Polisan nobeda ji bo Rojava asteng kir
Nobeda ku Platforma Tenduristiyê ya Amedê, li dijî êrişên li ser Rojava li ber Nexweşaxaneya Zarokan a Amedê dabû destpêkirin, polisa midaxile kir. Hewldana polisan bi dirûşma ‘Bijî berxwedana Rojava’ ve hat protestokirin.

Platforma Tenduristiyê ya Amedê li dijî komkujiyên Rojava li pêşberî Nexweşxaneya Zarokan a Amedê Nobeda Mafê Jiyanê da destpêkirin. Polisên ku nexweşxane dorpêç kirin bi hinceta biryara qedexeyê ya walitiyê hewl da daxuyaniya nobedê asteng bike. Tenduristvanên ku bertek nîşan dan bi dirûşma ‘Bijî berxwedana Rojava’ bertek nîşanî astengiyê dan. Kedkarên tenduristiyê heta Odeya Bijîşkan a Amedê meşiyan û midaxileya polisan protesto kirin.
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen, bal kişand ser mirina zarokên Kobanê û ev tişt got: “Li wir trajediyekî mirovî rû dide. Erka tenduristvanan astengkirina mirinan e. Astengiya çalekiya me nayê qebûlkirin.”
Veysî Ulgen destnîşan kir ku divê ji bo Kobanê korîdor bê vekirin û ji bo berpirsiyariyê bangî raya giştî ya neteweyî û navneteweyî kir.


