Rasto bi rastiyê re
Heya ku alîkarê mîr got bisekinin xwediyê zerfê ne ez im lê guh nedan wî û bi çeplê wî girtin avêtin nav agirê gur.

Carekê mirovekî feqîr çû serdana mîrê bajarê xwe. Mîr ji mirovê xizan pirsî û got tu dikarî çi şîretê li min bikî. Mirovê xizan got: Rasto bi rastiyê re û xwaro bi xwariyê re. Her roj ew mirov dihat, mîr heman pirs jê dikir û wî jî heman bersiv dida mîr û digot: Rasto bi rastiyê re û xwaro bi xwariyê re. Her ku mirovê feqîr ev bersiv dida mîr, mîr jî zêrek dida wî. Alîkarê mîr gelekî ji vê rewşê aciz bû û got ev mêrik her roj tê heman bersivê dide û mîr bi qasî maaşê me zêran dide wî.
Alîkarê mîr planek çêkir û ji mirovê xizan re got sibê beriya tu biçî ba mîr were mala me, em bi hev re xwarinekê bixwin û paşê biçe ba mîr. Alîkarê mîr hemû xwarinên ku danîn ber mirovê feqîr bi sîr bûn. Feqîr xwarina xwe xwar û berê xwe da ba mîr. Lê vê carê dema ku çû ba mîr destmala xwe da ber devê xwe ji bo bêhna sîran neçe mîr.
Alîkarê mîr ji mîrê xwe re got tu dizanî çima wî mirovî destmala xwe dabû ber devê xwe. Beriya ku were vir li mala me bû û got bêhna devê mîrê we genî ye, lewra destmal dabû ber devê xwe ji bo ku bêhna devê te neçe wî.
Mîr gelekî aciz bû û dema ku roja din mêrikê feqîr hat zerfeke girtî da wî û got biçe vê zerfê bide wezîrê me yê maliyê.
Alîkarê mîr dema zerf di destê mirovê feqîr de dît, di dilê xwe de got mîrê me vê carê pereyekî mezin daye vî feqîrî. Çû pêşiya mêrik û zerfa mîr jê stand. Alîkarê mîr li şûna mirovê feqîr berê xwe da ba wezîrê maliyê. Dema zerf vekirin dîtin ku mîr di nav zerfê de kaxizek nivîsandî û gotiye xwediyê vê zerfê bê pirs û bersiv biavêjin nav agirê firinê.
Heya ku alîkarê mîr got bisekinin xwediyê zerfê ne ez im lê guh nedan wî û bi çeplê wî girtin avêtin nav agirê gur.
Wiha roja din dîsa mirovê feqîr çû ba mîr, dema mîr ew dît matmayî ma û got ma te ew zerf neda wan. Mirovê feqîr hal û meseleya xwe û alîkarê mîr jê re got. Mîr fêm kir ku alîkarê wî çi mirovekî xirab e û dîsa ji mirovê feqîr pirsî ma tu îro çi şîretê li min dikî? Mirovê feqîr dîsa got: Rasto bi rastiyê re û xwaro bi xwariyê re.
Îcar bi Xwedê meseleya me û vê pêvajoyê hinekî dişibe vê çîrokê. Pêvajoya ku em navê pêvajoya aştiyê lê dikin û li gorî wî navî di pratîkê de kurd gavên şênber, berbiçav, jidil û wêrek diavêjin.
Aliyê dewletê navekî din li pêvajoyê dike û dibêjin pêvajoya Tirkiyeya ‘bêteror’. Lê ew heta niha di wî warî de ti gaveke berbiçav û wêrek ku dilê kurdan rehet bike neavêtine.
Ev pêvajoya aştiyê wekî ku em bi nav dikin, hem li Bakur û hem li Rojava rewşeke wekî ya vê çîrokê heye. Hîn jî li pey kurdan û xap û fenan e. Çi tiştê ku ket ser milê kurdan heta niha kurdan texsîr nekiriye û gelek gavên dîrokî avêtine. Lê aliyê din û bi taybetî li Bakur ti gaveke berbiçav ku dilê mirov rehet bike neavêtine.
Lê wekî dawiya vê çîrokê ya ku zirarê bibîne wê ew alî be ku fen û hîleyan û sextekariyê dike. Ev meseleya rasto bi rastiyê re û xwaro bi xwariyê re ji bo wan jî derbasbar e û dawiya poşmaniyê bê feyde ye.
Heke ev firsenda dîrokî ji dest were berdan wê nexweşî û zirarê bide herkesî. Ne tenê kurd, di serî de ereb û tirk wê hemû gelên Rojhilata Navîn zirarê ji vê yekê bibînin.


