Qurbaniyên 5ê Hezîranê bi girseyî bi bîr anîn
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê û nûnerên rêxistinên demokratîk ên li Amedê kesên di komkujiya 5ê Hezîrana 2015an li Qada Îstasyonê hatin kuştin bi girseyî bibîr anîn.

Di ser teqîna 5ê Hezîrana 2015an a li dijî mitînga HDPê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê re 11 sal borîn. Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê û nûnerên saziyên demokratîk kesên di komkujiya 5ê Heazîranê de li qada mîtîngê hatibûn kuştin bi bîr anîn. Malbatên kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane, parlamenterên DEM Parti yên Amedê, hevşaredarên navend û navçeyên Amedê, endam û nunerên sazî û dezgehan û gelek kes tevlî bîranînê bûn.
Li ser navê malbatan bavê Ciwan Arslan ê ku jiyana xwe ji dest dabû Bahattîn Arslan û hevberdevka Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê Hatîce Çelîk axivîn. Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer û parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç axivîn.
‘Em edaletê dixwazin’
Bahattîn Aslan diyar kir ku ew ê dest ji berpirsên komkujiyê bernedin û got: “Li ser navê îslamê, bêyî ku bibêjin zarok an pîr e, qetil kirin. Kê ev yek kir, çawa kir? Kî li cem wan e, bi vê teqînê re çawa hatin qadê? Ev pirs hîn jî li benda bersivê ne. Em edaletê dixwazin.”
‘Têkoşîna me dê bidome’
Hatîce Çelîk jî qurbaniyên komkujiyên Pirsûs, Enqere û Garê bi bîr anî û got: “Bi hezaran kes birîndar bûn. Bi sedan kes hatin kuştin. Lê, me di dadgehan de dît ku ev komkujî bê çawa hatine kirin, çawa rê li ber wan hatiye vekirin û çawa ji lêgerînan derbas bûne. Me hemû yek bi yek dîtin, lê tu wezîfedarên giştî nehatine darizandin. AYM (Dadgeha Destûra Bingehîn) dibêje ‘Kêmasiya dewletê tune ye’. Kesekî ku fîrarê leşkeriyê ye berdidin û ew tê di teqînê de cih digire. Îhmalkariyeke mezin heye lê kes hesab nade. Komkujî li ber çavan çêbû. Berpirsiyarê komkujiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Konyayê tê dermankirin û piştî wê diçe dervayî welat. Li vir çawa kêmasiya dewletê tune ye? Em wek malbat edaletê dixwazin. Ger komkujiya Amedê bihata ronîkirin, komkujiyên li cihên din nedibûn. Malbatên Pirsûs, Gar û Amedê, em hemû yek in. Em dizanin çima nayê aşkerekirin. Wek malbat, heta ku edalet pêk bê dê têkoşîna me berdewam bike.”
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî anî ziman ku ew roj nayê jibîrkirine û malbat îro li vir hesab dipirsin.
Mehmet Kamaç jî da zanîn ku di pêvajoya ku wê demê aştî serdest bû, komkujî bi biryareke ku ji navendekê hatibû dayîn pêk hat û xwest kesên li pişt perdeyê ne werin aşkerekirin.
Piştî axaftinan li cihê teqînê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl hatindanîn û dirûşma ‘Şehîd namirin’ hate berzkirin.


