Tifaqa neteweyî rêya rizgariyê ye
Dîrokê nîşanî me daye ku heta kurd nebin yek, her herêm û her parçe di bin xetereya qirkirinê de ye. Destkeftiyên li her parçeyekî Kurdistanê, girêdayî parastina parçeyên din e.

Gelê kurd, yek ji niştecihên herî kevnar ên axa Mezopotamya û Zagrosê, bi sedsalan e li ser xaka xwe ya pîroz berxwedaneke mezin a man û nemanê dimeşîne. Lêbelê, dema mirov bi çavê zanista dîrokê û sosyolojiyê li vê paşeroja birîndar û tije hêsir dinihêre, rastiyeke tal û dijwar wekî kelemekî li pêşiya çavên me radeweste. Kêmasî, lawazî û nebûna tifaqa neteweyî ye. Sedemên bindestî û bêstatubûna kurdan a sedsalan ev kêmasî û nebûna tifaqa neteweyî ye.
Ji bo em girîngiya tifaqa neteweyî ya îro û peyama dîrokî ya sedsala 21ê fêm bikin, şert e ku em li sê karesatên mezin ên vê parçebûnê (parçebûna bawerî û olî, parçebûna îdarî ya serdema mîrekiyan û parçekirina xakê ya bi peymana Qesr-î Şîrîn û Lozanê) binihêrin û rûmeta felsefeya yekîtiyê ya ku îro li hemberî vê qederê radibe, şîrove bikin.
Parçebûna civakî û ruhî
Bi hatina îslamiyetê re, di civaka kurd de şikefstineke kûr a baweriyê çêbû. Civaka kurd a ku berê xwedî hişmendiyeke xweser bû, bi demê re dabeşî ser sê nasnameyên olî û mezhebî bû: êzîdî, sunî û elewî.
Ev dabeşbûn, di şert û mercên asayî de dikaribû wekî dewlemendiyeke çandî bibe rûmetek ji bo Kurdistanê, lê pergalên serdest û împaratoriyên dagirker ol û mezheb her dem wekî amûreke herî bijehr a siyaseta "parçe bike û teslîm bigire" bi kar anîn. Vê pergalê hişt ku di hişê civaka kurd de nasnameya mezhebî bikeve pêşiya nasnameya neteweyî. Kurd ji kurdbûna xwe bêhtir bûn murîd û tabiyên mezhebên xwe. Dûrbûn û biyanîbûna ruhanî gihîşt asteke wisa dijwar ku di navbera her sê parçeyan de sînorên psîkolojîk ên stûr hatin avakirin, heta ku silav girtin û silav dan jî di navbera wan de qut bû.
Poltîkayên bişaftinê û siyaseta pergalên serdest (bi taybetî nakokiyên Osmanî û Sefewiyan) kir ku ev sê parçe wekî "yên din" û carinan wekî dijmin li hev binihêrin. Pergalên serdest, ol û mezheb wekî amûreke dabeşkirinê bi kar anîn. Kurdekî sunî û kurdekî elewî yan êzidî kirin biyaniyê civaka xwe û dijminên hevdu. Vê perçebûna ruhanî, bingeha ruhê neteweyî lawaz kir.
Nimûneya herî berçav û biêş a vê parçebûna mezhebî, di Şerê Çildiranê de qewimî. Di sala 1514an de, gava Împaratoriya Osmanî ya sunî û Dewleta Sefewî ya şîe/elewî hatin pêşberî hev, kurdan nekarî poltîkayeke serbixwe û neteweyî bimeşînin. Parçebûna mezhebî kir ku kurdên elewî piştgiriya Şah Îsmaîl û kurdên sunî jî piştgiriya Yavuz Siltan Selîm bikin. Di encamê de, li ser xaka Kurdistanê kurdan ji bo berjewendiyên du pergalên dagirker çek hildan û birayên xwe kuştin. Çildiran, ne tenê şerê du împaratoriyan bû, di heman demê de, ew şer bû ku sînorên yekemîn ên psîkolojîk û fîzîkî xist nav dilê Kurdistanê û têkiliya civakî ya di navbera wan de birî. 74 fermanên ku li ser civaka êzidî pêk hatine encamên vê dabeşbûnê ne.
Vê parçebûna ruhanî û mezhebî ku bi fermanên li ser civaka êzîdî û Çildiranê re kûr bû, bingeha ruhê neteweyî bi sedsalan lawaz kir. Civakeke ku di nav xwe de li ser baweriyê şer bike û ji bo sîstemên serdest bibe dûvik, nakeve xema parastina erd, nasname û paşeroja xwe ya hevpar.
Parçebûna di bin navê mîrektiyê de
Di serdema Împaratoriya Osmanî de, pergala mîrektî û begtiyan her çend di destpêkê de wekî xweseriyekê xuya bike jî, wê kurd parçe parçe kirin. Siyaseta Osmaniyan a "parçe bike û teslîm bigire" bi ser ket. Mîrektiyên kurdan li şûna ku li dora armanceke neteweyî bibin yek, ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî yan herêmî ketin pêşbirkê. Gelek caran mîrektiyekê ji bo rûxandina mîrektiyeke din piştgirî da artêşa Osmanî.
Ev pergala feodal û mîrektiyê nehişt ku hişmendiyeke navendî û neteweyî ava bibe. Kurdan xwe ne wekî endamên neteweyekê, xwe wekî tabiyên mîrekî an eşîrekê didîtin.
Parçebûna erdnîgariyê
Parçebûna sedsalan a hundirîn, di sala 1923yan de bi Peymana Lozanê re gihîşt lûtkeya herî hov. Hêzên emperyalîst bi hevkariya dewletên herêmê, Kurdistan kirin çar parçe. Ev parçebûn ne tenê dabeşkirina xakê bû, dabeşkirina dil, mejî û malbatan bû. Çar sînorên çêkirî, çar pergalên bişaftinê yên cuda li ser kurdan hatin ferzkirin. Her parçeyek di nav şert û mercên xwe de hat tepisandin û têkiliyên kurdan ên fîzîkî û çandî bi hev re hatin birîn.
Parçebûna siyasî
Gava mirov ji rûpelên dîrokê li rûyê poltîkaya kurdî ya îro dinihêre, mixabin rastiyeke xemgîn derdikeve pêşberî me. Gelek serok, partî û rêberên kurd hîn jî ji dîrokê dersên pêwîst dernexistine. Sedsal derbas bûn, şert û mercên cîhanê guherîn, lê nexweşiya parçebûnê di bin navên nû de hîn jî zindî ye.
Nexweşiya mîrektî û begtiyên serdema Osmanî, îro di bin navê "berjewendiyên partiyî, malbatî û herêmî" de berdewam dike. Hinek serok û hêzên siyasî yên kurd, destkeftiyên partiya xwe ji destkeftiyên neteweyî mezintir dibînin.
Mîna ku di şerê Çildiranê de an jî di serdema Osmaniyan de qewimî, îro jî hinek aliyên kurd ji bo lawazkirina birayên xwe yên li parçeyên din, bi dewletên dagirker re peymanan datînin û dibin şirîkê êrişên li ser kurdan. Ev hevkariyên bi dijmin re nîşan dide ku hişmendiya "bira bikuje, da ku mîrektiya te bimîne" hîn jî nehatiye derbaskirin.
Ev parçebûna di navbera serok û rêberên îroyîn de, herî zêde xizmetê ji poltîkayên dabeşkirinê yên Peymana Lozanê û dagirkeran re dike. Heta ku rêberên kurd berjewendiyên xwe yên teng nekin qurbana doza azadiya Kurdistanê, metirsiya windakirina destkeftiyan her dem li ser her çar parçeyan heye. Nexwendina dîrokê û dubarekirina şaşiyên bav û kalan, xiyaneta herî mezin e li daxwaza azadiyê ya vî gelî. Ji dîrokê ders dernexistin, metirsiya herî mezin e ku destkeftiyên sedsala 21ê bixe xetereyê.
Hawara sedsalan
Dema mirov li serhildan û têkoşînên du sedsalên dawîn ên Kurdistanê dinihêre, dibîne ku hemû pêşeng û rêberên kurd di kêliyên xwe yên herî dawî de, tiliya xwe dane ser heman birînê. Nexweşî çiqasî parçebûn be, dermanê ku wan nîşan daye jî bi ew qasî yekîtî bûye.
Wesiyet û peyamên wan şahidan a herî mezin li dijî pergala qirkirinê û avakirina tifaqa hundirîn e.
Mîrê Botan Mîr Bedirxan, di sedsala 19an de dibêje; "Heta ku mîr û begên kurdan dev ji xetereya çavnebariyê û berjewendiyên piçûk bernedin, tifaqa welat ava nabe."
Kalê Şêx Seîd, pêşengê serhildana 1925an gava li ser sêpaya sêdarê bû, got: "Xelasiya vî gelî tenê di yekîtiyê de ye. Heke hûn nebin yek, dijmin dê we tune bike yek bi yek"
Dema ku Îhsan Nûrî Paşa ji lûtkeya Agiriyê qîr dikir, ew ne tenê fermandarekî leşkerî bû, ew wijdanê gelê xwe bû. Gotina wî ya "Min kir qîr û hewar, kurdno bibin yek" îro li her çar parçeyan wekî zengilekê lê dide. Wî dizanibû ku dijminê herî mezin ê li hemberî wî ne tenê artêşa dagirkeran e, "bêtifaqiya" navxweyî ye. Wesiyeta wî ya ji bo ciwanên kurd, bi qêrîna "kurdno bibin yek" dest pê dike. Ev ne tenê bangawaziyek e, manîfestoyek e ku bingeha xwe ji rastiya dîrokî werdigire.
Seyîd Riza, pêşengê berxwedana Dêrsimê li meydana genimê Xarpêtê li rûyê dadgeran qêriya: "Min bi fêlbazî û dek û dolabên we re serî dernexist, ev ji min re bû dert. Lê min jî li ber we çok neda, bila ev jî ji we re bibe derd." Bi van gotinan bêçaretiya li hemberî lîstikên pergalê û girîngiya hişmendiya neteweyî nîşan dida.
Pêşewa Qazî Mihemmed, serokê Komara Kurdistanê (Mahabad) di wesiyeta xwe ya dawî de nivîsand: "Kurdino! Ji bo xwedê, pişta hev bigirin, nebin dijminê hev. Dijmin tenê we ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne, gava karê wî bi we re xelas bû, ew ê li we rehmê neke."
Ji hawarê ber bi paradîgmaya demokratîk ve
Ev peyamên jorîn hemû hawar û şîretên li ber sêdarê an jî di nav şer de bûn. Lê piştî sedsalan, cara yekemîn bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, ev hawara yekîtiyê ji asteke şîretan derket û bû xeta bîrdoziyê. Rêber Ocalan, bi pênaseya "heke em yekîtiya xwe ava nekin, em ê winda bikin" nîşan da ku tifaqa neteweyî ne tenê daxwazeke dilî ye, bîrdozî û şoreşeke zihnî ye ku divê di jiyana rojane de, di nav hemû mezheb û baweriyan de û li her çar parçeyan bibe yekbûneke fîzîkî.
Piştî sedsalan ku kurd di nav tarîtiya parçebûn, bêhêvîtî û asîmîlasyonê de mabûn, felsefe û paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan guhertineke radîkal û şoreşger di hişmendiya kurdan de ava kir. Piştî sedan salan, cara yekemîn e ku kurd li ser bingeha felsefeyeke modern û azadîxwaz li hev kom dibin.
Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tenê têkoşîneke leşkerî yan siyasî nîn e, ew di heman demê de, şoreşeke hişmendiyê ye. Felsefeya wî hemû cudahî li bin sîwana yekîtiya neteweyî kom kirin. Hişmendiya Neteweya Demokratîk, ol û mezheban nake sedema şer, berevajî, wan wekî dewlemendiya çandî qebûl dike. Îro li Rojava û çiyayên Kurdistanê kurdên sunî, elewî û êzidî mil bi mil, di heman çeperê de ji bo azadiyê şer dikin. Çarenûsa Şingalê (êzidî) û Kobanê (sunî) di dilê her kurdekî de bû yek.
Paradîgmaya ku li ser azadiya jinê û xwebirêveberiya gelan ava bûye, hişmendiya dabeşkar a eşîrtî û olî rûxand.
Tifaqa neteweyî
Dîrokê nîşanî me daye ku heta kurd nebin yek, her herêm û her parçe di bin xetereya qirkirinê de ye. Destkeftiyên li her parçeyekî Kurdistanê, girêdayî parastina parçeyên din e. Tifaqa neteweyî ji bo kurdan ne tenê tercîhek e, mecbûriyet e, mijara hebûn û tunebûnê ye.
Ji bo Lozaneke duyemîn neyê jiyandin, divê kurd sînorên di mejiyên xwe de rabikin. Tifaqa neteweyî nayê wateya ku hemû partî û aliyên kurd bibin yek reng, her yek dikare bîrdoziya xwe, baweriya xwe hebe, lê gava mijar bibe parastina xak, ziman û azadiya Kurdistanê, divê yek deng û yek daxwaz hebe.
Heta ku kurd tifaqa xwe ya neteweyî ava nekin, azadî û serxwebûna ku bi sedan salan e berdêlên giran jê re hatine dayîn, nayê misogerkirin. Îro, felsefeya yekîtiyê û rûmetê ya ku li seranserê Kurdistanê belav bûye, fersenda herî mezin a dîrokî dide gelê kurd da ku statuya xwe bi dest bixe û birîna sedan salan derman bike. Azadiya kurdan, di tifaqa wan a neteweyî de veşartî ye.


