Li ser kêra tuj: Ermenistan
Diyar e ku Ermenistan, kî di hilbijartinê de ser bikeve jî, dikeve qonaxeke kaotîk. Qeder, an jî pêşeroja wê, encama têkoşîna hêzên navneteweyî li ser Îranê û Rûsyayê diyar dike.

Ermenistan di 6ê hezîranê de diçe hilbijartina parlamanê. Di vê hilbijartinê de rewşa Ermenistanê pir nazik, hestiyar e. Ji ber vê hilbijartina parlamenteran, bêhtir ji hilbijartinên berê, pêşeroja hebûna dewleta xwe û herwiha pêşeroja hebûna xwe yê diyar bike.
Ermenistan wek dewlet piştî şoreşa 1917ê, di 1920yê de wek dewlet li ser dîka dîrokê derket û di 1922yê de tev li Yekîtiya Dewletên Sovyetê bû. Lê wek dewlet, an jî wek gel, Ermenistan a beriya 1920yê tu desthilatekî, yan jî dewletekî bi navê Ermenistan li wê herêmê çênebûye û ava nebûye.
Lê gorî dîroknas û fermiyên dewleta Ermenistanê, ew dibêjin: “Dema Xwedê cîhan par kiriye, ew li wê axê mane û her û her dewlet bûne.” Serpêhatiya Urartuyê jî diyar dikin. Lê Urartu berî zayînê 1000 salî ava bûye û berî zayînê derdora 700 salî tev li Medan bûye. Lê hemû çavkaniyên akademîk ên cîhanê diyar dikin ku ermenî berî zayînê 700 salî ji Fîrîgyayê hatine Anatolî û Mezopotamyayê. Di navbera hatina wan û Urartuyê de 300 sal heye! Baş e, di cîhekî 300 salî de tu nîşan nebe, çawa dibe ê te?
Ne tenê Ermenistan, lê ev dewlet-neteweyên ku di bin siya Yekîtiya Sovyetê de çêbûne, yek ji wan jî heya wê demê ne dewlet bûne, ne jî bi navê neteweyên xwe hatine damezrandin. Lê di dîroka wan a nivîskî de dîrokên çêkirî, bêbingeh hatine nivîsîn wekî ku ew li ser wan axan her û her dewlet bûne, da ku li ser milîgerî, sitema faşîst a nijatperest berdewam bikin.
Di vê pêvajoya hilbijartina giştî ya Ermenistanê de, serokkomar Nîkol Paşînyan li qadên mîtîngan, gotinên fêrbûyî yên kevnar, gotinên bêbingeh û derewên dîrokî yên ku bi sed sal in siyaseta nijatperest a desthilatdarên Ermenistanê çêkiriye, red dike û dîrok û têgihiştineke nû derdixe pêşberî hilbijêran û rayagiştî. Nîkol Paşînyan, dîroka çewt a ku li ser maseyên odeyên tarî hatiye çêkirin, daye alîkî. Wekî ferasetek: Ermenistana Rojava û Ermenistana Mezin red dike, yê heyî wekî realîteyê qebûl dike. Sembolên li ser sazî û sazûmanan, herwiha nexşeyên li ser pere, pasaport û dokumanên din jî rakirine, sembol û logoyên din danîne ser sazî û dokumanan.
Gorî vê, êdî li ser pasaport û mohra saziyan de wêneyê Çiyayê Agirî, wêneyê bajarên Bakurê Kurdistanê (Tirkiye) nîn e. Herwiha, di nexşeya Ermenistanê de êdî Qerebax nîn e, lê wekî “destdayî” hatiye nîşankirin.
Nîkol Paşînyan, tabûyên li ser ermenan hilweşandiye. Eger vê hilbijartinê ser bikeve, ev hilweşandina tabuyan misoger dibe. Beriya hilbijartinê Tirkiye deriyên sînor vekirine, pazar, kirîn û firotin zêde bûye. Êdî ji bajarên Bakur: Qers, Agirî, Îdirê mirov dikarin rojane biçin Ermenistanê. Ev rewşê aboriya Ermenistanê zindî bike û destê Paşînyan jî xurt bike.
Ev gavên ku Paşînyan davêje, bêguman asayî nîn in. Herwiha wî têgînên nû pêş dixwe, ferasetên rast rast hilweşîne, têgihiştina dîroka îdeolojiyên çêkirî bi derbên kujer lê dide. Ev jî argumanên destê nijatperestên ermen ên diyasporayê û Partiya Taşnak pûç dike, asoyên wan ên utopîk tarî dike. Ji ber vê ev hilbijartin bi wateyeke din şerê bîrdoziya nijatperest û lîberalên real e.
Argumanên desthilata Paşînyan pala xwe didin YE (Yekîtiya Ewropayê) û hemû hêzên rojavayî. Diyar e ku tekiliyên Ewropa-NATO yên rêveberiya Paşînyan li ser Tirkiye pêş dikevin. Ji ber vê, Tirkiye hefteyek berê bi desthilata Ermenistanê re hevdîtin û hevkirinên bi Ewropayê re kir û deriyên sînorên ku ji 1991ê vir ve li wir girtî bûn, yekcar vekirin. Ev xal, bêguman mijareke gelek aliyên herêmî û cîhanî ye.
Ermenistan derî û axa xwe ji Ewropa-NATO re vekiriye, lê Ermenistan wek welat di nav hevpeymana DYŞ (Rûsya) de ye. Yanî hevpeymanê Rûsyayê! Herwiha Ermenistan û Îran jî hevkarên hev ên stratejîk in, cînarên sînor û jeostratejîk in.
Ermenistan û Azerbeycan jî di dema Medan de heta desthilata Qacariyan, di navbera Çarê Rûsya de bi peymana Tirkmençayê (10.02.1828) wekî parçeyek ji axa desthilatên Îranê de bûne. Wê peymanê Xanedana Erîvan, Nexçiwan û Taliş (Talişê Azerbeycana îro) dikeve destê Çarên Rûsya. Herwiha li gor peymana di navbera Sovyet-Rûsya û Tirkiye ya 1921ê (Qersê) de, Ermenistana îro di nava Sovyetê de dimîne û Sovyet nav lê dike wekî Ermenistan.
Gorî hin xalên van peymanan, Rûsya dikare dest bide ser Ermenistanê, erê dikare. Ji ber ku herdu peyman de jî ew axa Rûsyayê ye, sînor ji aliyê Rûsyayê ve hatine diyarkirin, peyman Rûsya qeyd kiriye. Yanî Ermenistan di navbera xwe û Tirkiye yan jî Îranê de li ser nexşeya welatê xwe çênekiriye. Lê Ermenistan ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve hatiye çêkirin. Ji ber vê wek welat, hebûna Ermenistanê ji bo pêşerojê jî ne misoger e.
Endam û partiyên ku dikevin pêşbirka hilbijartina 6ê çileya 2026ê, wekî sê bask derdikevin pêş. A yekê: Nîkol Paşînyan e. A duyem: olîgarşekî Dêrê, an jî gorî bîrdoziya Xirîstiyaniya Ortodoks. A sêyem jî: olîgarşekî alîgirê Rûsya, herwiha partiya Taşnak.
Nîkol Paşînyan bernameya xwe ya xetên polîtîk diyar dike û me jorê jî şîrove kir. Lê her sê baskên din ferasetên wan ên cîhanbînî yek e: şovenîst in, nijatperest in û utopîst in. Ya herî girîng jî ev e ku pala xwe didin Rûsya û diyasporaya ermenî.
Di nava vê gengeşiyê de tesîra hêzên derve, tesîreke negatîf e. Taybet jî YE, bi rêya saziyên sivîl, hemû derfetan dide Paşînyan. Herwiha xebatên îstîxbaratî û leşkerî yên li dijî Rûsyayê pir pêş ketine. Gorî xuya ye, serê rayedar û erkdarên polîtîk jî ne zelal e. Eger xwe bavêjin Rûsya û Îranê û piştgiriya aborî û siyasî ya cîhanê berdewam be, lê eger tenê pala xwe bidin Rûsyayê jî, dîsa dikevin dorpêça hêzên cîhanî û zextên Tirkiye. Bi gotineke din: dijî Rûs û Îranê welat bikin gorapanê hêzên cîhanî, êdî çi bê serê wan nayê zanîn!
Derencam, di hilbijartinê de şansê serkeftina Nîkol Paşînyan zêde ye û tu endamekî din tenê serê xwe li hemberî wî nikare ser bikeve. Stratejiyeke wan a yekhelwestî ya dijberî wî jî diyar nîn e. Wekî ku diyar e, mixalefet dixwaze bi van sê baskan parlamenê ser bikeve û piraniya parlamenê dest bixe, yan jî kontrolê bixe destê xwe da ku Paşînyan çi dixwaze pêk neyîne, bi gotineke din asteng bikin.
Diyar e ku Ermenistan, kî di hilbijartinê de ser bikeve jî, dikeve qonaxeke kaotîk. Qeder, an jî pêşeroja wê, encama têkoşîna hêzên navneteweyî li ser Îranê û Rûsyayê diyar dike. êdî çarenûsa Ermenistan û ermenan ji destê wan derketiye, ketiye destê hêzên navneteweyî.


