 2 karker birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.

Çalakiya karkeran di bin dorpêça polîsan de didome.