Prof. Dr. David Romano: Aştî pir caran ji şer bêtir cesaret dixwaze
Prof. Dr. David Romano yê amerîkî ku piştgiriya xwe ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ragihand, got ku biryarderên li Tirkiyeyê divê vê pêvajoya aştiyê ya derketî holê bi gavên beramber xurt bikin.

Piştgirî ji çar aliyên cîhanê ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de kir, berdewam dike. Dr. David Romano yê amerîkî jî piştgiriya xwe bi peyameke ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ragihand.
Prof. Dr. David Romano ku destnîşan kir banga 27ê Sibatê rêya aştiyê pêşkêş dike, di peyama xwe de wiha got: "Aştî pir caran ji şer bêtir cesaret dixwaze. Ji ber vê yekê, divê gelên Tirkiyeyê û cîhan banga Abdullah Ocalan a ji bo danîna çekan a PKKê silav bike. Lêbelê, ji bo ku aştî mayînde be, divê ew were xwedîkirin û domandin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rêyek ji bo aştiya rastîn pêşkêş dike ku ne tenê bi dawîanîna şerê çekdarî ye. Ez bi dilsozî hêvî dikim ku biryarderên li Tirkiyeyê dê rêyan bibînin da ku vê pêvajoya aştiyê bi gavên beramberî xurt bikin ku dê ji bo hemû welatiyên Tirkiyeyê û tevahiya herêmê sûdmend be."


